Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Salvegera Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

Li bajarê Kobanê bi beşdarbûna bi hezaran kesî pîrozbahiya salvegera 7‘an a Şoreşa Rojava pêk hat.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/07/2019 - 21:56
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
Salvegera Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin
ParvekeTweet

KOBANÊ – Bi hezaran welatiyên kantona Kobanê 7’emîn salvegera Şoraşa 19’ê Tîrmehê li qada Jina azad pîroz kirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn di pîrozbahiyê de axivî, salvegera şoreşê Rojava li gelên herêmê pîroz kir û got: “Kobanê têkoşiya û ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn şer kir. Paqijkirina Kobanê ji rejîma Baas bi awayekî aştiyane mîna hilweşandina pergalên faşîst ên li Rojhilata Navîn e.”

Şahîn di nava gotinên xwe de îşaret pê kir ku sîstema Rêveberiya Xweser a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kirine hêviyên gelên Rojhilata Navîn e û ev tişt anî ziman: “Şoreşa 19‘ê Tîrmehê dê bibe xala veguhertinê di dîroka mirovahiyê de.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got, pergalên netewperst ên li herêmê dê li hemberî îradeya gelan hilweşin, gelê herêmê dê ji bo pêkanîna armancên xwe bi rêbazên aştiyane û demokratîk li ber xwe bidin. Lê ev nayê wateya lewazbûn, dana bi hezaran şehîd nayê wateya binketina şoreşê.”

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî jî axivî û wiha anî ziman: “Gelê herêmê ji bo avakirina sîstemeke demokratîk û parastina destkeftiyên şoreşê fedekariyê mezin kir û bû nimunak li Rojhilata Navîn.”

Ebdî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em gelekî berxwedêr in, bi rihê şehîdên 19‘ê Tîrmehê em ê berxwedana xwe bidomînin. Bi desteka gelê xwe em ê hemû êrîşan têk bibin. Bi rihê 19‘ê Tîrmehê em ê biser kevin, em ê biser kevin, em ê biser kevin.”

Piştre koma Goral a stranan û helbestvan Ferhadê Merdê daketin ser dikê stran û helbest pêşkêş kirin.

Di pîrozbahiyê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid salvegerê şoreşê pîroz kir û got, Kobanê wateya berxwedan û azadiyê da ji cîhanê re diyar kir.

Hemdan El-Ebid bal kişand ser gefên Tirkiyê yên li ser Sûriyê û wiha pêde çû: “Dema Tirkiyê êrîşî Sûriyê kir parastina ewlehiya xwe kir hincet, lê ya rasat ji bo pêkanîna berjewendiyan bû. Ma gelo di qandûnên navdewletî û baweriyan dibe ku dewletek destwerdana dewletek din bike?, ma dibe ku herêmên Sûriyê werin dagirkirin û demografiya wê were guhertin.”

El-Ebid anî ziman ku bi ked û xwîna şehîdan serkeftinên mezin hatin bidestxistin û bang li gelê Sûriyê kirin ku xwedî li nirxên şoreşê derkevin.

Bi navê Kongreya Star endama Koordînasyona Kongreya Star Peyman Eydin û b navê Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Di axaftinan salvegera şoreşa Rojava hate pîrozkirin û pesnê fedekariya şehîdan hate danîn.

Pîrozbahî bi stranên Koma Botan a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi dawî bû.

 

1 Ji 5
- +

1.

2.

3.

4.

5.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Bedlîsê serdarek hatiye kuştin

Nivîsa Pêş

Gelê Efrîn û Şehbayê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Gelê Efrîn û Şehbayê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin

Gelê Efrîn û Şehbayê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin

Li Qamişloyê di pêşengtiya Jinên Ciwan pîrozahiya salvegera Şoreşa Rojava

Li Qamişloyê di pêşengtiya Jinên Ciwan pîrozahiya salvegera Şoreşa Rojava

Manşet

  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.