Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Gelê Kurd car din dilsoziya wan a bi Ocalan re nîşan da

Xwestin ku navê Ocalan ji bo van listîkên xwe bi kar bînin. Xwe spartin mezintiya Ocalan. Di dawiya dawî de hilbijartinên Stenbolê guherî û bû referandûma Rêbertiya Ocalan.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/06/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
Rêberê Gelan Ocalan: Dewleta Tirk, bi polîtikayên tunekirin û şerê encam nagire
ParvekeTweet

“Hilbijartinên 23’yê Hezîranê bi dawî bûn, lê niqaş û bandora wê dê bi salan bidome. Ji 2007’an vir ve rojeva sereke ya hilbijartinên li Tirkiyeyê Kurd û Kurdistan in. Di heman demê de ji sala 2007’an vir ve hilbijartinên ku li Tirkiyeyê tên lidarxistin hilbijartinên guherîna pergalê ne. Yanî rêya demokratîkbûn û parastina Tirkiyeyê, di têkiliya bi Kurdan re derbas dibe.

Di hilbijartinên dawî de ev qaîde xirab nebû. Kampanyaya hilbijartinê bi Kurdistanê dest pê kir û bi nameya Ocalan bi dawî bû. Bêguman helwesta herî naîf nîqaşkirina li ser nav û nirxên gelê Kurd e. Heya niha hêzên serdest hem propagandaya reşkirinê li hemberî Kurdan meşandin û hem jî operasyonên tunekirinê li hemberî Kurdan pêk anîn. Niha jî aliyekî ve êrîşa ‘Pençeyê’ dimeşînin, bi daxistina tabelayên Kurdî destdêrijiya nirx û zimanê Kurdî dikin û ji aliyê din ve ji bo ku qaşo Kurdan bixapînin behsa Kurdistanê dikin û bi Kurdiya ku ji Kurdan re qedexe kirine diaxivin.

Sedema vê yekê aşkera ye. 2 hêzên statukoparêz; Kemalîzm û Nijadiya Oldarî ji bo serdestiya pergalê di nav pêşbaziyê de ne. Her du jî di warê meseleya Kurdan û di warê demokratîkbûna vî welatî de ji hev xirabtir in. Wekî mînak, Erdogan ku 17 sal e desthilatdar e, li gel hin guherînên di pergalê de pêk aniye di warê meseleya Kurd de rê û rebazên Kemalîzmê pêk tîne. Mesela, Kemalîst piştî hilbijartinên Stenbolê, dema ku karê wan bi Kurdan qediya derbarê Kurdan de, derbarê birêz Ocalan de bi ziman û angaştên Erdogan diaxivin. Ewqas bi neyartiya Kurdan kor bûne ku rastiyan nabînin.

Kurd hêzeka diyarker in. Di encamên hilbijartinên Stenbolê de ev rastî derket holê. Ew Kurdên ku îro qedera Stenbolê, qedera Tirkiyeyê û qedera hêzên polîtîk diyar dikin, 30 sal ewil di salên 90’an de ji welatên xwe hatin qewirandin. 30 sal ewil mal û gundên wan hatin şewitandin. Wê demê bi vê yekê Çîller digot ‘an dê biqedin an dê biqedin.’ 30 sal derbas bû, Tansu Çîller, bû dirok û Kurdan ev rastî ji bîr nekir. 30 sal şûnde şirîk û hevalbendên Çîller ji Kurdên koçber ê şerê qirêj sîleyek mezin xwarin. Bi qedera Kurdan dilîstin lê niha Kurd qedera wan diyar dikin. Ev rastiya pirsgirêka Kurd e.

Li gel vê rastiyê, ev hêzên ku divê hinek aqilê xwe bidin serê xwe hewl didin ku Kurdan bixapînin. Ew Kurdên ku di çerxa felekê re derbas bûne, ew Kurdên ku li ser agir dimeşin, ew Kurdên ku jiyana wan hîn li ser xova jiyanê ye…

Xwestin ku navê Ocalan ji bo van listîkên xwe bi kar bînin. Xwe spartin mezintiya Ocalan. Di dawiya dawî de hilbijartinên Stenbolê guherî û bû referandûma Rêbertiya Ocalan. Erdogan bi xwe got ka dê Kurd bi gotina Ocalan bikin an na? Kurdan bi gotina Ocalan kir. Li îradeya xwe ya azad xwedî derketin û cardin nîşan dan ku Ocalan Serok û Rêberê wan e. Yên ku vê rastiyê nebînin jî dê ji Kurdan di demeke kurt de şimaqekê bixwin. Lewre hilbijartinên Stenbolê, cardin îradeya gelê Kurd û dilsoziya wan a bi Ocalan re aşkera û teyîd kir. Ev rastî dê hevsenga siberoja civak û siyaseta Tirkiyeyê diyar bike.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Kenan Kirkaya

Parve Bikin81TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîlla: Dilgeşî û Kelecana Çalakiya Yekem

Nivîsa Pêş

Qadên dagirkirî yên Başûrê Kurdistanê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Qadên dagirkirî yên Başûrê Kurdistanê

Qadên dagirkirî yên Başûrê Kurdistanê

Qeyûmê Nisêbînê malê şaredariyê û Navenda Ciwanan a HDP diyarî saziyên dewletê kiriye

Qeyûmê Nisêbînê malê şaredariyê û Navenda Ciwanan a HDP diyarî saziyên dewletê kiriye

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna Şehîd Lewend Qamişlo

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.