Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Berxwederên Kobanê: Şerê li Kobanê bû xilasbûna DAÎŞ’ê

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/03/2019 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
TAYBET – Berxwederên Kobanê: Şerê li Kobanê bû xilasbûna DAÎŞ’ê
ParvekeTweet

Şikandina yekem a çeteyan li Kobanê pêk hatibû. Di derheqa mijarê de berxwederên Kobanê ji ajansa Nûçe Ciwan re axîvin û di derheqa mijarê de fîkrên xwe anîn ziman.

KOBANÊ – Çeteyên DAÎŞ’ê li herêma Baxoz a Dêrezorê ber xilasbûnê ye. Şikandina yekem a çeteyan li Kobanê pêk hatibû. Di derheqa mijarê de berxwederên Kobanê ji ajansa Nûçe Ciwan re axîvin û di derheqa mijarê de fîkrên xwe anîn ziman.

DAÎŞ di aliyê şer de, di aliyê psîkolojîk de li Kobanê şikandin jiya

Berpirsyariyê Muzeya Kobanê Rohat Amed di derheqa berxwedana Kobanê de û encamên bi xwe re anî de wiha diaxive; “Berxwedaniya Kobanê di aliyekê de destpêkirina têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê bû. Ji ber ku gelek hêzên leşkeri li dijî DAÎŞ’ê bajarê xwe berdan çûn. Cara yekemîn DAÎŞ di aliyê şer de, di aliyê psîkolojîk de li Kobanê şikandin jiya. Ne tenê şikandina çeteyan bû di heman demê de gelê Kurd, gelê azadîxwaz nîşanê hemû cihanê da ger îrade hebe, dema hêz hebe yê li hemberê te çiqasî hov jî bibe dikarî serkeftinê dest bixî. Îro dibêjin DAÎŞ li Dêrezorê xilasbûye, na xilasbûyina çeteyan, têkçûna wan li Kobanê destpêkir. Têkçûna wî li hember gerillayên azad destpêkir. Ev jî bi têkoşînekî bêhempa derket holê. Vinekî mezin bû. Bi vê berxwedanê Gelê Kurd nîşanê hemû cihanê da ku li dijî hemû teknîkan, li dijî hêzên maddî hêza herî mezin iradeye.”

Gelê Kurd jî bi vîna xwe ya azad, bi îdeolojiya Serokatî bersiva herî xweş da

“DAÎŞ ji aliyê gelek dewletan ve bi taybet jî ji aliyê dewleta Tirk ve dihat piştgirîkirin. Ji bo Kobanê bikeve bi sedan caran alîkariya maddî, alîkariya leşkeri û ragihandinê kir. Dema serokwezîrê Tirk got Kobanê ket, ew ê bikeve ev ji bo Gelê Kurdi ji bo şervanên Kurd peyamekî herî mezin bû. Gelê Kurd jî bi vîna xwe ya azad, bi îdeolojiya Serokatî bersiva herî xweş da. Ev bersiv jî berxwedan bû. Heta kêliya dawî, ev cihê ku em tê da ne nokteyên herî dawî bû, li vir carekî jî nefikirîn ku em vê bajarê berdin. Carekî jî nefikîrin ku li dijî çeteyên hov em dest ji axa xwe berdin. Heta dawiyê mirin jî girtin ber çavan.”

Di encamê de îro ev çeteyên hov ji şervanên YPJ’ê re teslîm dibin

“Li dijî DAÎŞ’ê ku taritiyê ferz dikir têkoşînekî ronahiyê hate meşandin li Kobanê. Ev jî bi xwe re çi encamê anî, têkçûna DAÎŞ’ê ji axa Sûriyeyê û Rojavayê anî. Kobanê di Rojhilata Navîn de wek gulekî di bin berfê de vebû bû. Wateya berxwedaniya Kobanê îro encamê xwe li Dêrezorê dide. Di encamê de îro ev çeteyên hov ji şervanên YPJ’ê re teslîm dibin. Ev jî bi kedê bû. Em wek YPG-YPJ her tim baweriya xwe ji gelê xwe kir. Ev bawerî jî stuyê wan li hemberê gelê Kurd tewand. ÎRo li Baxozê jî dawî dibin. Em vê hemleyê, vê serkeftinê, tunekirinê jî di destpêkê de gelê Kurd, gelê Ereb û gelê Êzîdî bi taybet jî ji jinên Kurd re diyarî dikin.”

Berxwedana Kobanê gelek dever bixwe re rizgar kirin

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Muhammed Huseyîn ku ev jî di berxwedanê Kobanê de maye wiha behsa têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê dike; “Bi rastî berxwedana Kobanê gelek dever bixwe re rizgar kirin. Reqqayê, Tebqayê, Mînbîcê, Sîrînê niha jî Dêrezorê rizgar dike. Gelek kêm maye ku xilas bibe. DAÎŞ bi êrîşekî hov hat li ser gelê Kobanê. Lê hevalê me jî berxwedaniyek mezin li dijî wan nişan da. Wê demê tu çekê giran jî di deste me de tune bû. Derfet kêm bûn. Tenê bi kleşan berxwedan hate nişan dan. Li ser sînorê Bakur, li nêzê deriye Tirkiye tenê kolanek di destê me de mabû. Heval bi fedekarî li wê derê ber xwe dan. Xwe dixistin bin tanqan û tanq diteqandin. Dîsa jî dev ji Kobanê bernedan û ser jî ketin. Ji ber vê jî morala DAÎŞ’ê di destpêkê de li vir şikandinek jiya. Di vê de jî çalakiya ya Heval Arîn a Miştenûrê bandorek mezin kir. Nekarîn girê Miştenûrê bigirin. Her wiha rojana Gelê me yê Bakur derdiketin ser sînor û piştgiriya wan jî. Ev jî wek şervanan 134 roj ber xwe dan. Ciwanên Bakurê Kurdistanê, ciwanên çar perçe Kurdistanê hatin tevlî şer bûn. Ev jî bi xwe re rizgarkirina qadên din anî.”

Berxwedaniya hevalên jin ê ku wek Şehîd Arîn Mîrkan berxwedan tirs xist dilê dijmîn

Jina Ciwan a bi navê Macîde Heso jî wiha qala şikandina DAê li Kobanê dike û bal dikşîne li ser rola jinê a berxwedana Kobanê de; “Di berxwedanê Kobanê de hemû gelên Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava mildan hev û du, bi piştgiriyê ser ketin. Di vê milê de berxwedanê Kobanê li cihanê deng veda. Berê berxwedana Kobanê kes vê derê nasnedikir. Ev bû sedem ku ev der were naskirin. Hê jî berxwedaniya Kobanê bixwe re di deverên din de serkeftiyan tîne. Şikandina DAÎŞ’ê li Kobanê bi xwe re gelek dever rizgar kirin. Şehîdên ku li Kobanê berxwedan xwe îspat kirin, tirs xistin dile DAÎŞ’ê. Berxwedaniya hevalên jin ê ku wek Şehîd Arîn Mîrkan berxwedan tirs xist dilê dijmîn û heta niha jî bandorê xwe dike. Niha li Efrînê jî berxwedaniyek didome. Heval rojane di wê qadê çalaki dikin. Ev der jî wek Kobanê ber xwe dide, bernade. Dîsa niha li Dêrezorê li dijî DAÎŞ’ê berxwedaniyek mezin tê dayîn. Ev hemû bandora berxwedaniya Kobanê ye. Bi berxwedaniya Kobanê hemû gelên herêmê kir yek. Raste di berxwedaniya Kobanê de zêde derfet tunebû lê îrade hebû. Ev îradeya ku derket bû sedem ku hemû qadên din jî wek Minbîc, Reqqa, Tebqa, Girêspî, Deyrêzor jî rizgar bike. Niha Dêrezor jî ber xilaskirinê ye ev hemû girêdayê Berxwedana Kobanê ye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Bi xemla buharê tekoşîna Jinên Ciwan mezintir dibe

Nivîsa Pêş

PFDK lîstikvanê Amedspor Mansûr Çalar men kir; alîgirên Amedsporê daketin qadan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
PFDK lîstikvanê Amedspor Mansûr Çalar men kir; alîgirên Amedsporê daketin qadan

PFDK lîstikvanê Amedspor Mansûr Çalar men kir; alîgirên Amedsporê daketin qadan

Ciwanên Dilokê li dijî tecrîdê çalakî kir

Ciwanên Dilokê li dijî tecrîdê çalakî kir

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.