Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: ‘Em ê bi Berxwedanê rê li ber Azadiyê vekin’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/03/2019 - 15:13
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
PAJK: ‘Em ê bi Berxwedanê rê li ber Azadiyê vekin’
ParvekeTweet

PAJK’ê 8’ê Adarê roja berxwedan û azadiyê pîroz kir û diyar kir, “Jin li ber xwe bide civakê li ber xwe bide, jin azad bibe civakê azad bibe. Bi pêşengiya jinê wê jiyana azad bê afirandin.”

BEHDÎNAN – Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya PAJK’ê de hate gotin, “Afirînerên veşartî yên dîrok û civakê, avakarên pêşketin û şoreşên civakî jin; çawa ku doh navenda berxwedana li dijî zilmê bûn, îro jî wê bi heman ristê rabin. Li ser vê bingehê em 8’ê Adarê roja berxwedan û azadiyê li jinên têkoşer hemûyan pîroz dikin. Di şexsê Roza û Sarayan de jinên şoreşger ên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê dinyaya ku wan dixwestin ava bikin, biafirînin.”

BERXWEDANA JINÊ WÊ RÊ LI BER SERKETIN Û AZADIYÊ VEKE

Di dewama daxuyaniyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate silavkirin, 8’ê Adarê lê hate pîrozkirin û hate gotin, “Em, Leyla Guven a ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo bi mehan e di greva birçîbûnê de ye û di şexsê wê de berxwedêran hemûyan bi rêzdarî silav dikin. Bi bîr û baweriya ku azadiya Rêberê me azadiya jinan e, berxwedana jinê wê rê li ber serketin û azadiyê veke.

Em, jinên cografyayeke ku dinya ji nedîtî ve tê û êşên wê nabîne, bi berxwedanê, bi şer me hebûna xwe, daxwazên xwe, xeyalên xwe û azadiya xwe ragihandin. Me xwe spart mîrateya xwe ya dîrokî û civakîbûna ku li ser vê xakê bi pêşengiya jinê dest pê kir û li ser vê bingehê gihîşt wê astê ku şoreşa xwe pêk bînin û rê li ber azadiyê vekin. Ev yek bi xweparastina jinê zane û azadîxwaz a li dijî serweriyê pêk hat. Bi wesîleya 8’ê Adarê, em YJA Star, YPJ, HPJ û YJŞ’ê bi bedewiya têkoşînê silav dikin ku ew milîtanên doza azadiya jinên Kurd e. Em pê serbilind in ku dibînin, gavên wan li Kurdistan û dinyayê avêtine bûne çavkaniya hêzê ji jinan hemûyan re û xweparastina jinê civakê û jinan hemûyan nêzî rizgariyê dike.

EM JINÊN BERXWEDÊR SILAV DIKIN

Em jinên berxwedêr silav dikin ku li her devera dinyayê, ji Rojhilata Navîn heta Latîn Emerîkayê, ji Asyayê heta Ewropayê bêyî serî bitewînin li dijî zîhniyeta serdest a mêr, li dijî dewleta wê zîhniyetê, li dijî desthilatdarî, artêş û hemû saziyên wê têdikoşin. 8’ê Adarê li wan jinên berxwedêr pîroz dikin. Em careke din dixwazin bêjin ku pê bawer in; wê azadiya jinê û rizgariya dinyayê bi têkoşîn û yekîtiya jinan pêk were. Em bi coş û kelecanî ne, ji ber ku têkoşîna hevpar a jinan her bi pêş ve diçe.

Li gel xurtbûna têkoşîna jinê, di vê sedsalê de qirkirina jinê jî derketiye asta herî bilind. Zîhniyeta desthilatdarîperest û serweriya mêr, ji ber ku di têkoşîna jinê de tinebûna xwe dibîne, jinê dike hedef. Xwediyên desthilatdariyê êrîşî nirxên jinê dikin. Êrîşî civakê, exlaqê, manewiyatê, azadiyê, wekheviyê, rûmetê, dîrokê, çandê, êrîşî nirxên manewî hemûyan dikin. Sîstema bi serweriya mêr ji ber ku ji azadî, raperîn û guherîna jinê ditirse, polîtîkayên xwe yên qirkirina jinê bi her rengî kûr dike.

Çawa ku şerê me yê 40 salan ê ji bo azadiyê nîşan da, jina ku pêşenga berxwedanê ye wê careke din bi rista xwe ya dîrokî kar bike û pêngava me ya azadiyê wê faşîzmê, serweriya mêr ji holê rake. Em, jinên ku li dijî sîstema kapîtalîst û êrîşên kevneşop ên civakê têdikoşin, jinên ku bi nirxên azadîparêz, hevgirtî û hevpar mezin dikin, li ser bingeha îradeya xwe em ê bi civakê re ji nû ve peymanê deynin. Em ê bi xwe cihê xwe yê li nava civakê û şêweyê jiyana xwe diyar bikin.

BI TEQEZÎ EM Ê BI SER BIKEVIN

Li dijî zayendîparêziya pergala serwer, li dijî milliyetgiriya wê, zanist û dîndariya wê ya siyasî dînamînaka bingehîn a têkoşînê em in. Li dijî emperyalîmza qirker û faşîzma AKP-MHP’ê, ya ku wê berevaniyê li Rojhilata Navîn û jinên Kurdistanê bike, em tevgera azadiyê ya jina Kurd in. Em, ji bo ku bîrîkirina jinan, xewn û xeyalên wan, utopyaya wan a jiyana azad bi cih bînin, heta dawî em ê şer bikin. Em ê ji faşîstan, ji cîhana zilamserwer bi hev re hesab bipirsin. Heke hemû cîhan bibin yek û bi ser me de jî were em ê şerê vê bikin û bi teqezî bi ser bikevin.

JI BO AZADIYÊ BER BI TÊKOŞÎNÊ VE

8’ê Adarê, berxwedana li dijî faşîzmê, serhildana li dijî pergala zilamserwer, ew roja hêzê ye ku faşîzmê em di taritiya wê de, ku jê hatiye, veşêrin. Û ev sal wê wiha were pêşwazîkirin. 8’ê Adarê îlana azadiya jinan, rêxistiniya wê, îdîaya têkoşîna wê û israra wê ye. Li dijî helwesta li ser tecrîdê, li dijî sersariya li bara grevên birçîbûnê, li dijî bêdengiya li bara komkujiya jinan, biryardariya têkoşînê ye. Em dibêjin, ”berxwedana jinan azad dike” û bang li hemû jinan dikin ku xwe berdin qadan, li ber xwe bidin û ji bo azadiyê têbikoşin. Em bang li jinên cîhanê dikin ku li dijî emperyalîzma global, têkoşîna jinê ya global geş bikin.

Jin her ku li ber xwe bide wê civak li ber xwe bide, jin her ku azad bû wê civak azad bibe û bi pêşengiya jinê wê jiyana nû were avakirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dahûrandina “Kuştina Zilamê Kevnar”

Nivîsa Pêş

Dadgeha Îstînafê ya Belçîka: PKK ne rêxistina terorê ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dadgeha Îstînafê ya Belçîka: PKK ne rêxistina terorê ye

Dadgeha Îstînafê ya Belçîka: PKK ne rêxistina terorê ye

Jinên Gencanî Têkoşer bi xemla xwe 8’ê Adarê pîroz kirin  

Jinên Gencanî Têkoşer bi xemla xwe 8’ê Adarê pîroz kirin  

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.