Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çand, Hûner û Spor

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi çand û hunerê li dijî asîmlasiyon û tiryakê û çanda populer derdikevin

Koma muzîkê ya Koma Hevra ku ji aliyê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ve hat avakirin, bi stranên xwe li hemberî polîtîkayên asîmlasiyon û tiryakê û çanda populer tev digere.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/07/2019 - 10:38
di nav Çand, Hûner û Spor, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi çand û hunerê li dijî asîmlasiyon û tiryakê û çanda populer derdikevin
ParvekeTweet

STENBOL – Koma muzîkê ya Koma Hevra ku ji aliyê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ve hat avakirin, bi stranên xwe li hemberî polîtîkayên asîmlasiyon û tiryakê û çanda populer tev digere.

Ciwanên tev li xebatên çand û hunerê yên Meclîsa Ciwanan a HDP’a Stenbolê bûn, komele muzîkê ava kirin. Yûsûf Keleş ku li Navenda Çandê ua Ronahiyê ya Şaredariya Erdîş a Wanê dixebitî, piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin di sala 2016’an de berê xwe da Stenbolê. Keleş, li Stenbolê tev li xebatên çand û hunerê yên Meclîsa Ciwanan a HDP’a Umraniyeyê bû û li vira dersên muzîkê da ciwanan û tevî ciwanan bi navê Koma Hevra komeke muzîkê ava kir. Armanca vê komê ew e ku bi stranên xwe li hemberî polîtîkayên asîmlasiyon û tiryakê û çanda populer tev bigere.

Keleş, behsa avakirina Koma Hevra kir û got: “Me Koma Hevrayê tevî xwendekarên kursên serdema ewil ava kir. Hevra, encama xebatên me yê kursê ye. Kursên me yên niha jî ji bo tiştên bi vî rengî ne. Em dixwazin li navçeyên din jî komên bi vî rengî ava bikin.”

‘ME XWEST EM BI HUNERÊ WÊREKIYÊ LI CIVAKÊ PEYDA BIKIN’

Keleş, destnîşan kir ku wexta nû dest bi kursê kirin eleqe kêm bûye û got: “Ewilî me xwest em birbiriyekê peyda bikin. Tirsek hebû û ev tirs hema bêje li ser tevahiya civakê hebû. Piştî me dest bi xebatan kir hêdî hêdî ciwan tev li kursan bûn. Yek ji armanca xebata me jî ew bû ku em bi hunerê wêrekiyê li civakê peyda bikin. Yek ji jêdera îlhamî ya hunerê jî wêrekî ye.”

Keleş, xwest ciwan enerjiya xwe ji bo çand û hunerê xerc bikin û diyar kir ku ew dixwazin xebatên xwe yên çand û hunerî berbelav bikin û got: “Divê ciwan xwedî li çanda xwe derkevin. Ji bo bi çanda xwe hunerê îcra bikin divê bên avahiyên partiyê û qeyda xwe çêbikin.”

‘ARAM DIBIM’

Endama Koma Hevrayê Gulîstan Baran ku li erbaneyê dide, got: “Berî dest bi kursê bikim erbane bala min dikêşe. Hevalek li min geriya, got ‘were li avahiya Umraniyeyê kursên erbaneyê dest pê kirine.’ Lê ji ber dixebitîm pirsgirêka min a demî hebû. Lê belê min zemanê xwe eyar kir û çûm kursê û ji ber niha li erbaneyê didim pir kêfxweş im. Her cara li erbaneyê didim aram dibim.”

‘SIRGÛNKIRINA ŞEROYÊ BIRO DIBÎNIM’

Solîstê komê Gencay Morkoç jî got: “Axirê min ev hevrêyên xwe yên xweşik dîtin û daxilî nav van xebatn bûme. Di avakirina vê komê de Meclîsa Ciwanan a HDP’Ê pir alîkariya me kir.” Morkoç, destnîşan kir ku muzîka kurdî û dîroka kurdî bi hev ve girêdayî ne û herî zêde vê rasteqîniya dîrokî di stranan de hîs dike û got: “A rast dema distrêm, nexasim jî dema stranên dengbêjî dibêjim hîs dikim ku di dîroka me de çi qewimiye. Dema Radyoya Êrîvanê guhdar dikim tê de çanda xwe dibînim. Sirgûnkirina Şeroyê Biro, Qarapêtê Xaço tê ber çavê min. Loma muzîka bi zimanê me hebûna me ye.”

Endama komê Hêvîdar Yilez jî, diyar kir ku li bajarekî wekî Stenbolê ciwan zêde tesîrê ji çanda populer û dejenerebûnê digirin. Yilez, got: “A rast hebûna min a li vira bersivdayîna ji bo çanda populer û polîtîkayên tunekirin û asîmlasyonê ye. Li vira em bi stranên lê didin ber bi paşeroja xw eve diçin. Em guh didin dengê jina di dîroka me de.” Yilez, diyar kir ku ew li erbaneyê dide û got: “Yek ji enstrumanên sereke yên çanda Mezopotamyayê ye. Wexta li erbaneyê didim Mezopotamyayê hîs dikim û pir kêfxweş dibim.”

‘ERBANE QÎRÎNA JINÊ YE’

Endama komê Zelal Baran jî bilêv kir ku ji ber li Stenbolê çêbûye û mezin bûye ji çanda xwe dûr ketiye û got: “Rojekê li ser medyaya civakî çav bi gotinekê ketibûm, digot ‘erbane qîrîna jinê ye.’ Bi rastî jî erbane qîrîna me jina ye. Çimkî di vê civakê de herî zêde jin tên eciqandin. Loma min dest bi erbaneyê kir. Ji niha û pê ve armanca min ew e ku bibim dengê jinên bi tecawuz re rû bi rû dimînin, tên kuştin û tên eciqandin. Dixwazim vê yekê jî bi hunerê bikim.”

 

1 Ji 3
- +

1.

2.

3.


ÇAVKANÎ: Ajansa Mezopotamya (MA)

Parve Bikin81TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

4’emîn Konfaransa Tendirustiyê ya Mexmûr bi dawî bû

Nivîsa Pêş

Gerîlayan li Zap, Çarçella û Xakurkê li dagirekan xist: 10 leşker hatin kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Ji Gerîlayên HPG/YJA-Starê Çalakî: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li Zap, Çarçella û Xakurkê li dagirekan xist: 10 leşker hatin kuştin

20 pêşmergeyên dêrîn ên Rêkaniyan hatin binçavkirin

20 pêşmergeyên dêrîn ên Rêkaniyan hatin binçavkirin

Manşet

  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.