Enter your email Address

Pazartesi, Temmuz 28, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ararat: “Divê hemû jinên ciwan ên Kurd bibin mîna Leyla Guven”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/03/2019 - 10:49
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
Ararat: “Divê hemû jinên ciwan ên Kurd bibin mîna Leyla Guven”
ParvekeTweet

Ji Koordînasyona Partiya Jina Azad a Kurdistanê (PAJK) Evîndar Ararat têkilî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivî. Ararat got; “rêxistiniya jinan, jiyana azad û demokratîk dihone.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Ji Koordînasyona Partiya Jina Azad a Kurdistanê (PAJK) Evîndar Ararat têkilî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivî. Ararat got, “Li dijî faşîzmê, mêtingeriyê, desthilatê, milliyetgiriyê, zayendîparêziyê û baviksalariyê em ê 8’ê Adarê bi berxwedanê pêşwazî bikin. Ev sal ji bo me pêvajoyeke girîng e.”

‘8’Ê ADARÊ WÊ BI RUHEKÎ BERXWEDANIYEKE MEZIN WERE PÊŞWAZÎKIRIN’

Arart 8’ê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê di şexsê Leyla Guven, Selma Irmak, Sabahat Tuncel, Gulîstan Îke, Fadîle Tok de, berxwedêrên ku li zindanan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, li hemû jinên ku di ber azadiya xwe û gel de têdikoşin, li hemû dayikan pîroz kir.

Ararat diyar kir li dijî modernîteya kapîtalîst li hemû devera cîhanê û li Kurdistanê bi pêşengiya jinan berxwedaniyeke mezin heye û diyar kir, rêxistiniya jinan, jiyana azad û demokratîk dihone.

‘DIVÊ RENGÊN BERXWEDANÊ ZÊDETIR DEWLEMEND BIBIN’

Ararat bal kişande ser êrîşên faşîst ên li ser jinan, diyar kir jin li dijî van êrîşan li ber xwe didin û got, “Em 8’ê Adarê îsal bi atmosfereke wiha pêşwazî dikin ku êrîşa li ser jinan gelekî zêde bûye lê li dijî vê jî, têkoşîneke rêxistinî, giyanekî hevpar û organîze bûyî heye. Hemû hazirî li ser vî giyanê hevpar têne kirin. Jinên Kurd bi salan e ji bo azadiya xwe û gel li dijî qirkirinê bi qehremanî, bi fedaîtiyê berxwedaneke bêhempa nîşan didin.”

Ararat serketina jinên Kurd ên li dijî rêxistiniya çete DAÎŞ’ê bi bîr xist û got ev têkoşîn bi berdêlên giran hatiye dayin.

Ararat grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger, yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin bi bîr xist û got, “Ev giyanê berxwedanê berzkirina 8’ê Adarê ye. Bi vê çarçoweyê bi taybetî jinên Kurd divê zêdetir li dora hevalên di grevên birçîbûnê de li hev asê bibin, rengên berxwedanê dewlemend bikin, çalakiyên xwe zêdetir geş û gur bikin û berbelav bikin.”

‘ÎSAL JI BO ME VEGOTINA PÊVAJOYEKE PIR GIRÎNG E’

Ararat bang li hemû jinan kir, xwest ku yekîtiya xwe pêk bînin û li ber xwe bidin. Ararat wiha domand,”Bi pêşengiya jinên Kurd û gelê Kurd, banga me li hemû femînîst, çepgiran, li derdorên ku jiyana demokratîk dixwazin, li dijî faşîzmê têkoşîneke hevpar, rêxistinî bibin. Ev 8’ê Adarê weke bangekê ye li jinên cihanê” û got, ew bawer dikin ku jinên Kurd û tevgerên jinan wê guh bidin vê bangê.”

Ararat got di serî de li Kurdistanê, li her deverê divê bi pêşengiya jinên Kurd ên ciwan, li dora berxwedana grevên birçîbûnê divê hevgirtinek çêbibe, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo grevên birçîbûnê ku di şexsê Leyla Guven de dest pê kirine, divê gel bi girseyan xwe berde qad û meydanan, hemû devera ku lê ne bikin qadên berxwedan û têkoşînê.

Ararat bal kişande ser girîngiya pêvajoya berdest û bal kişande ser van xalan: “Ji bo me îsal vegotine pêvajoyeke girîng e. Ya pêşî, li ser Rêbertiya me tecrîdeke mitleq heye û ev didome. Li dijî vê 300 hevrêyên me li girtîgehan li ber xwe didin û li derve jî berxwedanek heye. Divê mirov li vê berxwedanê xwedî derkeve, geş bike, encamê jê bgire, tecrîdê bişkîne û bi Rêbertiyê bi azadî bijî û mîsoger bike, ji bo vê hewceyî bi têkoşîneke mezin heye. Ya dî, faşîzm, bi tacîz, tecawûz, dagirkerî û mêtingeriyê êrîşê dibe ser ser jinan, jinan dikuje, bi vî rengî qira civakî tîne, li dijî vê li hemû cîhanê, jin bi şêwazeke xwe ya têkoşînê, têkoşîneke hevpar didin. Ji bo ku ji têkoşîna jina Kurd û a gelê Kurd re bibi bersiv, li ser hîmeke hevpar, divê berxwedana jinê ya hevpar derkeve holê.”

Ararat şerê li dijî DAÎŞ’ê ya li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya bi pêşengiya jinên Kurd bi bîr xist û got, “Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan tê kirin. Li Bakurê Kurdistanê jî li dijî faşîzmê berxwedaniyeke mezin heye. Leyla Guven û hevrêyên wê mînakên vê yên herî berbiçav in. Bi vê çarçoweyê, em bang li jinên Tirkiyê dikin ku em bi hev re, li dijî faşîzmê, baviksalariyê, mêtingeriyê, zayendîparêziyê, dagirkeriyê, li dijî êrîşên li ser jinan û civakê em bi hev re têkoşîna hevpar bidin. Helwesta me ev e, em 8’ê Adarê jî bi vê çarçoweyê dinirxînin.”

‘JINÊN KURD JI PÊVAJOYEKE KRÎTÎK DERBAS DIBIN’

Ararat diyar kir jinên Kurd ji pêvajoyeke krîtîk derbas dibin, li dijî faşîzmê û baviksalariyê berxwedaniyeke mezin didin. Ararat got jinên Kurd pêşengiya têkoşîna civakî dikin, diyar kir, ji 1’ê Adarê heta bi 4’ê Nîsanê bi pêşengiya jinên Kurd, dostên Kurdan û derdorên bi demokrasiyê bawer dikin, hêzên li dijî faşîzmê, kapîtalîzmê divê bi hev re têbikoşin. Ararat got di rewşeke berevajî vê de ji bo jinan wê civake tarî derkeve holê û serwer bibe û domand, “Hêza berxwedanê wê tarîtiyê parçe bike. Jinên Kurd di şerê dijî DAÎŞ’ê de ev çespand.”

‘AZADIYA ME AZADIYA RÊBERTÎ YE’

Ararat dawiya daxuyaniyê de pêngava, “Em faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişkînin, Kurdistanê azad bikin” bi bîr xist, got, dirûşma wan a 8’ê Adarê ‘têkoşîna jinan wê azad bike’, bi vê çarçoweyê û domand, “Bi vê çarçoweyê, pêşketina têkoşîna jinan ji bo me girîng e. Rêya vê jî şikandina tecrîdê ye. Tecrîda li ser Rêbertiya me, tecrîda li ser me hemûyan e. Tecrîd şer e, tundî ye, bêparhiştina ji mafan e, mêtingerî ye, dagirkerî ye û desteserkirina gelan e.”

Ararat got, divê hemû jinên ciwan ên Kurd bibin mîna Leyla Guven, Selma Irmak, Sabatan Tuncel, Kibriye Evren, Fadîle Tok, Gulîstan Çiye Îke û diyar kir jinên Kurd divê bi berxwedan û giyanê girtîgehê dakevin qadan.

Ararat got, “Azadiya me azadiya Rêbertî ye. Em dibêjin, jiyaneke bê Rêbertî nabe. Ji bo vê jî em dibêjin, berxwedana jinan wê azadiyê mîsoger bike. Em ê azad bibin, bi hêviya jiyana azad a bi Rêbertî re, 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz be.”

Çavkanî: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ew, mîlîtanê fikra ku dema wê hatiye bû… – Egît Mazlum

Nivîsa Pêş

Leyla Guven 116 roje ji bo şikandina tecrîdê çalakiya xwe didomîn e

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Leyla Guven 116 roje ji bo şikandina tecrîdê çalakiya xwe didomîn e

Leyla Guven 116 roje ji bo şikandina tecrîdê çalakiya xwe didomîn e

LEZGÎN- Asayîşa PDK’ê êrîşê çalakvanên li Hewlêrê kirin – NÛ BÛ

LEZGÎN - Li Baxozê şer dijware

Manşet

  • Jinên Ciwan ên Welatparêz li Stenbolê Pêşengên Ciwanan bi bîr anîn
  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin
  • Jinên Ciwan ên Welatparêz û Dayikên Aştiyê li Stenbolê Pêşengên Ciwanan Bi Bîr Anîn
  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan
  • Şehîd Waed Xelûf li ser gora xwe hat bibîranîn
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê Pêşengên Ciwanan Bibîr Anîn
  • Ji Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst li Stenbolê Panel

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê Pêşengên Ciwanan Bibîr Anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Waed Xelûf li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst li Stenbolê Panel

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara nû ya Kovara Yurtsever Gençlik derket: “Bi Ruhê Hevaltiya Komunalîst Em Ji Bo Avakirina Komunê Seferber Bibin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Werzîşê yê Cizîrê turnoveyekî karate lidarxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Rêber Apo banga dîrokî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.