Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Dayik li hemberî tecrîdê û ji bo xwedî derketina berxwedanê li her derî di nava çalakiyan de ne

Li Edene û Enqereyê dayikên berxwedêrên girtî çalakiyên xwe didomînin. Li Dersimê saziyan hukumet hişyar kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/05/2019 - 16:10
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
Dayik li hemberî tecrîdê û ji bo xwedî derketina berxwedanê li her derî di nava çalakiyan de ne
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Edenê dayikên berxwedêrên girtî dadikevin kolanan û bi çalakiyên xwe xwedî li berxwedanên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê derdikeve. Malbatên li Enqereyê çalakiyên xwe didomînin, daxuyanî dan. Li Dersimê jî sazî li dijî tecrîdê derketin kolanan û hukumet hişyar kirin.

EDENE

Li Edenê malbatên girtiyên berxwedêr ji bo balê bikêşin ser tecrîd û berxwedana li hemberî tecrîdê, çalakiya rûniştinê ya li Parka Îsmet Înonu dayî destpêkirin di roja 11’an de didomin. Polîsên Tirk, dayik dorpêç kirine, nahêlin kes nêzikî wan be, lê belê dayik çalakiya xwe didomînin.

Parlamentera HDP’ê Tulay Hamîtogullari û rêveberên HDP, HDK û TUAY-DER’ê hatin parkê û serdana dayikan kirin.

Di dema ku serdana dayikan didomiya, polîsên Tirk kontrola nasnameyan kir û kesek bi hinceta ku di derbarê wî de biryara lêgerînê heye destgîr kir.

Dayikan, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê tecrîd bê rakirin û dengê berxwedêran bê bihîstin ku zarokên wan jiyana xwe jidest nedin.

DERSIM

Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasî ya Dersimê ji bo balê bikêşin ser tecrîd û berxwedanann li Kolana Hunerê li hev civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên partiyên siyasî HDP, DBP, ESP, EMEP, SMF, CHP û komalayên Pîrsultan Abdal, ÎHD, DAD, Baroya Dersimê tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de pêkhateyan bal kişand ser bêhiqûqiya hukumetê û çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî vê bêhiqûqiyê pêk tên û diyar kirin ku divê demildest tecrîd bê rakirin, da ku hê berxwedêran jiyana xwe ji dest nedayî.

ENQERE

Dayikên ji bo zarokên xwe yên li dijî tecrîdê ketî berxwedana greva birçîbûnê, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiya rûniştinê pêk tînin, çûn Navenda Giştî ya ÎHD’ê û daxuyanî dan. Serokê giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû.

Turkdogan got, “Wezareta Karê Hundir daxuyaniyek da. Diyar kir ku qedexeya hevdîtina li Îmraliyê rabûye. Heke qedexe rabibe, bila malbat û parêzer hevdîtinê bikin.

Divê her kes guh bide dengê dayikan. Em li vê xakê di mijara têkoşîna demokrasî û mafê mirovan de rista dayikan baş dizanin. Lê belê îro li hemberî dayikên li Gebze, Stenbol, Wan, Êlih û gelek cihan tundiyan polîsan pêk tê. Em vê yekê qebûl nakin. Êşkence û zext li dayikan tê kirin mixabin. Em Wezareta Karê Hundir hişyar dikim ku dest nedin mafê dayikan a protestokirin.”

Dayika Nezahat Teke ku li ser navê dayikan jî axivî got, “em li ser navê dayikên ku li kolanan li ber xwe didin, lêdanê dixwi, pora wan tê kişandin, li erdê tên kaşkirin, li vir in. Ji bo me saet û xulek girtîng in lê belê heta niha hevdîtin pêk nehatiye.”

Dayika Ayşe Alici jî axivî û got, “Em dayik in. Kezeba me dişewite. Divê her kes çi ji destê wan tê bikin.”

Parve Bikin4TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dagirkeriya Tirk zêdetirî 11 hezar hektar ji daristanên Efrînê şewitand

Nivîsa Pêş

Li Xelfetiyê polîsên dagirker îşkençeyê li Gel dike

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Xelfetiyê polîsên dagirker îşkençeyê li Gel dike

Li Xelfetiyê polîsên dagirker îşkençeyê li Gel dike

LEZGÎN – Li Xakurkê, Botan û Dêrsimê: 9 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin

LEZGÎN - Li Xakurkê, Botan û Dêrsimê: 9 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.