Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ’ê nasnameya 2 şervanên xwe yê ku li Baxozê şehîd ket ragihand

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/04/2019 - 14:19
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
YPJ’ê nasnameya 2 şervanên xwe yê ku li Baxozê şehîd ket ragihand
ParvekeTweet

YPJ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan Amara Rojhilat û Guneş Botan di 3’yê Nîsanê de li Baxozê şehîd bûne. YPJ’ê diyar kir ku dema ku komeke çeteyan xwe radest dikir, jineke DAIŞ’î xwe teqandiye û di encamê de her du şervanên wan şehîd bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kirin. YPJ’ê diyar kir ku şervanên wan Amara Rojhilat (Bêrîvan Habeş) û Guneş Botan (Gurbet Kaplan) dema komeke çeteyên DAIŞ’ê li gundê Baxozê yê Dêrazorê tevî malbatên xwe teslîm dibin, jineke çeteyan xwe di nava şervanên wan de diteqîne, di encama vê teqînê de her du şervanên wan şehîd dikevin.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Em hevrêyên xwe Amara Efrîn û Guneş Botan ku di encama operesyona paqijkirina gundê Baxozê de şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin û soza pêkanîna hêvî û armancên wan nû dikin.

Piştî ku pêngava têkbirina terora çeteyên DAIŞ’ê li Dêrezorê gundê Baxoza bi serkeftî bi encam bû, hêzên me dest bi operasyona paqijkirina kampê ji bermahiyên çeteyan kir. Dema komeke çeteyên DAIŞ’ê tevî malbatên xwe teslîm dibin, jineke çeteyan xwe di nava şervanên me de diteqîne, di encama vê teqînê de 2 hevrêyên me digihîjin asta şehadetê. Di 2’yê Nîsanê de di dema pêkanîna van operesyonan de, me 2 hevrêyên xwe yên hêja Amara û Guneş şehîd dan. Her çi qas çeteyên DAIŞ’ê di aliyê bejahî de hatine qedandin, lê hîna jî li pey xwe gelek bermahî û şaneyên xwe yên veşartî, di serî de li herêma Dêrezorê û li gelek qadên din hiştine. Heval Amara û heval Guneş bi biryareke xurt, bi bawerî û hêviyeke mezin heta kêliya dawîn di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de cih girt û gihîştin şehadetê.

Heval Amara di sala 2013’an de, heval Guneş jî di sala 2015’an de tev li nav hêzên me bûbûn. Her du heval di nava van salan de beşdarî gelek şer û pêngavan bûn. Heval Amara, di şerê Helebê, Kobanê, Minbic, Reqa, Efrîn û herî dawî Dêrezorê de bi awayekî çalak cihê xwe girt. Hevala me Guneş jî, di şerê Minbic, Reqa, Şedadê û Dêrezorê de bi biryardarî û rengekî çalak di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Her du hevalên me jî ezmûn û daneheveke gelekî xurt di warê şer de bi dest xistibû. Bi vê daneheva xwe bi rengekî çalak cihê xwe di pêngava dawîn a têkbirina DAIŞ’ê de jî girt.

Heval Amara di nav malbateke Efrînê ya welatpêrêz de mezin dibe. Bi destpêkirina şoreşê re biryara tevlêbûna nava refên şoreşê dide. Ezmûna di nav şer de bi dest xistibû, ji bo xwe kiribû bingeha kesayeteke xurt, pêşeng, dilsoz û wêrek. Hevala me Amara di nava şerên giran ên wekî Heleb, Berxwedana Serdemê û deverên din de cihê xwe girt û pijiya. Li gel vê di jiyana xwe de jî xwedî sekneke bibiryar û dilnizm bû.

Heval Guneş, di malbateke kurdperwerde mezin dibe. Di temeneke biçûk de zilma li ser gelê xwe dibîne, van êrîşan qebûl nake û li beramberî vê nakokiyên dijwar jiyan dike. Di sala 2014’an de dema êrîş li ser Kobanê dijwar dibe, ew jî weke keçeke Kurd ji bo ji vê êrîşê re bibe bersiv beşdarî nav refên YPJ dibe. Heval Guneş, kîn û hêrseke mezin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê jiyan dike û li hemberî hovîtiya wan a li ser jinan bi şerê xwe sonda tolhildana jinan digre. Heval Guneş, bi fedekarî, coş û tevlîbûna xwe ya çalak timî di nava jiyanê de mînak bû.

Em careke din dibêjin; biryardarî, sekn û têkoşîna her du hevrêyên me, dê di hemû qadên têkoşînê de ji bo me bibe nîşaneya serkeftinê. Li ser wê bingehê em ji malbatên her du hevalan û tevahî malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin, xemgîniya wan parve dikin û soza me daye şehîdên xwe ji bo em bi cih bînin, em ê heya dawiyê têkoşînê bidomînin.”

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Amara Rojhilat
Nav û Paşnav: Bêrîvan Habeş
Navê Dayikê: Naciye
Navê Bav: Mislim
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 3 Nîsan 2019

***

Nasnav: Guneş Botan
Nav û Paşnav: Gurbet Kaplan
Navê Dayikê: Kevser
Navê Bav: Nazmî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 3 Nîsan 2019

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Leyla Guven 151 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide

Nivîsa Pêş

Qeyûmê li Qoserê diziya dawî kir, mal û milkê şaredariyê da MEB û polîsên dagirker

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Qeyûmê li Qoserê diziya dawî kir, mal û milkê şaredariyê da MEB û polîsên dagirker

Qeyûmê li Qoserê diziya dawî kir, mal û milkê şaredariyê da MEB û polîsên dagirker

Li Efrînê welatiyek bi êşkencê hat qetilkirin

Li Efrînê welatiyek bi êşkencê hat qetilkirin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.