Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

LEZGÎN – Konseya Fermandariyê ya HPG’ê plansaziya şerê 2019 ragihand

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/03/2019 - 16:36
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
LEZGÎN – Konseya Fermandariyê ya HPG’ê plansaziya şerê 2019 ragihand
ParvekeTweet

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) encamê civîna şeş rojan a Konseya Fermandariyê ya HPG’ê eşkere kir û plansaziya şer a sala 2019’an ragihand. NPG’ê diyar kir, gelek biryarên girîng hatine wergirtin.

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel a li ser civîna Konseya Fermandariyê ya HPG’ê wiha ye:

‘EM Ê AGIRÊ NEWROZÊ BI SERKETINÊ TACÎDAR BIKIN’

“Cejna Newrozê ku roja berxwedan, azadî, yekîtî û serketinê ye û di çanda dîrokî ya gelên Rojhilata Navîn û dîroka hebûnê ya gelê Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e, di heman demê de rojeke welê ye ku Rêber Apo meşa xwe ya mezin wê rojê dest pê kir. Bi navê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê em Cejna Newrozê li Rêber Apo, di şexsAê Leyla Guven de li berxwedêrên greva birçîbûnê, gelên herêmê, gelê Kurdistanê, dayikên xwe yên şehîdan û hevrêyên xwe pîroz dikin. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de ku bi berxwedana xwe ev roja pîroz kir xwedî wateyeke dîrokî, şehîdên qehreman hemûyan bi bîr tînin û soz didin ku em ê bi meşa li ser şopa wan berxwedana agirê Newrozê bi serketinê tacîdar bikin.

Gelê me û têkoşîna azadiyê, di şexsê berxwedêrên greva birçîbûnê de bi berxwedaneke mezin Newroza 2019’an pêşwazî kirin û bi biryardarî û ruhê fedayî yê serdema nû yê hevrê Zulkuf Gezen ber bi siberojê ve dimeşin. Ruhê fedayî û geş ê berxwedêrên girav birçîbûnê yên li zindanan û derve, ruhê fedayî yê Apoyî yê fermandarê hêja Şehîd Derwêş Oremar û şervanên çalakiya Kevortê ya Xakurkê kirin wê ji hêzên gerîla û ciwanên Kurdistanê re her tim bibe ruhê têkoşîn û jiyanê. Newroz di dîroka têkoşîna me de her tim weke roja pêngavan cihê xwe di dîrokê de girtiye. Newroza 2019’an jî bi pêngava mezin a bi navê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ tê pêşwazîkirin. Ji niha ve eşkere bûye ku Newroza îsal wê bibe destpêka pêngaveke mezintir, nû û bi heybet.

‘CIVÎN WÊ BIBE HÎMÊ BINGEHÎN Ê PÊVAJOYA NÛ’

Di vê qonaxa girîng a dîrokê de, Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê li ser xeta Rêbertî bi kûrbûn û rengekî serketî civîna xwe ya Konseya Fermandariyê li dar xist ku ev civîn wê bibe hîmê herî girîng ê pêvajoya nû. Di civînê de hate destnîşankirin ku divê pêngava Newrozê veguhere pêngaveke xurt û ji bo serketina têkoşîna me encamên girîng derketin holê. Civîna me ya Konseya Fermandariyê ya HPG’ê dawiya meha derbasbûyî bi beşdariya 57 hevrêyan 6 rojan bi nîqaşên kûr û serketî pêk hat.

PLANSAZIYA ŞER A SALA 2019’AN

Kûrbûna ku encama projeya jinûve avabûnê ya 2 salên dawî ye û nîşaneya afirandina gerîlayên modernîteya demokratîk e, di civîna me ya Konseya Fermandariyê de bi berfirehî hate nirxandin û di encamê de biryargên girîng hatin wergirtin. Li pêşberî berxwedan û îradeya bêhempa ya Rêber Apo û rastiya şehîdên me yên leheng, bi berfirehî rexnedayin hate kirin, ji pêvajoya şer ders hatin derxistin û plansaziya meşa serketinê ya sala 2019’an hate amadekirin. Hate tespîtkirin ku projeya jinûve avakirinê ya mehên dawî ji aliyê Hêzên Parastinê yên Kurdistanê ve hatiye fêhmkirin, heta astekê bi cih hatiye anîn û bi vê yekê re operasyonên dewleta AKP-MHP a qirker ên li Bakurê Kurdistanê û êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bê encam hatine hiştin. Di civîna me ya Konseya Fermandariyê de bi encamên xwe yên pratîkî hate destnîşankirin, dema ku xeta gerîla ya nû bi rêbazên liv û tevgerê, bicihbûn, jiyan, bi rêxistinbûn û rêbazên şer li ser bingeheke rast bi cih were anîn, wê her rengê êrîşên dijmin bên têkbirin û serketin misoger bibe. Civîna me li ser vê bingehê plansaziya şerê sala 2019’an amade kir û di asta konferansê de biryarên gelekî girîng wergirt û gihîşt asteke xurt.

LI DIJÎ TEKNOLOJIYA SERDEMÊ, GERÎLAYÊN PROFESYONEL

Civîn weke civîna herî berfireh a salên dawî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê cihê xwe di dîrokê de girt. Civîna me ya Konseya fermandariyê li gorî tecrûbeya gerîla ya 34 salan çarçoveya taktîkê û projeya jinûve avakirinê destnîşan kir. Eger ev yek li ser bingeheke rast bi cih were anîn wê serketin misoger be. Helwesta rexnedayinê, eşkerebûn û îradeya biryardariyê ya ku di civîna me de derkete holê, bingeha herî xurt a serketina paşerojê ye. Civîna me li ser bingeha biryardariya jinûve avabûnê biryardariya xwe nîşan da ku bi performansa gerîlayên profesyonel ên dikarin her şêwe karên teknolojiya serdemê û îstîxbaratê pêşwazî bikin, wê gerîlayên serketinê yên sedsala 21’ê biafirîne.”

XETA NÛ YA GERÎLA

Fermandariyê di dawiya daxuyaniyê de ragihand ku sala 2019’an ji bo gel û tevgerê wê bibe saleke afirandina destketiyên mezin û diyar kir, “Ruhê fedayî yê Apoyî îro civakî bûye û veguheriye pêngaveke mezin a berxwedanê. Bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ev ruh berpirsyariyeke mezin dide ser milê me. Bi vê zanebûn û berpirsyariyê, Konseya Fermandariyê ya Hêzên Parastinê yên Kurdistanê bi biryarbûneke dîrokî Newrozê pêşwazî dike û soz dide ku meşa ‘Rêberê azad û Kurdistana azad’ bi serketinê tacîdar bike. Em Newroza ku nav û sembola berxwedana bi heybet û destpêka nû ye, bi vê biryardariyê pêşwazî dikin. Li ser vê bingehê em Cejna Newrozê ya gelê me û berxwedêran bi coş û ruhê fedayî yê gerîla yê Apoyî pîroz dikin, hurmetên xwe pêşkêş dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPG: Rêhevalê me yê enternasyonalîst Lorenzo Orsettî şehîd bû

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Fermandarê QSD’ê: Li Baxozê Şer li kolanek biçûk hin didome

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Fermandarê QSD’ê: Li Baxozê Şer li kolanek biçûk hin didome

LEZGÎN - Fermandarê QSD'ê: Li Baxozê Şer li kolanek biçûk hin didome

LEZGÎN- Hêzên Rizgariya Efrînê: “Li Efrîn û Babê 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî bi giranî birîndar bûn”

LEZGÎN - HRE: Li Mare û Efrînê 9 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.