Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Li Idlibê dema Tirkiyeyê kêm ma’

Di rastiyê de piştî civîna Tehranê dewleta tirk a dagirker amadekariyên xwe yên ji Idlibê hêzê xwe vekişîne kir. Lê li ser helwesta Dewletê Yekbûyî ya Amerîkayê û dewletên ewropî neçar ma bimîne û li ser navê wan bi Rûsyayê re peymana Soçiyê îmze bik

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/05/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Li Idlibê dema Tirkiyeyê kêm ma’
ParvekeTweet

“Beriya niha jî min gotibû mesela Idlibê ne meseleyek di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ye. Peymana Soçî ya di navbera Pûtîn û Erdogan a li ser Idlibê de Erdogan navbênkar bû. Peymana Soçî armancek mezin dabû pêşiya xwe ku di dema pêk hat de armanc dikir ku heta serê sala 2019’an hemû şertên dane pêşiya xwe pêk bîne. Ev peyman sê xal digirtin navxwe. Yek jê herêmek bêçek bû, duyemîn rêyên M4-M5 yên Helep-Şam, Helep-Latkiyê radestî rejîma Sûriyeyê bê kirin bû û ya sêyemîn jî komên radîkal (hemû komên li Idlibê komên radîkal in) yên li Idlibê kombûne werin jinavbirin. Û ev di nava sê mehan de diviyabû pêk bihatana. Di rastiyê de hem Rûsya hem jî Tirkiye dema ev peyman îmze kirin, zanibûn ku pêk nayê.

Merhelaya beriya peymana Soçî pir balkêş e. Di 7’ê Îlona 2018’an de li Tehran a paytexta Îranê cîvanek di navbera Erdogan, Pûtîn û Ruhanî de hate lidarxistin. Beriya vê civînê li Idlibê şerek dijwar rû dabû. Bi pêşengtiya Îran, rejîma Sûriyeyê bi alîkariya hêza hewayî ya Rûsyayê ji bo Idlibê ji bindestê çeteyan derxe êrîşek dijwar dabû destpêkirin. Hevkarê civîna Astanayê vê rewşê ji bo xwe kiribûn siyaseta êrîşkariyê, berî civînên Astana, Soçî, Stenbol û Tehranê kiribûn wek fêrbûn. Ev yek beriya civînên Rûsya, Tirkiye û Îranê dubare dibûn. Di encam de tişta ku Rûsya digot pêk dihat û hetanî Idlibê ev dubare bû. Lê li Idlibê rewşa hate guhertin û hêzên derveyî civînên Astanayê, wek Amerîka û Ewropayê helwestek cidî nişan dan û bi rêya Îsraîlê li hêzên rejîma Sûriyeyê dan. Ev wek tehdîdek li ser hevkarên rejîmê jî bû.

Idlib cihê dawî di destê beşdarên civînên Cenevreyê ne ku yên xwe wek ‘oposîzyon’ binav dikin. Ji bo wê jî, li gorî hemû beşdarvanên Civîna Cenevreyê yên di çarçoveya NY’yê ku li gorî biryara 2254 pêk dihat, kontrol kirin Idlibê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve êdî wateya Cenevreyê nahêle. Ji bo wê jî derveyî hevkarên rejîma Sûriyeyê, tu hêz naxwaze niha rewşa Idlibê biguhere.

Di rastiyê de piştî civîna Tehranê dewleta tirk a dagirker amadekariyên xwe yên ji Idlibê hêzê xwe vekişîne kir. Lê li ser helwesta Dewletê Yekbûyî ya Amerîkayê û dewletên ewropî neçar ma bimîne û li ser navê wan bi Rûsyayê re peymana Soçiyê îmze bike. Di rastiyê de armanca Tirkiyeyê ya li Idlibê mayîn ne parastina gel ne jî hêzên çeteyan e. Ger wiha bûna, di demek ku êrîşên pir dijwar a li ser Idlibê dibe de dê li beramberî êrîşan bêdeng nediman.

Dewleta tirk a dagirker wek her dem dixwaze ji êrîşkariya rejîma Sûriye û hevkarê li ser Idlibê sûd werbigire. Ji bo wê jî di demek ku rejîma Sûriye û hevkarê wê êrîş birin ser Idlibê, ew jî xwest ku êrîşî Til Rifet (Arfet) bike. Dema ev êrîş pêk hat gelek kesan vê wek li beramberî Idlibê, dewleta tirk Til Rifetê ji Rûsyayê stend şoreve kir. Lê di rastî de Rûsya êdî ji bo cihekî li Sûriyeyê bide Tirkiyeyê nîne.

Xuya dibe ku êdî navbênkariya dewleta tirk a dagirker li ser Idlibê dema xwe temam kir. Muxatabê esasî yên Idlibê Rûsya û Amerîka dê 14 mehê li Soçiyê di asta wezîrên karê derve de werin cemhev. Tê payîn ku di gelek mijaran de hevdîtinan bikin. Lê mijara esasî Sûriye ye. Di nava Sûriyeyê de jî rewşa herî germ Idlib e. Ger ev hevdîtin encam bigire wê mixabê esasî peymana Soçî ya duyemîn îmze bikin. Ev tê wateya derbek mezin a li Tirkiyeyê. Çimkî nêzikbûna Amerîka û Rûsyayê di mijara Sûriyeyê de tê wateya ji bo Rûsyayê hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê namîne .”


ÇAVKANI: e – rojname – Ezîz Koyluolu

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 14’Ê GULANÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

TAYBET – Rûpela Raperîna Gel, Vebû!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Rûpela Raperîna Gel, Vebû!

TAYBET - Rûpela Raperîna Gel, Vebû!

LEZGÎN – Ji HRE’ê çalakî: Li Efrîn û Ezazê 2 leşkerên dagirkeriya Tirk û 3 çete hatin kuştin

HRE: Li Efrînê 3 çeteyên dagirker hatin kuştin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.