Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Tirs û xofa ji gotinan an jî tecrîd’

"Armanca serdestan ew bû ku bi dîlgirtina Ocalan, tekoşîna rewa ya gelê kurd têk bibin û bi vî awayi Ocalan bi kurdan bidin jibîrkirin. Ocalan her dem, di nav hemû şert û mercên giran de hilberînin mezin pêk anîne. Di bin tecrîda li Îmraliyê de Manîfestoya Aştî û Demokrasiyê afirand. Pêvajoyek herî giran û bi zehmet bi peş xist."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
09/04/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Jinên Ciwan li dijî komployê ji Kobanê dest bi meşa dirêj kirin
ParvekeTweet

“Di destpêka dîroka mirovahiyê heya îro têkiliyên civakî ji bo mirovahiyê pîvanek bingehîn a hemdemîtiyê ye. Encamê qutkirina têkiliyên bi derdorê re, bi tenê mayine. Tenêmayîn jî bi xwe re izole bûnê ango tecrîtbûnê tîne.

Aliyê bi tenêhiştinê yê girîng tecrîta ji ber sedemên siyasî ye. Di dîroka şeran de pir caran li ser dîlên şer rêbazên tecrîtkirinê ji alîye serkeftiyên şer ve hatine bi kar anîn. Lê di encama her şerî de rêbazên îzolekirinê nehatine emilandin. Ji ber ku di şerekê ku têkçûyi û serkeftî yên wî kifş de pêwîst bi tecrîtê nayê dîtin. Kesekî tekçûyî ji serdest û serkeftiyan re nabe tehdîtkar. Ango di şerên ku serkeftî ne diyar de hewildanên têkbirinê xwe bi riyên cuda nîşan didin.

Serkeftî û serdestên şer piştî ku dijminên xwe têk dibin, berî her tiştî dixwazin sembol û giyanên gel ji holê rakin. Pir caran desthilatdaran bi dardakirina serok û pêşengên serhildanan ev yêke bi cih aniye. Ev encam jî xuya dike ku kesên di şer de serkeftin bi destxistine, heke ji hêza gel netirsin serokên raperîna bi darve dikin.

Fikr û ramanên Îsa pêxember, ji ber ku ji deshilatdariya împaratorên Romayê re mîna tehdîtekê bûn ew hate çarmixkirin. Îbrahîm ji ber ku li hember xwedayên derewîn serî rakiribû, Nemrûdan ew bi saxî avête nav agir. Desthilatdarên demê nehiştin ku Îsa û Îbrahîm gel şiyar bikin. Serdestan bi ya xwe pêwîstî nedîtin ku wan ji civakê biqetînin û tecrît bikin. Ji ber ku ew di nav gel de ne bi rêxistin bûn û mûxalefetek civakî li şopa wan tune bû, ew bi hêsanî ji holê hatin rakirin

Napolyon dema ji aliyê dijberên wî ve ji text hat xistin ew şandin Birîtanyayê û ji wir jî mişext kirin grava St. Helena. Napolyon fermandarek bû ku evîn xistibû dilên leşkeren di bin fermandariya xwe de. Têkiliyên wî bi arteşê re hatin qutkirin. Ew ne bi tenê bû, bi xulamên xwe re bû. Armanca dijminên Napolyon ew ku di nav demeke dirêj de wî bi alîgirên wî bidin ji bîrkirin û pişt re jî wî birizînin. Tecrîta li ser Napolyon, li grava St.Helena ew kuşt lê Napolyon ji rûpelên dîrokê ne hat derxistin.

Di dîrokê de tenêhiştina herî giran ya li ser Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev 20 sal in Ocalan bi tenê di hucreyekê de tê girtin. Kurdan di têkoşina 40 salan de gelek çeper standin. Bi pêşengiya Ocalan ev yeke pêk hat. Ev 20 sal in her çiqas di bin tecrîdê de be jî afirîner û pêşengê Tevgera Kurd jî birêz Ocalan e. Sedema tecrîta giran a li ser Ocalan pêşengiya wî ya mezin e.

Îro rewş dide nîşan ku tirsa dewletê ya ji Ocalan, bi tecrîdkirinê jî ji holê ranebûye. Dewlet ji gotinin Ocalan jî ditirse. Sedema astengkirina hevdîtinên di navbera Ocalan û parêzeran de tirsa tirsonekên ku ji gotinên wî xofê dikin e. Gelo di kîjan şert û mercan de mirov ji gotina ditirse? An jî kî ne yên ji gotinan ditirsin?

Belê… Armanca serdestan ew bû ku bi dîlgirtina Ocalan, tekoşîna rewa ya gelê kurd têk bibin û bi vî awayi Ocalan bi kurdan bidin jibîrkirin. Ocalan her dem, di nav hemû şert û mercên giran de hilberînin mezin pêk anîne. Di bin tecrîda li Îmraliyê de Manîfestoya Aştî û Demokrasiyê afirand. Pêvajoyek herî giran û bi zehmet bi peş xist.

Niha pirs ev e, gelo kê kî dil girtye?

Herkes jî dizanê ku yên bi gotinên xwe dewletekê neçar dihêlin û ditirsînin bi serkeftî ne. Dîrok jî nîşan dide ku hêza gotinên mirovên mezin, nebaşan ditirsînin.”


ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Tayîp Temel

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Civîna ENKS’ê û MÎT’a dewleta tirk a dagirker!

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – ‘Bi kurdan re tifaq rêya serkeftinê ye’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – ‘Bi kurdan re tifaq rêya serkeftinê ye’

ANALÎZ - 'Bi kurdan re tifaq rêya serkeftinê ye'

TAYBET – Li Zanîngeha Kobanê xwendevanên pêşeroja civakê tên perwerdekirin

TAYBET - Li Zanîngeha Kobanê xwendevanên pêşeroja civakê tên perwerdekirin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.