Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: “Berxwedana bi giyanê azadiyê, xwebirêxistinkirin û çalakbûn wê faşîzmê qels bike”

KJK’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê ne bi tenê li dijî PKK’ê ye, li dijî hemû gelên Kurdistanê ye û got ku “Berxwedana bi giyanê azadiyê, xwebirêxistinkirin û çalakbûn wê faşîzmê qels bike.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/06/2019 - 14:53
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KJK: “Berxwedana bi giyanê azadiyê, xwebirêxistinkirin û çalakbûn wê faşîzmê qels bike”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî têkiliya di navbera hikumeta Hewlêrê û PDK’ê da.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Operasyona dagirkeriyê ya ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û dagirker hatiye destpêkirin, li hundir û derve didome. Ev operasyonên dagirkeriyê piştî hevdîtina bi Rêbertî re û bidawîkirina grevên birçîbûnê hate destpêkirin. Di heman demê de ev dagirkerî bi hilbijartina serokatiya hikumeta herêmî ya Kurdistanê û bi serdana Serokkomarê Iraqê ya li Tirkiyeyê hate destpêkirin. Ev jî asta têkiliyên di navbera Tirkiye, hikumeta Iraq û hikumeta herêmî diyar dike.

EV ÊRÎŞ NE BI TENÊ LI DIJÎ PKK’Ê LI DIJÎ HEMÛ GELÊN KURDISTANÊ YE

Artêşa Tirk a dagirker gelek caran bi operasyonên faşîzan û terorîstî êrîşî Başûrê Kurdistanê kiriye. Di van êrîşan de malên gel hatine bomberdûmankirin û gelek mirovên me hatine qetilkirin. Tê dîtin ku ev êrîş ne bi tenê li dijî PKK’ê li dijî hemû gelên Kurdistanê ye. Faşîzma AKP û MHP’ê bi projeya Osmaniyan a nû re dixwazin têkevin her derê û bi rêya operasyonên dagirker hewl didin krîzên xwe yên siyasî, ekonomîk û civakî veşêrin.

ZEMÎNA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ÎRANÊ TÊ AMADEKIRIN

Hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK jî alîkariyê didin vê operasyona dagirker. Di heman demê de hewl tê dayîn zemîna êrîşên li dijî Îranê jî were avakirin.

Dewleta Tirk ji sala 1992’an û vir ve, li dijî Başûrê Kurdistanê gelek operasyon li dar xistiye. Di van operasyonan de berxwedana bi rûmet a gerîlayan baş tê zanîn. Şehîd Bêrîtan li hemberî dagirker û hevkarên wan, helwesteke gelekî zelal nîşan daye. Ev helwest û xeta azadiyê hê jî didome. Em helwesta berxwedêr a gerîlayên HPG û YJA STAR’ê silav dikin.

PKK HÊVIYA HEMÛ KURDISTANÊ YE

Di gelek qonaxên têkoşîna me de gelê me yê li Başûrê Kurdistanê xwedî li gerîla û PKK’ê derdikeve. Gelê me yê li Bradostê bi salan e xwedî li nirxên xwe derketine. PKK û gerîla jî her dem bi gelê Kurd re bûne. Li Kerkûk, Şengal û Rojava bi hezaran caran ev diyar kirine. PKK Başûrê Kurdistanê jî di nav de, hêviya hemû Kurdistanê ye. Gelê me baş bi vê yekê dizane.

Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê 22 baregehên wê yên leşkerî, îstîxbarat û yekîneyên veşartî hene. Sedema ku bêyî astengî dikarin li vê derê xebatên xwe bidomînin, helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê û ya PDK’ê ye. Hikumeta federe ya Kurdistanê ji bo hin berjewendiyên xwe yên aboriyê, bi rayedarên dewleta Tirk tifaqan çêdikin. Di vê tifaqa PDK û Tirkiyeyê de berjewendiya gelên me tune. Berevajî vê, nirxên gel tên dizîn û gelê me hejartir dibe. Bi vê operasyona dagirkeriyê re dixwazin qada Bradostê bikin navenda mêtingeriyê. Ji ber vê jî têkoşîna li dijî vê dagirkeriyê, peywira hemû Kurdan e. Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê wê van operasyonan qet qebûl nekin. Gelê me herî dawîn li Şêladizê hêrsa xwe nîşan dabû û xwestibû artêşa Tirk a dagirker ji nav axa Başûrê Kurdistanê derkeve. PDK di serî de divê hêzên siyasî vê helwesta gel bibînin.

BERXWEDANA GERÎLA

Li hemberî vê dagirkeriyê gerîlayan derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine û helwesta Şehîd Bêrîtan temsîl dikin. Em hêzên gerîlayan ên li Xakurkê silav dikin. Hemû rewşenbîr, ronakbîr, rêxistinên jinan û ciwanan ên li Başûrê Kurdistanê divê ji dagirkeriya Tirkiyeyê re bibêjin ‘Êdî bes e’ Ji ber ku Erdogan êrîşî hemû destkeftiyên gelê Kurd dikin.

Li Kurdistanê tişta diyarker wê helwesta gelê Kurd û ya hêzên demokrasiyê bin. Berxwedana bi giyanê azadiyê, xwebirêxistinkirin û çalakbûn wê faşîzmê qels bike û wê serkeftinê bîne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mamosteyê ku tecawîzê xwendekarek kir hat girtin!

Nivîsa Pêş

Jinên Ciwan li Biradostê dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Jinên Ciwan li Biradostê dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir

Jinên Ciwan li Biradostê dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir

LEZGÎN – Gerîllayan li Xakûrkê, Qers û Çelê li dagirkeran da

LEZGÎN - Gerîllayan li Xakûrkê, Qers û Çelê li dagirkeran da

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.