Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Girtiyên PKK û PAJK’ê: ‘Dîrok ew e ku bi berxwedanê hatiye nivîsandin’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/03/2019 - 12:08
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Girtiyên PKK û PAJK’ê: ‘Dîrok ew e ku bi berxwedanê hatiye nivîsandin’
ParvekeTweet

Girtiyên PKK û PAJK’ê çalakgerên fedayî Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ûgûr Şakar û Zehra Saglam bi bîr anîn û careke din diyar kirin, heta ku daxwazên wan bi cih werin anîn wê berxwedana xwe bidomînin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de çalakiyên fedayî yên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ûgûr Şakar û Zehra Saglam hatin bibîrxistin û hate gotin, girtî bi biryar in ku heta bicihhatina daxwazên wan berxwedana greva birçîbûnê bidomînin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di rastiyê de hewldana ji bo bêîradekirina gelan e, li Kurdistanê û her devera dinyayê bi berxwedanê hatiye pêşwazîkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, xeta berxwedana dîrokî ya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, pêl bi pêl li gelek welatan belav bû û hate destnîşankirin, ev berxwedan nîşan dide ku felsefeya azadkirina jinê û mirovahiyê ya Rêberê Gelan ketiye meriyetê.

ŞEHADETA 4 HEVRÊYÊN ME BAWERIYA ME YA BI SERKETINÊ XURTIR KIR

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ev berxwedana bi rûmet a bi pêşengiya zindanê dest pê kir, bû berxwedaneke gel, roj bi roj mezin dibe û hate gotin, “Hevrê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ûgûr Şakar û Zehra Saglam li Kurdistanê, metropolan û dîasporayê bi çalakiyên xwe yên mezin re li dijî faşîzma AKP-MHP’ê gotin, ‘Dîrok ew e ku bi berxwedanê hatiye nivîsandin’.

Şehadeta her çar hevrêyên me hem baweriya me ya bi serketinê xurtir kir, hem jî biryardariya gelê me mezintir kir. Bêguman di pêvajoyên wiha de yên bêhempa, şehadeta asta herî bi rûmet e û ya ku ji me re dimîne, berxwedan û têkoşîneke mezintir e. Nirxê çalakiyên hevrêyên me yên şehîd nirxên herî giranbuha ne. Hevalên me dema ku çalakiya fedayî kirin, di nava fedayîtiyê de fedayîtî kirin, ji bo pêşî li şehadetên gengaz bigirin û şehadetên nû çênebin, bi çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê canê xwe feda kirin. Ev niyet û wêrekî ji bo Rêbertî, partiyên me PKK û PAJK û mirovahiyê cihê rûmetê ye.”

BÊWIJDANÎ DI ASTA HERÎ BILIND DE YE

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û têkbirina faşîzmê bi bicihanîna rastî û felsefeya Ocalan dibe û hate gotin, “Esasê partiya me civakîbûn û rêxistinî ye. Yên ku di çalakiyê de rêxistinbûyî be ew dikarin bibin bersiv ji pêvajoyê re. Bi hewldanek li gorî ruhê pêvajoyê û têkoşîna giştî serketin dikare bê afirandin. Faşîzma li dijî me faşîzmeke welê ye ku ji cenazeyên hevrêyên me jî ditirse. Bêwijdanî di asta herî bilind de ye. Em dibêjin, çi dibe bila bibe di nava her şert û mercî de bi berxwedana bi hev re em ê bi ser bikevin û azad bibin.

‘HETA KU DAXWAZÊN ME BI CIH WERIN ANÎN BERXWEDANA ME WÊ BIDOME’

Li ser vê bingehê em ji malbatên hevrêyên xwe yên Zulkuf, Ûgûr, Ayten û Zehra û ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin, careke din lehengiya hevrêyên li ber xwe didin hemûyan silav dikin û divê soz bidin ku ‘bi hev re bi rengekî hîn rêxistinî li jiyanê binerin’ esas werbigirin. Bêguman serketin wê ya hevrê û gelê me yê berxwedêr be.

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê em şehîdên pêngava xwe ya berxwedanê ku di hefteya lehengiyê de tevlî lehengan bûn bi rêz û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan mezin bikin. Bi 7 hezar kesên tevlî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûne heta daxwazên me bi cih werin anîn em ê çalakiya xwe bidomînin. Ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û afirandina şert û mercên azad ên rêbertî, em ê xeta xwe ya berxwedanê ya li dora rêberê xwe xurtir bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel, saziyan, raya giştî ya dinyayê û Tirkiyeyê hate kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Li Mêrdînê girtiya jin bi navê Medya Çinar çalakiya fedaî pêk anî

Nivîsa Pêş

Avesta: ‘Her kesî dît ku ev gel çiqasî dilsozê azadiya Rêberê xwe ye’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Avesta: ‘Her kesî dît ku ev gel çiqasî dilsozê azadiya Rêberê xwe ye’

Avesta: 'Her kesî dît ku ev gel çiqasî dilsozê azadiya Rêberê xwe ye'

PKK: ‘Bi vê pêngavê re zîhniyeta faşîst, mêtinger û qirker wê têk biçin’

PKK: 'Pêngava berxwedanê, faşîzma AKP-MHP'ê têk dibe'

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.