Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Stratejiya têkçûna Akp’ê’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/04/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Stratejiya têkçûna Akp’ê’
ParvekeTweet

“Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, hilbijartina rêveberiyên herêmî pêk hat û bi encam bû. Li gorî propagandayên hatin kirin ji hilbijirtinên rêveberiyên herêmî wêdetir wekî ku hilbijartinên giştî bû.

Wekî ku li Tirkiye naçe ser sindoqan wekî ku diçe şer propaganda dihat kirin. Di navenda propagandaya Akp/Mhp’ê de neyartiya kurdan hebû, di qadên mîtîngan de û di çapemeniya hikûmetê de hemû nirxên exlaqî û mirovî hatin binpêkirin. Tu heqaretek nema li kurdan nekin û wek gurên har daketin qadan, êrîşî kurdan kirin. Bêguman gelê kurd dê hesabê vê bêexlaqiya tifaqa faşîst a Akp/Mhp’ê were bipirsin. Heta kurd hebin tu caran vê neyartiyê û bêexlaqiyê ji bîr nakin.

Tifaqa Akp û Mhp’ê xwestin bi propagandaya ‘welat ji dest diçe’ bi ser bikevin lê di encamê de têk çûn. Mirov pir bi rihetî dikare bibêje ku stratejiya HDP’ê li bajarên Tirkiyeyê tifaqa faşîst û li bajarên Kurdistanê jî polîtîkayên tayînkirina qeyûman têk bir. Bloka faşîst û nemaze jî Akp li bajarên Tirkiyeyê têk çû. Şaredariyên Stenbol û Enqereyê 25 sal in di destê Akp’ê de bûn û cara yekem ji destê wan derket. Ev nîşane û destpêka têkçûna serdestiya Akp’ê ye û dê roj bi roj bihelin. Di rewşa heyî de aboriya Tirkiyeyê berjêr diçe û êdî nikarin pêşî bigirin. Li aliyên di polîtîkayên derveyî welat de di navbera DYA û Rûsyayê de bûne amûra şantajê. Di polîtîkayên derve de demên krîtîk li pêşiya Tirkiyeyê ne.

Pêwîst e neyê jibîrkirin ku hilbijartin di zemîneke demokratîk de pêk nehatin. Nemaze jî li Kurdistanê leşker, polîs, walî, qaymeqam, cerdevan ji bo serkeftina Akp’ê seferber bûn. Li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê hejmara leşker, polîs û cerdevanan hejmara gel zêdetir e. Roja hilbijartinê bi konvoyên leşkerî û wesayîtên zirxî çûn ser sindoqan. Ev dîmen dê hafizaya gelê kurd de hatiye qeydkirin.

Li dijî evqas êrîş û neheqiyan encamên ku ji aliyê HDP’ê ve hatine bi desxistin girîng û watedar in. Li bakurê Kurdistanê gelek şaredariyên ku ji aliyê qeyûman ve hatibûn dagirkirin careke din bi destê gel hatin rizgarkirin. Hinek navçe û bajarên li ser sînor ku bi lîstikên qirêj ketin destê Akp’ê. Divê HDP têkildarî encamên hilbijartinên xwerêveberiyên herêmî analîzên hûr û kûr bike. Pêwîst e navçe, bajar û herêm yek bi yek bên destgirtin û nirxandin.

Serkeftina HDP’ê ya li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Îdir û Qersê girîng e. Ez dixwazim balê bikişînim ser serkeftinên li Qers û Îdirê. Li gorî min bi destxistina her du bajaran pir girîng e. Tevgera Azadiyê cara yekem li Qersê şaredarî bi destxist û ev serkeftineke mezin e. Li Îdirê bi awayekî vekirî hemû partî bûn yek û li hemberî wan hemûyan HDP bi ser ket. Ev ozeta hilbijartinên 31’ê adarê ye. Li gelek bajaran li aliyekî HDP hebû û li aliyê din dewleta tirk hebû. Piştî hilbijartinê hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê dike.”

ÇAVKANÎ: e-rojname – Ercan Sezgîn

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – ‘Siyaseta înkara kurd’

Nivîsa Pêş

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Parîsê çalakî pêk anî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Parîsê çalakî pêk anî

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Parîsê çalakî pêk anî

Li Bielefeld zincîra mirovan ji bo bal kişandina li ser grevên birçîbûnê

Li Bielefeld zincîra mirovan ji bo bal kişandina li ser grevên birçîbûnê

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.