Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Li herêmê planên qirêj hene’

Tê gotin ku wê Amerîka, Îsraîl û Rûsya ji bo Talîban ji lîsteya terorê derxin di demek nêz de li hev bicivin. Di vê mijarê de Wezîrê Karê Derve yê her sê dewletan bi rayeydarên Afganistanê re jî çend cara li hev rûniştine. Hewldanên bi hêza Talîban kurdan bêbandor bikin jî wê tu carî bi ser nekeve.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/06/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Li herêmê planên qirêj hene’
ParvekeTweet

“Pêşveçûnên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn diqewimin, helwestên dewletên di vê herêmê de xwedî bandor in wisa dide diyarkirin ku wê demek dirêj li vê herêmê şer û pevçûn berdewam bikin.

Li Sûriyeyê şer û pevçûnên diqewimin bi her awayî pêşî li çareseriya siyasî digire. Dewletên ku ji vî şerî sûd werdigirin, ji xwe re Sûriye kirine navenda perwedeya leşkerî û bazara çekên modern. Lewma dewletên ku bi hêza çekdarî tevdigerin polîtikayên xwe li ser îradeya siyasî ya herêmê jî ferz dikin û naxwazin pêşî li diyalog û çareseriyê vebe.

Di serî de Amerîka û Rûsya gelek dewlet li herêmê vê polîtîkayê bikar tînin. Wisa diyar e ku wê ev şerê ku li gor bazara çekan tê meşandin dê di nav sînorê Sûriyeyê de sînordar nemîne. Di van çend mehên dawî de gefên ku Amerîka li Îranê dixwe nîşaneya vê yekê ye. Her çiqas ev gefên Amerîkayê di warê pratîkî de hîn nehatibin zelalkirin jî ji bo gelên herêmê nîşaneya qiyametên nû ye.

Tirkiyê jî bi aqilê Erdogan xwest di vê lîstika mezin de cihê xwe bigire. Lewma ji milekî ve Amerîka ji milê din ve jî dixwaze Rûsyayê îdare bike û xwe di herêmê de bibandor bike. Lê gefên Amerîkayê ku ji bo Îranê kirin di haman demê de ji bo Tirkiyeyê ye jî. Vê yekê rayedarên tirk baş dizanin. Lewma di van rojên dawî de li Moskovê ji bo tirkan û projaya S-400’an gelek tiştên nexweş tên gotin.

Her çiqas tirk bêjin em di projeya fûzeyên S-400’an de xwedî israr in jî rayedarên Rûsyayê wisa nafikirin. Bi taybet tê gotin ku wê Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna G-20 ku wê di 28-29’ê Hezîrana 2019’an de li Japonyayê bê lidarxistin, li ser vê mijarê biaxivin. Di heman civînê de wê Erdogan bi Serokdewletê Rûsya Vladermîr Pûtîn re jî rûnê. Lê li Moskovê tên gotin ku wê Erdogan beriya civîna G-20 serdana Moskovê bike û vê mijarê bi Pûtîn re zelal bike. Bi kurtasî Tirkiye bi vê projeya S-400’an li herêmê dest û lingê xwe girêdaye. Niha li herêmê nikare li dijî polîtikayên Rûsya û ya Amerîkayê jî derkeve. Ji bo Tirkiye yek rêyek heye ew jî ger li gor berjewendiyên van dewletên mezin tevbigere wê demê heya radeyakê ji bo wê destûr heye ku li herêmê bimîne û di çarçoveya qaşo parastina sînorê xwe de di nav tevgerek leşkerî de be.

Lê di dewleta tirk de ji ber ku lîstik û xayintî bidawî nabe her tim çavên van dewletên mezin jî li ser Tirkiyeyê ye. Di van çend rojên derbasbûyî de li herêma Hema di êrîşek komên çete de 23 leşkerên rûs jiyana xwe ji dest dan. Gelek cara Rûsya agahiyên ku derbarên pevçûnên li herêmê diqewimin nade lê ev cara yekem e ku Rûsya bi hêjmarek wisa mezin windahiyên xwe xwe dide û yekser bi vê ve bêyî ku nav bide hin dewletên herêmê tewambar dike. Ez bawer im bi vê ve dixwazin mesajê bidin kê û çi, ji hêla herkesî ve baş tê zanîn.

Mijarek din a şer û polîtîkayên li herêmê tên meşandin ji nêz ve eleqedar dike nêzîkatiyên ji bo Talîban tên pêşxistin e. Di van rojên derbasbûyî de Wezîrên Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskovê şandeya Talîban pêşwazî kir.

Tê gotin ku wê Amerîka, Îsraîl û Rûsya ji bo Talîban ji lîsteya terorê derxin di demek nêz de li hev bicivin. Di vê mijarê de Wezîrê Karê Derve yê her sê dewletan bi rayeydarên Afganistanê re jî çend cara li hev rûniştine. Lê ji ber ku tevgera Talîban di nav xwe de ji çend beşa pêk tê û her beşek nêzî welatekiye hîn negihaştine encamek bingehîn. Lê li gor agahiyên hin rojnameyên li Rûsyayê weşanê dikin, bi vê hamleyê re Amerîka û Îsraîl dixwazin li herêma Rojihlata Navîn amedekariyên şerekî nû bikin. Di hedefê de jî Îran heye. Lewma îro nêzîkatiyên Rûsya û Tirkiyeyê jî di vê mijarê de pir girîng in. Ji ber ku Tirkiye di mijara S-400 û tekîliyên wê yên bi komên çete re, ji hêla Îsraîl û Amerîkayê ve di nav plan û projeyên nû de zêde cîh jê re nayê veqetandin. Rûsya jî, ji ber ku di şerê Sûriyeyê de tu pêşketinên ku pêşî li siyaseta herêmê veke jiyan nekiriye û li herêmê bazara xwe ya çeka daye avakirin Amerîka û Îsraîl bi gûman nêzî wê dibin. Lê di şerekî mûhtemel ê li dijî Îranê de kes nikare rola Rûsyayê ji nedîtinê were.

Nêzîkatiyên Îsraîl, Amerîka û Rûsyayê yên dixwazin hêzêkî çekdarî li herêmê ava bikin, wê çi bi gelê herêmê bide qezenckirin hîn ne diyar e. Ji ber ku Talîban ji hêla hemû welatên cîhanê ve wek hêzekî terorîst tê binavkirin û dîtin. Di Îranê de wê ev hêz çiqas bikaribe bibe xwedî rolek aşitiyane. Bêguman bi vê ve dixwazin pêşî li hêza gelê kurd jî bigirin. Ji ber ku di şerekî li dijî Îranê de bêyî kurdan ne mûmkun e ku serkeftinekê bidest bixin. Lê ji ber gelê kurd û tevgerên ku îradeya gel temsîl dikin şerekî berjewendiya gel tê de nebe wê tu carî qebûl jî nekin û nekevin nav şer. Ji ber vê jî dewletên ku bi şer xwe li ser pêyan digirin hewl didin ku bi dijminên xwe re di heman eniyê de şer bikin. Lê li ser axa Rojhilata Navîn bi taybet li ser axa Medan tu carî zordestî bi serneketiye. Hewldanên bi hêza Talîban kurdan bêbandor bikin jî wê tu carî bi ser nekeve.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Êrîş Qoser

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – ‘Meha Hezîranê jî meha berxwedanê ye’

Nivîsa Pêş

NIRXANDIN – Di Nava Dîroka Kurdan De Jinên Ku Derketine Pêş – I

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
NIRXANDIN – Di Nava Dîroka Kurdan De Jinên Ku Derketine Pêş – I

NIRXANDIN - Di Nava Dîroka Kurdan De Jinên Ku Derketine Pêş – I

TAYBET – Dîrok 1’ê Hezîran 2004: Gerilla dîsa bi berxwedanê dagirkeriyê têkbir

TAYBET - Dîrok 1'ê Hezîran 2004: Gerilla dîsa bi berxwedanê dagirkeriyê têkbir

Manşet

  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.