Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Erdogan û teror

Erdogan pir baş dizane DAIŞ û komên çete bi armanca dagirkirina parçeyên ji bakurê Sûriyeyê û Iraqê bikar bîne. Her bi rengekî pir xirab wan li Lîbyayê bikar tîne, bi van komên çeteyan terora xwe li ser gel û civakan dide meşandin, ev teror sûcê herî kirêt di bin nave “ol” de dibe.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/07/2019 - 0:16
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Hunera derewan û Tayyîp Erdogan’
ParvekeTweet

“Rojhilata Navîn ji hêlên siyasî, aborî û çandî ve di rewşeke kaos de derbas dibe, ev rewş civakê ber bi tarîtî û nediyarbûnê ve dibe. Ev kaosa heyî ne çêbûna van çend salên borî ya tenê ye, bi taybet ev çend salên ku gelek dewlet û civak hilweşiyan di bin navê Bihara Ereban de teqîna civakî ya bi navê sîstema dewletnetew e. Bingeha vê di pêvajoya piştî şerê cîhana yekemîn de hatiye avakirin û şêweya xwe ya dawî di pêvajoya piştî şerê cîhana sêyemîn de girtiye û piştre hemû saziyên navneteweyî ava bûn. Armanc ew e ku hêzên desthilatdar di vî şerê cîhanê de serkeftinê bi dest bixin.

Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku neçareserkirina pirsgirêkên ku derketin di encama sazîbûna dewletên neteweyî ye û derengxistina çareseriyê ye. Yek ji sedemên sereke ya rewşa îro ew e ku dewletan ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatiyê civak tune kirin û niha ev bûye barekî giran. Pêwîst e em xwe ji barê giran xilas bikin. Lê diyar e ku taybetmendiya hemû rêjîmên despot ew e ku ger berdêla wî tunekirina civakê be jî dev ji kursiyên xwe bernadin.

Tişta diyar dibe ku Erdogan ders ji rêjîmên despot û tekekesî yên cîran dernexistiye. Çi Sûriye û çi jî Iraqê; heta niha rêjîmên despot ên li Enqere û Tehranê di hovîtiya xwe ya li ser civaka xwe de berdewam in, her wiha bênavber destdirêjiyê li Sûriye, Iraq, Lîbya, Misir, Sûdan û Lubnanê dikin. Hişmendî û û armanca derdê hêzên despot û desthilatdar di serweriya li ser dewlet û civakê de weke havin, her çiqas cudahî di rêbaz û nasnameyê (şî’a, sun’a) de hebe jî.

Her çiqas DAIŞ li ser axa Sûriye û Iraqê weke hêz qediya be, lê hebûna xwe bi gelek reng û navên cuda berdewam dike, serokê DAIŞ’ê yê ruhî hîn li ser xebatê ye; ji ber vê yekê em nikarin bêjin DAIŞ qediya ye, bêguman dê ji bo pêkanîna berjewendiyên xelîfe li dervereke din bi navekî nû xwe diyar bike; ew xelîfeyê ku wan û qurbaniyên wan ji xwe re bikar tîne.

Erdogan pir baş dizane DAIŞ û komên çete bi armanca dagirkirina parçeyên ji bakurê Sûriyeyê û Iraqê bikar bîne. Her bi rengekî pir xirab wan li Lîbyayê bikar tîne, bi van komên çeteyan terora xwe li ser gel û civakan dide meşandin, ev teror sûcê herî kirêt di bin nave “ol” de dibe. Her wiha Erdogan pir baş dizane çawa Ewropayê têxe bin tirsa Tusonamî ya koçberan; heta îro Erdogan dikare li gelek werîsan bilîze û gelek hêzan bixe xizmeta berjewendiyên osmaniya nû; lê belê wê nikaribe herdem van lîskên xwe berdewam bike û encam bigire.

Bi taybetî piştî binkeftina partiya wî di hilbijartinên herêmî yên dawî de û hewldanên derxistina aloziyên siyasî û aborî ber bi derve ve, bi rêka çetewarî û zigurdiya ku dimeşîne, lêgerîna ne rewa ya gazê li Deryaya Spî û serhişkiya ku di mijara fuzeyên S-400’an de dike ku hinek perçeyên wê gihiştine Tirkiyeyê; ev sedem bi giştî dê dawiya Erdogan zû bîne û stêrka wî vemirîne. Di demên dawî de ev derbeyên ku Erdogan dixwe, dihêle ku ew dîn û har û hov bibe, her wiha dibe ku ji bo hinek kurtêlan ji projeyên herêmê bi dest bixe, hîn hovîtî û qîrîna xwe bilind bike.

Ji ber vê yekê em dikarin bêjin, heta ku Erdogan di desthilatdariyê de be, tu kes nikare bêje ku teror bi dawî bûye; kengî herêm ji Erdogan xilas bibe, wê çaxê mirov dikare bêje ku herêm êdî dê ji terorê rizgar bibe. Heta ku Erdogan hebe, ne Sûriye, ne Iraq, ne Lîbya û ne jî hemwelatiyên Misirê wê di nav aramî û aştiyê de nejîn; ji bo ku gelên herêmê di nava aştî û aramiyê de bijî, pêwîst e Erdogan û hişmendiya îslama siyasî ‘Birayên misilman’ biqedin, li her deverê li dijî terorê û hişmendiya wê pêwîstî bi yekitiya gelan heye.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Şiyar Zaxo

Parve Bikin19TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – Koka noker û xwefiroşan biqelînin!

Nivîsa Pêş

2’emîn Festîvala Ş.Stêrvan a Jinên Ciwan li Kobanê pêk hat

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
2’emîn Festîvala Ş.Stêrvan a Jinên Ciwan li Kobanê pêk hat

2’emîn Festîvala Ş.Stêrvan a Jinên Ciwan li Kobanê pêk hat

Li Cizîra Botan tûra duyemîn ya turnûvaya futbolê bidawî bû

Li Cizîra Botan tûra duyemîn ya turnûvaya futbolê bidawî bû

Manşet

  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Heyet Ji Bo Hevdîtina Bi Rêber Apo Re Çû Îmraliyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.