Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Em 3 hevrêyên xwe bi rêzdarî bibîr tînin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/03/2019 - 13:03
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG: Em 3 hevrêyên xwe bi rêzdarî bibîr tînin
ParvekeTweet

HPG’ê nasnameya 3 şehîdan ku sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 şehîdên di dîrokên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûyî, bi daxuyaniyekê eşkere kir. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Kurdistan, ji dîroka kevnar ve welatekî ku tim bi dagirkeriyê re rû bi rû mayî ye. Xwediyê vê xaka qedîm gelê Kurdistanê jî tim li dijî dagirkeriyê jiyana xwe bi berxwedanê honandiye. Mêtîngerên ku çav berdayî bedewî û dewlemendiyên vê xakê, her tim êrîş birine ser gelê me û xwestine ti nirxên gelê me li ser piyan nehêlin. Lewre serdestan xwestiye Kurdan bînin rewşeke ku ji xwe şerm bikin. Li ser gelê me polîtîkayên zilm, zordarî, hovîtî, bişavtin, êşkence û komkujî pêk anîne û gotiye qey wê bi van pêkanînan gelê me ji holê rake.

Lê belê Tevgera Azadiyê ya gelê me ya bi pêşengiya Rêber APO ku li dijî zilm û dagirkeriyê serî hildayî, ev herîkîna serberjêr sekinandiye û hiştiye ku li vê xakê ji nû ve tovê hêvî, bawerî û azadiyê şîn bibe. Rastiya têkoşîna me ya bi gelek zehmet û zorî û bedelên giranbiha hatî honandin, îro li berbanga serkeftinê ye.

Bêguman ev nirxên hatî afirandin, destpêkê bi hewldana şehîdên me yên leheng û gelê me yê cefakar û ev leheng ji nav xwe deranîne, pêk hatine. Gelê Kurdistanê yê bi jin û mêr, ciwan û pîr heta zarokan, berxwedana yekpare derketî holê û bûyî nasnameya gelê Kurdistanê, jib o serkeftina vê têkoşîna azadiyê bedelên girabiha dane. Li dijî ferzkirinên dij mirovane yên mêtîngerî û dagirkeriyê, gelê me bi sedan ciwanên leheng ên li ber dilê xwe mezin kirî tevlî refên gerilayê azadiyê kirine û ewqas jî xwedî li şehîdên xwe derketiye û hemêz kirine.

Em hevrêyên xwe Devrîm (Devrîm Kara), Avaşîn (Melek Demiroglu) û Tolhildan (Medya Unver) ên di eniyên pêş ên vê têkoşînê de, di demên cuda de tevlî karwanê şehîdan bûyî, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Nasnav: Avaşîn Umut
Nav û paşnav: Melek Demiroglu
Cihê dayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik-bav: Halime – Eshet
Cih û dîroka şahadetê: 9 Îlon 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Devrîm Mazlûm
Nav û paşnav: Devrîm Kara
Cihê dayikbûnê: Şirnex
Navê dayik-Bav: Azime – Osman
Cih û dîroka şahadetê: 20 Şubat 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Tolhildan Agirî
Nav û paşnav: Medya Unver
Cihê dayikbûnê: Mexmûr
Navê dayik-bav: Leyla – İhsan
Cih û dîroka şahadetê: 18 Tîrmeh 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Zarokên gelê me yên leheng hevrê Devrîm, Avaşîn û Tolhildan hê di temenê ciwan de rastiya têkoşînê fêm kirine, ji bo wê di asta herî jor de ji bo azadiyê têkoşiyane. Bi Coşa xwe ya jiyanê, taybetmendiyên xwe yên kedkar, di nava hemû hevalan de bûne hevrêyên hatî hezkirin. Di heman demê de ji ber sekna xwe ya fedaî û xwe berpirsyardîtina wan a li ber kar û erkên partiyê her tim bûne mînak. Hevrêyên me Devrîm, Avaşîn û Tolhildan di têkiliyên hevaltiyê de jidil, li hemberî zor û zehmetiyên têkoşînê afîrînerî û têgihiştî, nêzikatiya nirxên partiyê de dilzîz û evîndarên dilsoz ên Rêber APO bûne. Şahadeta van hevalan, erk û binbariyên giran li ser milê me hevrêyên wan ên li pey wan mayî, bar dike.

Di serî de malbatên şehîdên me yên hêja, em ji gelê Botanê û tevahiya gelê Kurd re sersaxî dixwazin. Em soz didin ku em ê emanetê şehîdên xwe, azadiya Rêber APO û Kurdistanê bi serkeftinê tacîdar bikin.”

 

1 Ji 3
- +

1.

2.

3.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YCÊ û YJCÊ: ‘Bi Serî hildanê û berxwedanê em dagirkeriyê bi bin bixin’

Nivîsa Pêş

Leyla Guven li dijî tecrîdê 139 rojin têdikoşe

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Leyla Guven li dijî tecrîdê 139 rojin têdikoşe

Leyla Guven li dijî tecrîdê 139 rojin têdikoşe

Li Şirnexê leşkerekî dagirker mir

Li Şirnexê leşkerekî dagirker mir

Manşet

  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Heyet Ji Bo Hevdîtina Bi Rêber Apo Re Çû Îmraliyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.