Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: “Em şehîdên Xakurkê bi rêzdarî bi bîr tînin”

HPG'ê 5 gerîlayên 27'ê Gulanê li Xakurkê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, "Em soz didin, em ê ji bo Kurdistana azad ku xewn û xeyala şehîdên me ne têkoşîna xwe geş bikin û bi ser bixînin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/07/2019 - 14:31
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG: “Em şehîdên Xakurkê bi rêzdarî bi bîr tînin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê nasnameya 5 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn agahî parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Artêşa TC a dagirker 27’ê Gulanê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi hewldaneke dagirkeriyê kir. Hêzên me bi berxwedaneke dîrokî bersiv dan êrîşa dagirkeriyê û li gelek deveran kirin ku dijmin windahiyên giran bidin. Di demên cuda yên operasyonê de di şer û bomberdûmanê de hin hevalên me şehîd bûn. Her ku ev windahî eşkere bûn wê bi raya giştî re bên parvekirin. Hêzên me yên li dijî hewldana dagirkeriyê bi lehengî li ber xwe dan, bi şiyara ’em rê nadin dagirkeran’ li dijî dijmin bi rengekî dîrokî li ber xwe dan. Hevrêyên me Hamza (Fatîh Demîr), Kendal (Îbrahîm Firat), Bahoz (Veysî Cebe), Çekdar (Cuneyt Yilmaz) û Şahan (Yûnûs Koçhan) li dijî teknolojiya dawî ya dijmin bi rengekî fedayî şer kirin û destanên lehengiyê afirandin. Em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Daxuyaniya HPG’ê ya der barê mijarê wiha ye:

KENDAL DENÎZ

“Hevrêyê me Kendal Denîz sala 1984’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji dayik bû. Hevrêyê me Kendal li nava malbateke welatparêz mezin bû û di emrekî ciwan de dît ku Kurdistan dagirkirî ye, gelê Kurd çawa tine tê dîtin û zextên dagirkeran bi çi rengî ne. Hevrê Kendal di nava çanda xaka xwe ya pîroz de mezin bû ku çandeke qet serî li ber zilmê natewîne, berê xwe da qadên tilîliyên azadiyê yên li dijî vê zilmê û sala 2005’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Kendal ku di salên destpêkê yên gerîlatiyê de li çiyayên Zagrosê ma, bi sekna xwe ya milîtanî, fedakarî û wêrekiya xwe di nava hevrêyên xwe de timî bû gerîlayekî bi mînak. Di demeke kurt de di xeta leşkerî û îdeolojîk a Rêber Apo de xwe bi pêş ve bir, bû fermandar û di nava gerîla de ket bin barê giran. Her tim hewl da bibe bersiv ji Rêbertî, şehîdan û gelê me re. Li gelek qadên tevgera me wezîfeyên xwe bi rengekî dîsîplînî û fedakarî pêk anî û xeta serketinê ji bo xwe esas dît. Li qada Xakurkê li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta TC a faşîst berxwedaneke mezin nîşan da û bû nîşaneya wêrekiyê.

HAMZA RÛBAR

Hevrêyê me Hamza Rûbar sala 1992’an li Wanê ji dayik bû. Sala 2014’an ku zext û êrîşên li dijî gelê Kurd zêde bûn bi sekneke bi rûmet berê xwe da nava refên gerîla. Hevrêyê me Hamza ku salên destpêkê yên gerîlatiyê li herêma Serhedê derbas kir di nava şert û mercên dijwar de bi eşqa azadiyê û bi heybeta çiyayê Agirî xwe di xeta milîtaniyê û îdeolojiya Rêber Apo de kûr û şareza kir. Li her qada lê bû bi kedkarî û sekna xwe ya leheng bû çavkaniya moralê. Hevrê Hamza li qada Xakurkê kir ku dijmin windahiyên giran bide û tevlî karwanê şehîdan bû.

BAHOZ SERHILDAN

Hevalê me Bahoz Serhildan li Mêrdînê ji dayik bû. Li nava derdoreke welatparêz mezin bû û di emrê ciwan de zext û êşkenceya li Kurdistanê dît, bû lêgerînerekî tolhildanê û sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Bahoz ku şopdarê zarokên ber bi azadiyê ve dibeziya, ji bo siberojeke azad ji paşerojê re bihêle bi fedakarî, kedkarî û girêdana bi nirxên xwe wezîfeyên xwe pêk anî. Li her qadê bû şopdarê xeta Rêbertî.

ÇEKDAR TOLHILDAN

Hevrêyê me Çekdar Tolhildan sala 1995’an li navçeya Licê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Êrîşên dewleta TC a dagirker ji nêz ve dît. Bi vegotinên der barê şewitandina Licê û komkujiyên li dijî gel hatin kirin mezin bû. Hevrê Çekdar ku şopdarê ciwanên leheng ê Licê bû sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bû û bû xwedî hewldana derxistina dagirkeran ji Kurdistanê. Hevrêyê me Çekdar ku di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir, li her qada lê bû bi durustî, fedakarî û dengê xwe yê bedew bi stranên azadiyê bû çavkaniya moralê.

ŞAHAN

Hevrêyê me Şahan sala 1997’an li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrê Şahan zext û zilma dijmin ji nêz ve dît û li dijî vê neheqî û polîtîkayên qirkirinê sala 2014’an tevlî nava refên azadiyê bû. Ji destpêka tevlîbûnê ve zû hînî jiyana gerîla bû û bi fedakarî tevlî jiyanê bû. Hevrê Şahan ku nirxên xwe parast û di vê çarçoveyê de di xeta şehîdên leheng de meşiya, bi sekna xwe her tim bandor li hevrêyên xwe kir. Di nava her şert û mercî de li dijî dijmin li ber xwe da. Herî dawî li Xakurkê tevlî karwanê şehîdan bû.

Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd Hamza (Fatîh Demîr), Kendal (Îbrahîm Firat), Bahoz (Veysî Cebe), Çekdar (Cuneyt Yilmaz) û Şahan (Yûnûs Koçhan) em sersaxiyê li tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku ji bo pêkanîna Kurdistana azad ku xewn û xeyalên şehîdên me ne em ê têkoşînê geş bikin û bi ser bixînin.”

Di daxuyaniyê de der barê nasnameyên şehîdan de agahî hatin parvekirin:

Nasnav: Rûbar Qamişlo

Nav paşnav: Fatîh Demîr

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Zarîfe-Şakir

Dem û cihê şehadetê: 1’ê Hezîrana 2019’an / Xakurkê

 

Nasnav: Kendal Denîz

Nav paşnav: Îbrahîm Firat

Cihê jidayikbûnê: Riha

Dayik-Bav: Dûrsûn-Osman

Dem û cihê şehadetê: 2’ê Hezîrana 2019’an / Xakurkê

 

Nasnav: Bahoz Serhildan

Nav paşnav: Veysî Cebe

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Halîme-Ekrem

Dem û cihê şehadetê: 4’ê Hezîrana 2019’an / Xakurkê

 

Nasnav: Çekdar Tolhildan

Nav paşnav. Cuneyt Yilmaz

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Zozan-Behçet

Dem û cihê şehadetê: 4’ê Hezîrana 2019’an / Xakurkê

 

Nasnav: Şahan Botan

Nav paşnav: Yûnûs Koçhan

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Naciye-Ramazan

Dem û cihê şehadetê: 23’ê Hezîrana 2019’an / Xakurkê

Parve Bikin761TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Polîsên dagirker ên Tirk daxuyaniya HDP’ê ya şermezarkirin a Giyadinê asteng kirin

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Ji Gerîllayên HPG/YJA Starê Çalakiya sekvanî: 2 leşkerên dagirker ên Tirk hatin kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Ji Gerîllayên HPG/YJA Starê Çalakiya sekvanî: 2 leşkerên dagirker ên Tirk hatin kuştin

LEZGÎN - Ji Gerîllayên HPG/YJA Starê Çalakiya sekvanî: 2 leşkerên dagirker ên Tirk hatin kuştin

Çalakiya Mertalên Zindî li Bînarê Qendîlê di roja 20’an û li Bradostê di roja 10’an de didomin

Çalakiya Mertalên Zindî li Bînarê Qendîlê di roja 20’an û li Bradostê di roja 10’an de didomin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.