Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Roj ew roj e…’

Ev meşek azadiyê ya hesreta sedan salan ku kalikên me di oxira wê de li sêdaran hatin dayîn e. Ev qêrîneke ya ku jinên serhildêr ên di lat û zinarên kelhên azadiyê de li ber zilmê û teslîmyetê beden kirin baz û di latan de azad firandin e.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/05/2019 - 0:02
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Roj ew roj e…’
ParvekeTweet

“Ev şer, şerê yên daxwaza azadî û rizgarbûna ji koledariya hezar salî ye ku li ser hatî ferzkirin, ji temara mirinê ji nû ve vejînê ye. Şerek e yên ku bedenên wan ji bo serfiraziyê dişewite û dikele ye. Ev têkoşîn, ya yên hatin kuştin û beton li ser bedena wan hatî rijandin e. Ev serhildan heyfa zarokên ji dayikan hatî veqetandin, jinên hatin firotin, keçên di qesran de xwe avêtîn û jin û mêrên hatin kolekirin û li bazaran hatin firotin e.

Ev meşek azadiyê ya hesreta sedan salan ku kalikên me di oxira wê de li sêdaran hatin dayîn e. Ev qêrîneke ya ku jinên serhildêr ên di lat û zinarên kelhên azadiyê de li ber zilmê û teslîmyetê beden kirin baz û di latan de azad firandin e.

Vî warî, vê axê û van zindanan şahidî ji gelek leheng, mêrxas û jinên egîd ên çav li ber zilmê nedan serhev û têkoşiyan re kiriye. Ne yek û ne jî bi hezaran, mêrxwaz û egîd dest dan hev û ji bo kêliyekê bijîn, beden kirin qurban. Kî dê vê ji nedîtî ve were, kî dê vê nebîne. Em neviyên wan û yên li pey wan in. Ji bo wê ye sonda me, kîna me û armancên me mezin in.

Bax û şînkahiya van waran bi xwîn û hesretên wan şîn dibin, me ji kaniya hestên wan, ji tola wan û ji bedena wan xwîn mijandiye û mezin bûne. Ma em ê bihêlin ku hêlîna em lê mezin bûne, ji têkoşer û lehengan xalî bibe. Ma zarokê li ber bedenan bi xwînê mezin bûyî, wê bihêle meşaleya azadiyê bê agir bimîne û sar bibe. Mejiyê me û hesreta me bi wê lê dide û vedije. Bi sirûd û sondên wan ên azadî û serfiraziyê derdûşa me hejiyan. Bi lehengî û egidiyên wan raketin û mezin bûn.

De rabin, bibînin hûn neviyê kîjan qewm û lehengan in. Li ber bedenê dayik û xwedawendên bi keziyên xwe, xwe bi sêdar kirin, bi xwîna xwe we mezin kirin. De rabin, dayika xwedawend a li Kevana Zêrîn a Bereketê dergûşa mirovahiyê hejan û jîn da Rojhilata Navîn. Bibînin dayika bi rûmet a malovanî ji evînê re kir li ber simê hespên xayîn û mijûkdaran ketiye. De dest bide, rake. De lehengan bi siwarî bike tîr û riman bikişîne. Ev dem ew dem e ku leşkerê romê li ber şûr û mertalê we di meydana cengê de can bide.

Bang bikin ên dilsoz û dozdarên vê dozê ne, yên li ser mîras û mîrateya kalikên xwe yên bi hesreta azadiyê çav vekirî li qebrê ne, bang bikin ku rabin, dayik li ser lingan in. Rûmet û keramet li benda siwarî û edûleyan e. Bikin hewar û qîrîn bila bêjin hûn jî dilê xwe ji wê qefesa singa zingar û tarî derxin û bikevin pey vê meşa bi milyonan ketine ser rê. Bikevin pey rêça bi hezaran zarokên ji agir ên bûne find û çira, ji bo dozê dihelin û diçirisin. Tu jî dilê xwe û bedena xwe bi ya wan re bike yek.

Roj ew roj e. Doz ew doz e. Berê xwe û kehbeya xwe bidin zindanan. Li ber ruhên şîrîn û ciwan biçin şûşde, ew in horî û milyaketên azadî û aştiyê. Ew in neviyên xwedawend û mirovahiyê. Ev ne rojên mirin, rojên jiyînê ne. Rojên koledariya hezar salî ya hatî mehkûmkirin e. Roja bi ronahî û rojê re bûna yek e.

Ev girtî bi rojê hêvên girtine, bi rojê beden û raman girtî ye. Yên şehîd bûn bi şer û mêrxwazî li ber xwe dan û şehîd bû. Li çiyan, li banî û kolanan şer kirin û şehîd bûn. Heta gor û bedenên gelek ji wan hê nediyar in. Dem nîne ku em şîn û weyşîna wan bigirin. Em ê wan di dil û mejiyê xwe de bikin tac û bimeşin. Em ê li pey doz û sozên wan biçin ku bigihînin serkeftinê. Em ê gor û bedenên wan li qiraxên dilê xwe yên xwînê diherikîne, binax bikin û li ser bistirin.

Wan heta dawî şer kirin, ji bo bijîn û ji koledariyê rizgar bibin qîr kirin. Ev qîrîn guh û mejiyê xwînxwaran hejand. Li pişt şibakê û hucreyên tarî bi bedena xwe li ber xwe dan û têkoşiyan. Biryardarî û sekna wan ji bo me ferman e. Dayik ev ferman dîtin û bihîstin rabûn. Tu jî rabe, ew jî bila rabe. Em ber bi wan biçin. Yên ku ji bo me beden dikin çira, divê em bidin jiyîn. Yên ji bo me li ber xwe dan û şehîd bûn, em hesretên wan bidin jiyîn. Biherikin qadan, destê dayikên xavik spî bigirin û bend û zincîrên girtîgehan tarûmar bikin. Bedenên bûne hestî, rakin bibin hembêza dayika Kurdistanê li ber qiraxên keziyên Kurdistanê Dîcle û Firatê deynin. Bila bi serbilindî qûrtek ji wê ava kewserê hilkişîne bedena xwe, çaveke bi azad li xaka xwe binêrin. Wê demê mirin were jî wê ne li xema wan be… ev hesreta wan e…”


ÇAVKANÎ: e – rojname – Weysî Tallî


 

Parve Bikin217TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – ‘ŞOREŞ Û ROLA JINA KURD’

Nivîsa Pêş

TAYBET – Ciwanên Mexmurê banga Xwedî derketina li çalakiyên grevên birçîbûnê kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Ciwanên Mexmurê banga Xwedî derketina li çalakiyên grevên birçîbûnê kir

TAYBET - Ciwanên Mexmurê banga Xwedî derketina li çalakiyên grevên birçîbûnê kir

ANALÎZ – Irak û Başurê Kurdistanê dibin dagirkeriya Rejîma AKP-MHP’ê de ye!

ANALÎZ - Irak û Başurê Kurdistanê dibin dagirkeriya Rejîma AKP-MHP’ê de ye!

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.