Enter your email Address

Cuma, Temmuz 25, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Besê Erzîncan: “DAÎŞ li Dêra Zorê qediya ye, lê belê hîn li Efrîn, Îdlib û Cerablûsê heye”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/03/2019 - 12:14
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 5 mins read
A A
Besê Erzîncan: “DAÎŞ li Dêra Zorê qediya ye, lê belê hîn li Efrîn, Îdlib û Cerablûsê heye”
ParvekeTweet

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan diyar kir, DAÎŞ li Dêra Zorê qediya ye, lê belê hîn li Efrîn, Îdlib û Cerablûsê heye. Erzîncan got, “Dema ku dewleta Tirk ji Efrînê hate derxistin, hingî dikare bê gotin ku DAÎŞ bi rengekî mayinde bi dawî bûye.”

BEHDÎNAN – Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li jinên li çar aliyên dinyayê ji bo mafên jinan, ji bo azadiyê li dijî dîktatorî û faşîzmê daketin qadan, li jinên di çeperên berxwedanê de ne pîroz kir.

Erzîncan got, “Jinên Kurd bi hêza ji şehîdan û dîroka xwe ya têkoşînê pêşengî ji kar û çalakiyên azadiyê re kirin. Hêz dan mirovahiyê.”

HER 8’Ê ADARÊ EM DIBÎNIN KU XETA ME YA AZADIYA JINÊ MEZIN DIBE, BERFIREH DIBE

Besê Erzîncan diyar kir, têkoşîna azadiyê ya jinê di serdemeke krîtîk û stratejîk de ye û got, “Îsal tevlîbûneke xurt li çalakiyên 8’ê Adarê bû. Li tevahiya dinyayê, li Kurdistanê qadên mîtîngan, kolan tijî bûn. Bi hişmendî û berpirsyariyeke mezin a azadiyê xwedî li 8’ê Adarê derketin. Lewma çalakiyên ku di Adara 2019’an de hatin lidarxistin, biryardariya jinan a ji bo jiyana azad bi rengekî vekirî nîşan dan.”

Erzîncan anî ziman, xeta azadiyê ya jinên Kurd bi têkoşîna azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re roj bi roj bi pêş ve diçe, mezin dibe û got, “Dema ku mirov bala xwe bidin ser çalakiyên 8’ê Adarê yên her salê wê were dîtin ku têkoşîna me ya azadiyê ya jinê mezin dibe û gerdûnî dibe. Dirûşma me ‘Jin, jiyan, azadî’ gerdûnî bûye. Me di 8’ê Adara îsal de dît ku îdîa û biryardariya jinan a ji bo azadiyê roj bi roj zêde bûye.”

ÇALAKGERÊN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ JI BO AZADIYA MIROVAHIYÊ LI BER XWE DIDIN

Di dewama axaftina xwe de Erzîncan bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan û di şexsê Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de berxwedêrên greva birçîbûnê hemû silav kir.

Erzîncan got, “Bi pêşengiya Birêz Leyla Guven em di qonaxeke girîng a dîroka jinê de ne. Ev çalakî ne tenê ji bo Kurdan û jinan e, ji bo mirovahiyê jî çalakiyeke wijdanî, exlaqî û hiqûqî ye. Di şexsê Leyla Guven de çalakgerên greva birçîbûnê hemû, ne tenê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêbertî, her wiha ji bo azadiya jinan û mirovahiyê têdikoşin.”

Erzîncan diyar kir, di şexsê Ocalan de êşkence, zext û tecrîd li hêzên azadiyê hemûyan û li mirovahiyê tê ferzkirin û got, “Di şexsê Rêbertî de dixwazin alternatîfa mirovahiyê ya li hemberî dewlet û desthilatdariyê tecrîd bikin û ji holê rakin. Tecrîdkirina Rêberê me û sîstema êşkenceyê ya li dijî wî ne ya qebûlkirinê ye. Felsefeya Rêberê me ya ji bo jiyana azad a alternatîf bi pêş dikeve. Jiyana alternatîf di serî de li Rojava li Kurdistanê belav dibe. Gihiştiye wê astê ku pêşengiyê ji dinyayê re bike. Lewma çalakiyên 8’ê Adarê bû pêvajoyeke çalakiyan ku azadiya Rêberê me kete rojevê. Rewşa Rêberê me bi wesîleya 8’ê Adarê weke pirsgirêkeke gerdûnî kete rojevê. Wateya şiyara me ya ‘Azadiya Rêberê me azadiya jinê ye’ roj bi roj zêdetir dibe.”

YÊN RÎ DIRÊJ LI PÊŞBERÎ YÊN POR DIRÊJ TÊK ÇÛN

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bal kişand ser serketina pêngava Dêra Zorê û got, “Li Dêra Zorê bi operasyona dawî ya hêzên QSD, YPG û YPJ’ê re dawî li DAÎŞ’ê tê. Li ser vê bingehê, di van rojên 8’ê Adarê de berxwedana gelan a bi pêşengiya jinan bi ser dikeve. Berxwedana jinan a li Rojava, asta lehengî û serketina YPJ’ê ya di parastina jinan û welat de nîşan da. Raya giştî ya dinyayê êdî qebûl dike ku Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye. Niha bi rengekî vekirî tê gotin, ‘Yên rî dirêj li pêşberî yên por dirêj têk çûn’.”

DAÎŞ HÎN LI EFRÎNÊ, LI ÎDLIBÊ Û CERABLÛSÊ HEYE

Erzîncan anî ziman, şoreşa ku li Rojava tê kirin, dîroka şoreşa jinê ye û dikare ji tevahiya Rojhilata navîn û dinyayê re bibe mînak.

Erzîncan diyar kir, pêngava Dêra Zorê-Baxozê azadiya jinan, jiyana azad, dostanî û xwişk-biratiya gelan temsîl dike, mayinde dike. Kurdan, jinan di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de yekemcar îdîa û biryardariya xwe ya jiyana azad a li vê herêmê nîşan dan. Jinan, Kurdan, gelên herêmê nîşanî tevahiya dinyayê dan ku mafê wan e li ser vê xakê bi rengekî azad bijîn.

Bêguman divê ev yek were gotin û neyê jibîrkirin; pêngava Dêra Zorê ji bo bidawîkirina fîzîkî û sembolî ya dewleta DAÎŞ’ê girîng e. DAÎŞ li Dêra Zorê hate qedandin. Lê belê hîn li Efrînê, Îdlibê, Cerablûsê heye. Dewleta AKP-MHP’ê rûyê xwe yê rast li Efrînê her roj nîşan dide. Dema ku DAÎŞ li Efrînê hate qedandin, dema ku dewleta Tirk ji Efrînê hate derxistin, hingî mirov dikarin bêjin ku DAÎŞ bi rengekî mayinde bi dawî bûye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bayik: “Divê ciwan jî bibin fedaîyên ku wê zalimtiyê têk bibin”

Nivîsa Pêş

YPS: Em fermandarê mezin Çiyager û hemû şehîdên Sûrê bi bîr tînin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YPS: Em fermandarê mezin Çiyager û hemû şehîdên Sûrê bi bîr tînin

YPS: Em fermandarê mezin Çiyager û hemû şehîdên Sûrê bi bîr tînin

Ji bo grevên birçîbûnê li Kantona Kobanê seferberî hate ragihandin

Ji bo grevên birçîbûnê li Kantona Kobanê seferberî hate ragihandin

Manşet

  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO
  • Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
  • Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir
  • YCWK: Jiyaneke bi rûmet bê parastinê ne mimkun e
  • Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê
  • Kampa Xwebûn A Navendî Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Ewropî: Em dixwazin bi Birêz Adullah Ocalan re nîqaş bikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir

    Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampa Xwebûn A Navendî Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanî çalakiyên xwe yên bîranînê didomînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê 4 gerîlayên şehîd bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ewropî: Em dixwazin bi Birêz Adullah Ocalan re nîqaş bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger forumek bi serkeftî organîze kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ NRW: Bê Rêber APO jiyan nabe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên ciwan ên ji Dirbêsiyê kampa “Bi Eşq û Silavên Rojê re Xwebûn” organîzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.