Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Çalakvanên greva birçîbûnê: “Em bi hev re bêdengiya li dijî tecrîdê bişikînin”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/03/2019 - 11:22
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Çalakvanên greva birçîbûnê: “Em bi hev re bêdengiya li dijî tecrîdê bişikînin”
ParvekeTweet

Girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, diyar kirin ku di encamê de mirin jî hebe dê dest ji daxwazên xwe bernedin û gotin ku daxwazên wan zelal e ew jî rakirina tecrîdê ye

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Qeyseriyê, girtiyên jin Bêrîvan Bîtmen, Maşallah Erbey û Merge Polat ên di 5’ê çileyê de û girtiyên bi navê Sînem Oguz, Yazgul Şahîn û Yaprak Taşçi yên di 25’ê çileyê de, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, bi rêya malbata xwe banga hestiyariyê li raya giştî kirin û xwestin hemû kes bibe dengê berxwedana wan.

‘Em ê bi serkeftinê tacîdar bikin’

Malbatên di 5’ê adarê de, li girtîgehê hevdîtin bi zarokên xwe re kirin, da zanîn ku girtî bi zorê xwe li ser pêyan digirin, pir zêde kîlo winda kirine û laşê wan qalik digire. Girtiyên jin bi rêya malbatên xwe derbarê rewşa xwe de ev agahiyan dan: “Ligel pirsgirêka tansiyonê, nebza me  heya 60’an ketiye. Şekirê me pir kêm bûye. Vîtamînan baş nadin me. Bi awayekê keyfî rojnameyan nadin. Di 1’ê Adarê de, hemû hevalên me yên din jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Moralê me bilind e. Em ê vê çalakiya xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Çalakiya me mafdar û meşrû ye. Em berxwedan û çalakiyek mafdar û meşrû bi rêve dibin. Her ku diçe çalakiya me, mezin û berfireh dibe. Divê hemû beşên civakê piştgirî bidin vê çalakiya me. Heta ku Ocalan azad nebe û daxwazên me neyên qebûl kirin, em ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Em ê qezenc bikin. Em jiyanekê bê Ocalan qebûl nakin. Divê hem malbatên me û hem jî raya giştî deng bidin vê berxwedana me. Di encamê de mirin jî hebe, em ê tu carî dest ji daxwazên xwe bernedin.”

 

‘Ji bo berxwedanê em dereng jî man’

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye jî Kemal Irmak e. Irmak, di sala 1992’yan de li bajaroka Rustemgedîk a Kopa Mûşê hatiye dinê û di sala 2015’an de jî hatiye girtin. Irmak, di sala 2012’yan de jî di greva birçîbûnê ya li girtîgehan de cih girtiye û 58 rojan di greva birçîbûnê de maye. Niha li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê 75 roj in di greva birçîbûnê de ye. Irmak derbarê grevê de nameyek şand û diyar kir ku ji bo berxwedanê ew dereng jî mane.

Irmak anî ziman ku niha serêşî, bêhalî lê peyda bûye û diyar kir ku xwê, karbonat, vîtamîna B1 û maskeyê nadin wan û bijîşk jî ji bo muayeneyê nayên qawîşan û tenduristkar jî kengî bixwazin tên.

Di nameya xwe de Irmak da zanîn ku piştî wan dest bi greva birçîbûnê kirine malzemeyên hijyenîkê li kantînê nayên firotin û wiha got: “Ji ber terazî hesas e û zemîne ne guncav e, em nikarin xwe baş biwezinînin. Dibe ku pir zihîf bûbim, lê li gor mêzêna niha 13 kîloyan zihîf bûme.”

 ‘Em dereng man’

Irmak têkildarî çalakiya xwe destnîşan kir ku tenê daxwazek wan heye û ji bo wê li ber xwe didin û ev nirxandin kir: “A rast ji bo berxwedanê em dereng jî man. Niha li dijî hemû nirxên gelê kurd êrîş û îmhayek heye. Ev êrîş herî zêde li Îmraliyê pêk tên. Abdullah Ocalan, yekpareyiya nasname û pergalekê ye. Rêberê hemû bindestan, hemû gelên nasname û azadiya wan hatiye binpêkirin e. Ev tecrîd û îşkence badilhewa bi salan nayê kirin. Di heman demê de ev polîtîka berdewamiya komployê ye jî. Armanc ew e ku gelê Kurd, ciwan û jinên kurd bê rêber bihêlin. Jiyaneke bêyî Rêber, koletî ye. Me tu carî ev yek qebûl nekir. Em ê nekin jî. Ji bo ev bi dawî bibe, divê tecrîd bê şikandin. Di vî warî de em dereng jî mane. Divê em bi şikandina tecrîdê xwerexneya vê yekê bidin. Loma me dest bi vê berxwedanê kir. Piştî daxwaza me bê qebûlkirin, em ê çalakiya xwe bi dawî bikin. Daxwaza me zelal e. Divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe, di warê fizîkî de divê ji bo jiyaneke azad şert û mercên wî bên başkirin. Ji bilî vê wê tu taktîk, nêzîkatî û bangawazî nikaribin çalakiya me bi dawî bike. Bedêl çi dibe bila bibe, em amade ne. Lê teqez em ê bi ser bikevin. Di vî warî de baweriya me xurt e. Ev meş, meşa ber bi serketineke mezin e. Wê bi serketinê bi encam bibe. Dê tecrîd bişikê û faşîzm bişikê.”

Her wiha Irmak di dawiya nameya xwe de bang li herkesî kir ku bi hev re bêdengiya li dijî tecrîdê bişikînin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Stenbolê polîsên Tirk a dagirker esnafekî bi çek birîndar kir

Nivîsa Pêş

Balafirên şer bombe li Heftanîn, Garê û Zê barandin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Balafirên şer bombe li Heftanîn, Garê û Zê barandin

Balafirên şer bombe li Heftanîn, Garê û Zê barandin

Tîmên Şehîd Avesta: “Em ê pêşengiya rizgariya Efrînê bikin”

Tîmên Şehîd Avesta: "Em ê pêşengiya rizgariya Efrînê bikin"

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.