Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 4 gerîllayên jin eşkere kir

Hêzên Parastina Gel (HPG) 4 gerîlayên jin ên li Botan û Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, bibîr anîn.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/06/2019 - 12:24
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 4 gerîllayên jin eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Li gorî daxuyaniya ji aliyê HPG’ê ve hatibû dayîn hate ragihandin ku di encama bomberdûmana operasyona artêşa Tirk a 30’ê Nîsanê de ya li devera Cûdî ya Şirnexê destpêkirî de hevrêyên me Ekîn Hediye Telhayî (Ekîn Çildiran), Elîf Baran (Jînda Jîn) û Şîrvan Dere (Roza Eylem) şehîd bûne.

Her wiha di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku 31’ê Gulanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlaya bi navê Serpîl Tunç (Arjîn Amara Şemse) ji ber nexweşiyekê şehîd bûye.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de li ser gerîlayên jin ên li Botan û Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne ev tişt got:

“Hevrêya  me Ekîn Çaldiran li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Hevrê Ekîn ku di nav çand û nirxên kûr de mezin bûyî, hê bi ciwantî polîtîkaya asîmîlasyonê û zextê ya li ser gelê Kurd dibîne.  Li dijî polîtîkayên dijî mirovî yên li ser gelê Kurd hevrêya me Ekîn ketiye pey lêgerîna heqîqetê û Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kiriye. Hevê Ekîn ku 2010’an tevlî nav refên azadiyê dibe ji roja tevlêbûnê ve, hebû hebûna xwe dide têkoşîna azadiya gelê Kurd. Bi helwesta xwe ya fedekar, kedkar û paqij a di nav jiyanê de ji hevalên ciwan re  bûye hêzeke mezin. Heta wê kêliya şehîd bûyî jî, ji bo azadiya Kurdistanê xwe nedaye paş û bûye yek ji karekterê milîtanê fedayî.

Hevrêya me Jînda Jîn 1994’an li Silopya ya Şirnexê di nav malbateke welatparêz de jidayik bûye. Hevrê Jînda ku li ser nava Botanê, ya ku gelek mêr û jinên dilêr ji xwe derxistî, mezin bûyî, bi hîsên welatparêziyê yê herêmê mezin bûye û têkoşîna azadiyê nas kiriye. Hevrê Jîndar ku azadiya gelê Kurd di têkoşîna aktîf a dijî dijmin de dîtî, 2011’an tevlî nav refên gerîla bûye. Ji bo ku xaka ku lê çêbûye û mezin bûye ji dagirkeriya dijmin rizgar bike, hevrê Jînda meşa di rêya birûmet de daye ber xwe, bi îdeolojiya Rêbertiyê bi xwe perwerdekirinê, xwe kiriye milîtaneke mînak. Hevrê Jînda ku di nav tevgerê de hemû peywirên xwe bi serkeftineke mezin bi cih anî, bi şêwazeke milîtaniya fedayî li dijî dijmin di nav şer de bû. Hevrê Jînda ku bi rasteqîniya şehîdan re xwe kirî yek, li xaka ku lê jidayik bûye rê nedaye dagikeran û bûye fedayî.

Hevrêya me Roza Eylem ku li Colemêrê li nav derdoreke welatparêz jidayik bûyî zexta dewleta Tirk a li ser Kurdan ji nêz ve dîtiye, hevrê Roza ku li dijî vê hişmendiya faşîst ku bi xedarî êrîşê tîne ser Kurdan biryara tevlêbûna aktîf dide û 2010’an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, nav refên gerîla. Hevrê Roza ku ji roja tevlî nav gerîla dibe pratîk e, peywirên ku ji bo azadiya gelê Kurd dayî ser xwe bi çand û exlaqê şoreşger nêzîktêdayîn lê kiriye. Hevrê Roza ku bi dilpakî, ken û jidiliya xwe ji hevrêyên xwe re bûyî mînak, bûye milîtîna mînak a demê. Li Botanê ku ji bo ku yekîneyên dijmin jê hilqetîne bi şerkirine fedayî şehîd dibe.

Hevrêya me Arjîn 1985’an li Sêrtê li derdoreke welatparêz jidayik bûye. Hevrê Arjîn ku bi tecrûbeya derdora welatparêz, bi zanîn û çand û îdeolojîk xwe gihandiye, li dijî polîtîkayên zextê, asîmîlasyonê û tinekirinê 2010’an tevlî nav gerîla dibe. Hevrê Arjîn ku piştî tevlî nav gerîla dibe bi keddariya xwe di demeke kurt de gihiştî, her demê li ser felsefeya jiyana azad a  Rêber Apo xwe perwerde kiriye. Hevrê Arjîn ku li ser Xeta Jina Azad bi peywirên girîng rabûyî, li Qadên Parastinê yên Medyayê li dijî dijmin bi aktîfî têkoşiyaye. Heta kêlîka şehîdbûnê jî hevrê Arjîn ku bi dirûşma ”Rêbertiya Azad- Kurdistana Azad” jiyayî, her dem bûye xwedî helwesteke fedayî.

Di şexsê hevrêyên Ekîn Çaldiran, Jînda Jîn, Roza Eylam, Arjîn, Amara Şemsê de, ku bi jiyana xwe, bi helwesta xwe û bi baweriya bi serfiraziya doza azadiya Kurd ji bo me hemûyan bûne mînak, em sersaxiyê didine malbatên wan ên hêja, gelê Kurdistanê yê welatparêz, em sond dixwin ku şerê azadiyê ku şehîdên me gav bi gav kirin, bi serfiraziyê tacîdar bikin û bîranînên wan bidin jiyîn.”

Nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ekîn Çaldiran
Nav û Paşnav: Hediye Telhayî
Cihê Jidayikbûnê: Xoy
Navê Dayikê-Bav: Halîme – Nesîm
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Cûdî/30’ê Nisana 2019
Nasnav: Jînda Jîn
Nav û Paşnav: Elîf Baran
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bav: Ayşe – Hasan
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Cûdî/30’ê Nisana 2019
Nasnav: Roza Eylem
Nav û Paşnav: Şîrvan Dere
Cihê Jidayikbûnê:Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Şukriye – Tahir
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Cûdî/30’ê Nisana 2019
Nasnav: Arjîn Amara Şemse
Nav û Paşnav: Serpîl Tunç
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayikê-Bav: Tenzîle – Necmettîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Herêmên Parastinê yên Medyayê/31’ê Gulana 2019
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Amed çalakiya nivîs û rê girtinê pêk anîn

Nivîsa Pêş

YPJ’ê encamnameya 2’emîn Konfernasa xwe ragihand

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YPJ’ê encamnameya 2’emîn Konfernasa xwe ragihand

YPJ’ê encamnameya 2'emîn Konfernasa xwe ragihand

TAYBET – Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal: “Gerilla wê Tc poşman bike”

TAYBET - Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal: "Gerilla wê Tc poşman bike"

Şirovê 1

  1. Geri bildirim: HPG’ê derbarê şehîdên Xakurkê tekzîpek weşand – Nûçe Ciwan

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtîya Xwendekarên li hev civîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Bi xwendina fikrên Rêber Apo em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.