Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Tirkiye di navbera hirçê Rûsyayê û fîlê Amerîkayê de maye

Hêzên mîna Tirkiyeyê di navbera Amerîka û Rûsyayê de mayîn jî mehkûmî windakirinê ne. Niha Tirkiye heyirî maye, ji milekî ve hirça Rûsya, ji milê din ve jî fîlê Amerîkayê wê binpê dike.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/06/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ANALÎZ – Tirkiye di navbera hirçê Rûsyayê û fîlê Amerîkayê de maye
ParvekeTweet

“Pevçûnên li Idlibê diqewimin dê pêşî li gelek bûyerên dîplomatîk veke. Bi taybet di vê herêmê de nêzîkatiyên Rûsya û Tirkiyeyê wê diyarker be.

Di herêmê de Rûsya rexmî herkes dizane Tirkiye navenda komên çeteyan e û ev çete bi piştgiriya Tirkiyeyê ve her roja diçe bi çavsoriyek hîn mezintir êrîşî hêzên rejîmê û Rûsyayê dikin jî li hemberî vî emelê Tirkiyeyê bêdengiyek heye. Bi taybet di vê mijarê de bêdengiya Rûsyayê pir balê dikişîne.

Rûsya ji 2011’an vir ve yanî ji destpêka pevçûnên li Sûriyeyê ve li vê herêmê faalîyetên xwe yên leşkerî bi awayekî pir mezin pêşxist û xwe li herêmê bi cih kir. Bi vê gava stratejîk re Rûsya di erdnîgariya Rojhilata Navîn de, di warê leşkerî de piştî Amerîkayê bû hêza herî zêde ku li ser bûyer û pêşveçûnên herêmê bibe xwedî gotin. Lewma siyaseta li Rojhilta Navîn tê meşandin bi hêza leşkerî ve tê pîvandin. Ji bo vê jî Rûsya li herêmê ji bo ku di vê mijarê de xwedî gotin be hêzekî bêpîvan bi cih kir û bi vê hêza leşkerî li herêmê ket nav siyaseteke nerm.

Rûsya di erdnîgariya Rojihilata Navîn de bi gelek hêzên dijber re di nav têkiliyek xurt de ye. Li Sûriyeyê ji destpêkê ve bi Îranê re tevdigere û têkiliyên ku bi Îranê re hatine pêşxistin mirov nikare ji rêzê binirxîne. Rûsya di vê herêmê de bi siyaseta xwe ya nerm Îsraîlê jî ji xwe dûr nexist. Heta mirov dikare bêje ji derveyî grûbûn çete bi hemû hêzên ku li herêmê hene Rûsya di nav diyalog û têkîliyan de bû. Yanî li herêmê ji bo Rûsyayê gotina; “dijminê dijminê min, dostê min e” tu wateya xwe nîne. Ew hem bi dostê dijminê xwe re û hem jî bi dostê xwe re keştiya xwe dide meşandin.

Bûyerên ku îro li Idlibê diqewimin jî vê rastiyê piştrast dike. Rûsya ji hêlekê ve bi serok û fermandarê komên çeteyan Recep Tayyîp Erdogan re di nav têkiliyek xurt de ye, ji mile din ve jî li herêma Idlibe di nav şer de ye. Bêguman komên çete yên ku li herêma Idlibê bi cih bûne yekser ne tenê bi Tirkiyeyê ve girêdayîne. Ji hêla hêzên navnetewî ve Tirkiye wek xwediyê wan yanî şivanê wan hatiye erkdarkirin. Ev jî dide diyakirin ku li pişt perdeyan fermanan didin Tirkiyeyê jî hene. Ger ev komên çete ji hêla hêzên navneteweyî bi taybet ji hêla Amerîkayê ve nehatan piştgirîkirin wê demê dê Amerîka ku pêşengiya ji hêza koalîsyonê re dike li hemberî êrîşên Rûsyayê yên li ser Idlibê wisa aciz û bertekên tund nîşan nedida.

Ev hêzên ku di bakurê Sûriyeyê de qaşo xwe hevalbend û dostê kurdan didin nîşandan çima li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker a li ser Efrînê bêdeng man. Ji ber ku di armanca wan de bi van êrîşan dixwestin destê kurdan lewaz bikin û wan bi xwe ve bidin girêdan. Ev êrîş jî bi awayekî plankirî hatin pêşxistin. Lewma pêşî li êrîşên Tirkiyeyê vekirin û dengê xwe ji van êrîşên hovane re dernexistin.

Di vir de mirov dikare vê bibîne û birnirxîne. Rast e, Rûsya di herêmê de bi awayekî xurt xwe bi cih kiriye. Lê di roja me ya îroyîn de hemû hêzên global bi hebûna yê dijberî xwe, xwe bi hêz dikin. Yanî yê dijberî te çiqas bihêz be tu jî her ewqas bi hêz î, hêza te bi hebûna dijminê te ve tê pîvandin. Lewma li herêmê Rûsyeke wisa bi hêz û xurt her tim destê Amerîkayê xurt dike û wê hîn bi hêztir dike. Dîsa li herêmê li dijî Amerîkayek xurt û xwedî bi hêz, di çavê rejîm û hevalbendê wê de Rûsyayê mezin dike. Ji bo vê yekê ev hêzên ku li herêmê qaşo di nav pevçûna de ne di rastiyê de bi hev re kar didin meşandin.

Ji bo vê yekê jî tu feydeyek mezin a van hêzan nagihêje gelê herêmê. Ji ber ku şerên didin meşandin ne ji bo azadiya gelan e, ji bo berjewendiyên xwe didin meşandin. Li Idlibê ev bi awayekî aşkera hat dîtin. Derdê tu hêzê ne ew e ku herêm ji çeteyan bê paqijkirin. Derdê wan ew e ku dê berjewendiyên wan çi bibin. Di encam de, di erdnîgariya Rojhilata Navîn de li hemberî gelê kurd û tevgera azadiya Kurdistanê ev hêzên ku di komploya sala 1999’an de cih girtine di heman eniyê de dîsa kom bûne û armanca wan ew e ku destkeftiyên gelê kurd têk bibin. Di Efrînê de ev plana xwe aşkera kirin. Di Idlibê de jî yekitiya xwe dan nîşandan. Pêwîst e li hemberî van plan û projeyên qirêj di serî de gelê herêmê hemû aliyên azadîxwaz hişyar bin.

Hêzên mîna Tirkiyeyê di navbera Amerîka û Rûsyayê de mayîn jî mehkûmî windakirinê ne. Niha Tirkiye heyirî maye, ji milekî ve hirça Rûsya, ji milê din ve jî fîlê Amerîkayê wê binpê dike. Wek gotinên pêşiyên rûs dibêjin; “Dema hirç mirov rake dansê, biryara rûniştinê jî ew dide.” Êdî di vî şerî de biryara sekinandinê tirk nikarin bidin. Biryar ya hirç û fîlê ye.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Êrîş Qoser

Parve Bikin2TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 16’ê HEZÎRANÊ 2019’an

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – ‘Ji hilbijartina Şaredariya Stenbolê re çend roj man’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – ‘Ji hilbijartina Şaredariya Stenbolê re çend roj man’

ANALÎZ - 'Ji hilbijartina Şaredariya Stenbolê re çend roj man'

Ji pênûsa Gerîlla – Rûpelek nû ji jiyana min

Ji pênûsa Gerîlla - Rûpelek nû ji jiyana min

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.