Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Wa bihar hat têkoşer bi ser ketin’

Her tim li hemberî bandora Ocalan konseptên taybet hatin afirandin. Ji bo ku bandora Ocalan bê şikandin, komploya navneteweyî yek ji van konseptên taybet bû û hîn jî bi awayekî ev konsept di meriyetê de ye û didome. Tecrîd yek ji van konseptên taybet e. Dixwazin hêza Ocalan bişikînin, bandora wî jî bi sînor bikin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
30/05/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Wa bihar hat têkoşer bi ser ketin’
ParvekeTweet

“Em kelogirî bûn. Di qirika me de hêsir nîvco man. Hêsirên kêfxweşiyê. Vê carê em bi hev re kêfxweş in, vê carê dengê azadiyê digihîje guhê me. Berxwederên ku bi mehan e bedena xwe dihelînin, vê carê stranên serkeftinê dibêjin. Gelê kurd kêfxweş e. Rastî û heqîqet bi ser ket, dayik bi rûmet in, ewladên wan dilgerm û serfiraz in. Rûmeta mirovahiyê şên û şa dibe.

Êdî di siyaseta Tirkiyeyê de têgeha ‘Bandora Ocalan’ heye. Bandora Ocalan, dijberê qelsiyê, xemsariyê, bêteqiyê, hêvîşikestinê ye. Bandora Ocalan bihar e, xweşbînî ye, hêvîdarî, serfirazî, serkeftin e. Kengê ku Ocalan dikeve dewreyê hêviya aştiyê derdikeve holê, kengê hêviya aştiyê jîn bibe jî dewlet li hemberî vê yekê operasyonan li dar dixe. Bandora Ocalan tenê bi rewşa Tirkiyeyê ve têkildar nîn e. Bandora Ocalan îro ji sînorê Rojhilata Navîn jî der bûye û li ser siyaseta cîhanê bandor dike. Bandora Ocalan azadîxwaz û aştîxwaz e. Bandora Ocalan li her derê li hemberî qerisandinê û hevsenga xirabiyê, guherînê ferz dike.

Di encama greva birçîbûnê de bi sînor be jî deriyê Îmraliyê nîvco bû. Ji wê deriyê niha ronî diherike. Ji peyamên Ocalan tê fêmkirin ku motivasyona Ocalan a herî mezin der barê Rojava de ye. Peyamên Ocalan nîşan dide ku çareseriyek li Rojava bê ditîn dê bandora xwe li ser hemû heremê bike. Çareseriya Rojava dê modela Tirkiyeyê çareseriya Tirkiyeyê bi xwe re bîne. Serfiraziya herî mezin a berxwedana greva birçûnê ew e ku pêşî li vê pêvajoyê vekiriye.

Her tim li hemberî bandora Ocalan konseptên taybet hatin afirandin. Ji bo ku bandora Ocalan bê şikandin, komploya navneteweyî yek ji van konseptên taybet bû û hîn jî bi awayekî ev konsept di meriyetê de ye û didome. Tecrîd yek ji van konseptên taybet e. Dixwazin hêza Ocalan bişikînin, bandora wî jî bi sînor bikin. Lê Ocalan çiqas bê dorpêçkirin, çiqas bi ser de biçin bandora wî ewqas mezin dibe.

Her wiha dewlet dev ji van politîkayên têkçûyî bernade. Her dem defikan diafirîne, her dem komploger e, her dem aktorek ku pê bawerî nabe ye. Niha cardin di demeke ku hêviya aştiyê derketiye holê de operasyonek berfireh da destpêkirin. Ev operasyon li hemberî hêviya aştiyê ku bi hevdîtinên Ocalan re derketiye holê tê lidarxistin. Dewlet îhtîmala aştiyê jî ji xwe re wekî tehdîd dibîne. Ev operasyon li hemberî bandora Ocalan tê lidarxistin.

Îhtîmal heye ku di rojên pêşiya me de hîn provakasyonên cuda derkevin holê. Ev konseptên vala derxistina hêviya aştiyê, rêbazên dewletên serdest in. Di pirsgirêkên bi vî awayî de tu pêvajo di demek bêpirsgirêk de negihîştiye encamê. Dîsa demên hevdîtinê demên ji enfeksiyonê re vekirîne. Di navbera Îsrail-Filistîn de ev 40 sal e hevdîtin hene. Neteweyên Yekbûyî di dewreyê de ye. Dîsa jî 40 sal e şer didome. Şerê Sûriyeyê li gel hevdîtinên Cenevre û Astanayê didome. Her wiha mînakên bi vî rengî gelek in.

Lê çi dibe bila bibe berxwederên greva birçîbûnê, girtiyên azadiyê bi ser ketin. Ev operasyon nikarin bandora Ocalan bişikînin. Tu hêz nikare rastî û heqîqetê asteng bike. Delîla di straneke xwe de bang li jinên şoreşger dikir û digot “wa bihar hat hûn ku ve diçin.” Wa bihar hat welatê me bi berxwedanê… Geş û şîn bû zozan û çiyayên me. Kurd niha cejnê dijîn. 40 sal e hemû cejn li kurdan hatin herimandin. Niha kurd bi berxwedana xwe cejnê dijîn. Berxwedêr bi ser ketin. Bihara gelên heremê daîm û mayînde be.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Kenan Kirkaya

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gêrîlla: Ger Jiyanek Hebe Divê Azad Be!

Nivîsa Pêş

Li Qamişlo şanoya ‘Koledar tenê azadiyê dixwazin, azadxwaz wê diafrînin’ hate pêşkêş kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Qamişlo şanoya ‘Koledar tenê azadiyê dixwazin, azadxwaz wê diafrînin’ hate pêşkêş kirin

Li Qamişlo şanoya 'Koledar tenê azadiyê dixwazin, azadxwaz wê diafrînin' hate pêşkêş kirin

Bayik: Berxwedan wê bidome!

Bayik: Berxwedan wê bidome!

Manşet

  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dêrazor komxebat li ser Doza Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.