Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK ji bo sersaxiya Mela Abdulkerîm Şarbajarî daxuyaniyek da

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/02/2019 - 13:13
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK: Têkoşîna gelê Kurdistanê ya li çar parçan bi hev ve girêdayî ye
ParvekeTweet

KCK: “Bila rewma Xwedê li vî welatparêz û alimê mezin be. Em êş û xemgîniya malbata hêja parve dikin. Di serî de malbata wî em sersaxiyê ji alimên Kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.”

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji ber wefata Mela Abdulkerîm Şarbajarî peyameke sersaxiyê weşand. Di peyama KCK’ê de hate gotin, “Em bi xemgînî pê hesiyan ku alimê Îslamê yê mezin ê Kurdistanê, welatparêzê mezin dostê me Mela Abdulkerîm Şarbajarî ku weke Mela Abdulkerîm Saîd tê naskirin, wefat kiriye. Vî welatparêzê mezin heta dawiya emrê xwe hewl da Îslam rast bê fêhmkirin û jiyana xwe diyarî azadiya gelê Kurd kir. Bila rewma Xwedê li vî welatparêz û alimê mezin be. Em êş û xemgîniya malbata hêja parve dikin. Di serî de malbata wî em sersaxiyê ji alimên Kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.”

Peyama KCK’ê wiha dewam kir:

“Mamoste Mela Abdulkerîm ê rehmetî, di serî de zanetî, edalet, cesaret û dilnizmiyê xwedî gelek wesf û fezîletê bû. Ev wesf û fezîletên wî mîrateya çanda Îslamê ya mezin û çanda qedîm a Kurd bû. Mela Abdulkerîm ê rehmetî ku ev her du mîrate baş pejirand û di şexsê de bi cih kir, jiyana xwe diyarî wê yekê kir ku van mîrateyan bijî û dewlemend bike. Dîti ku pirsgirêkên civakî û siyasî yên giran ên li nava alema Îslamê rû dan, ji ber rast fêhmnekirin, an jî çewtkirina rastiya cewhera Îslamê ye. Ji ber vê yekê ji bo mesajên Îslamê rast bên fêhmkirin têkoşîneke mezin da. Timî bang kir ku Îslam tundiyê, kîn, nefret û nezantiyê red dike, peyama ebedî ya Îslamê aştî, biratî, edalet û ronakbîrî ye. Têkiliya tundî, kîn, nefret û nezantiyê bi mêtingeriya desthilatdariyê re teşhîr kir û têkiliya aştî, biratî, edalet û ronakbîriyê bi demokrasiyê re danî. Lewma, feraseta Îslama Demokratîk a Rêberê me bi kelecaneke mezin pêşwazî kir û ji bo pêşvebirina wê têkoşiya. Li ser vê bingehê di asta pêşengiyê de gelekî kar kir.

Mela Abdulkerîm ê rehmetî, pirsgirêka azadiyê ya Kurdan bi perspektîfa Îslamî baş şîrove kir û nîşan da ku bêyî têkoşîna azadiyê mirov nikare bibe Misilmanekî baş. Diyar kir ku rabûna li ber înkar û zilmê yek ji şertên bingehîn ên Îslamê ye û berxwedana li dijî zilmê, rengekî îbadetê ye. Her wiha di navbera têkoşîna azadiyê ya Kurdan û feraseta ummetê ya Îslamê têkiliyeke xurt danî. Destnîşan kir ku ummet nayê wateya înkarkirina qebîle, qewm û neteweyan, bileks tê wateya yekîtiya cudahiyan. Ji ber vê yekê timî anî ziman ku xwedîderketina li têkoşîna azadiyê ya Kurd şertekî xwedîderketina li ummetê ye. Li ser vê bingehê heta dawiya emrê xwe cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya li her parçeyên Kurdistanê girt û piştevaniya wê kir. Mela Abdulkerîm ê rehmetî ji bo pêkhatiya yekîtiya neteweyî gelekî ked û hewl da.

Gelê me yê hêja!

Di vê demê de ku gelê me di nava têkoşîneke berfireh de ye, wefata dostekî gelekî hêja yê tevgera me, wefata Mela Abdulkerîm ê rehmetî, ji bo me windahiyeke mezin e. Bêguman ked û nêrînên wî wê di nava têkoşîna me de her mezin bibin. Em bang li gelê xwe dikin bi taybetî Alimên Kurdistanê ku xwedî li vê ked û nêrînê derkevin û mezin bikin. Careke din dibêjin, bila rehma Xwedê li birayê me Mela Abdulkerîm ê welatparêz û alimê mezin be. Bila serê malbata hêja, serê Alimên Kurdistanê û gelê me sax be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bi otobusên şaredariyê derdorê avahiya HDP’ê ya Amed’ê hatiye dorpêçkirin!

Nivîsa Pêş

Plansaziya taybet a kontra yê MÎT û KDP’ê li Başurê Kurdistanê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Plansaziya taybet a kontra yê MÎT û KDP’ê li Başurê Kurdistanê

Plansaziya taybet a kontra yê MÎT û KDP'ê li Başurê Kurdistanê

Civîna dagirkirina Rojava ya Hulusî Akar û Mesrûr Barzanî

Civîna dagirkirina Rojava ya Hulusî Akar û Mesrûr Barzanî

Manşet

  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.