Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Karasû: “Greva birçîbûnê gihîştiye asta rojiya mirinê”

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku koma destpêkê ya greva birçîbûnê gihîştiye asta rojiya mirinê û got, "Êdî berpirsyariyeke dîrokî ye ku her kes bêyî bikeve nava hesabên fikarên şexsî li her derê li ber xwe bide."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/04/2019 - 11:51
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Karasû: “Greva birçîbûnê gihîştiye asta rojiya mirinê”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di gotara xwe de ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê bi navê “Têkbirina tecrîdê têkbirina faşîzmê ye” asta heyî ya berxwedana grevên birçîbûnê nirxand û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li vê berxwedanê.

Karasû diyar kir, di berxwedana “Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin” de berxwedêrên greva birçîbûnê li ber mirinê ne û got, “Di her kêliyê de dibe ku şehadet çêbibe. Yek ji mezintirîn berxwedana fedayî ya dîrokê tê kirin. Leyla Guven, Nasir Yagiz, Îmam Şîş, Fadîle Tok, berxwedêrên li Strasbourgê û girtiyên li zindanan bi biryardariyeke mezin berxwedana xwe didomînin. Berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ niha bi armanca bidawîkirina tecrîdê pêk tê. Bi vê berxwedanê re dinyayê tev dît ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd tê çi wateyê. Wateya siyasî a tecrîdê; pêwendiya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê re baş hatiye fêhmkirin. Vê berxwedanê ji niha ve encamên gelekî mezin afirandiye û weke berxwedaneke serketî cihê xwe di dîrokê de girtiye.”

Karasû bi bîr xist, tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tecrîdkirineke ji rêzê nîne û diyar kir, ev yek polîtîkayên desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê diyar dike.

Karasû got, “Rêberê Gelê Kurd, lîderê Tevgera Azadiyê Rêber Apo di navenda pirsgirêka Kurd de cih digire, lewma nêzîkatiya li Rêber Apo tê wateya rewşeke gelekî girîng a polîtîk. Ji ber vê yekê, bi dawîkirina tecrîdê wê rê li ber guhertineke bingehîn a siyasî veke. Nêzîkatiyeke rast a li aktorê bingehîn ê pirsgirêka Kurd, wê ji bo demokratîkbûnê rewşeke nû bide destpêkirin. Ya rast, têkçûna tecrîdê û têkçûna faşîzmê wê bi hev re bibe. Lewma nabe ku têkoşîna li dijî tecrîdê ji rêzê were dîtin. Tecrîd bi têkoşîneke lawaz nayê têkbirin. Ne rast e ku bê xwestin, tecrîd tenê bi berxwedana zindanan ji holê bê rakirin. Eger li dora berxwedana zindanan têkoşîn were dayin, wê hingî tecrîd bi dawî bibe. Lewma berxwedêrên li zindanan timî bang li civakê dikin ku xwedî li berxwedana wan derkeve.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû destnîşan kir, ewladên gelê Kurd nîşanî tevahiya dinyayê dane bê ji bo azadiyê çawa fedayî ne û got, “Cara yekê ye li zindanan berxwedaneke ewqasî berfireh tê kirin. Bêguman li zindanan gelek caran berxwedan hate kirin. Lê belê di vê astê de bi rengê fedayî cara yekemîn e pêk tê. Berxwedana ku sala 2012’an ji bo Rêber Apo hatibû kirin berfireh bû. Lê belê ya niha ji wê jî bilindtir e.”

Karasû diyar kir, têkoşîna li dijî tecrîdê wê êdî hîn bêhtir bikeve rojevê û destnîşan kir, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê çiqasî hewl bidin ji nedîtî ve were jî, berxwedan wê zorê bide wan.

Karasû got, berxwedêr ji bo gelê Kurd û mirovahiyê li ber xwe didin û diyar kir, dizanin ku têkbirina tecrîdê wê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de rê li ber gaveke girîng veke, lewma jiyana xwe danîne holê.

Karasû destnîşan kir, berxwedana têkbirina tecrîdê pêwendiya xwe bi temamiya civakê heye û got, “Heta ku dawî li vê tecrîdê neyê, tecrîdkirina gelê Kurd jî bi dawî nabe; Kurdistan jî wê her tim weke girtîgeheke vekirî bimîne. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê niha tecrîdkirî ne û di nava şert û mercên zindanê de dimînin. Lewma bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Apo pêwendiya xwe yekser bi bidestxistina jiyaneke demokratîk û azad a gel heye.”

Karasû işaret bi şert û mercê giran ên berxwedêrên li zindanan kir û got, “Bi rêk û pêk zext û zilm li wan tê kirin. Ji ber vê yekê gihîştine ber mirinê. Ji bo hurmet û dilsoziya li berxwedêran divê berxwedan li her cihî bê xurtkirin.

Girtî dixwazin berxwedana xwe di pîvanên rojiya mirinê de bidomînin. Ji xwe koma destpêkê ya bêdem-bêdorveger niha li asta rojiya mirinê ne. Di rewşa heyî de ne tenê koma destpêkê, berxwedêrên greva birçîbûnê hemû digihêjin sînorê mirinê. Lewma berxwedan di asteke gelekî krîtîk de ye. Wezîfeyeke dîrokî ye ku her kes bêyî bikeve nava fikarên şexsî li her derê li ber xwe bide.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Leyla Guven 154 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide

Nivîsa Pêş

Li Dêrsimê leşkerekî dagirker e tirk mir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Dêrsimê leşkerekî dagirker e tirk mir

Li Dêrsimê leşkerekî dagirker e tirk mir

LEZGÎN – Gerîla li Mêrdînê li leşkerên dagirker xistin, 6 hatin kuştin

LEZGÎN - HPG: Li Qilabanê leşkerek hate kuştin, 3 jî birîndar bûn

Manşet

  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.