Enter your email Address

Çarşamba, Ağustos 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Di zêdetirî 100 cihan de civînên gel hate li dar xistin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/01/2019 - 16:44
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Di zêdetirî 100 cihan de civînên gel hate li dar xistin
ParvekeTweet

 

 HDP têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê li gelek navendan civînên gel li dar xist. Di civînan de hat xwestin tecrîd bê rakirin û wiha hat gotin: “Bêyî ku mirin çê bibin divê tecrîd bê rakirin. Divê gel bi xwedî derketinê li dora çalakgeran bibe xelek.” 

NAVENDA NÛÇEYAN – HDP têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê li gelek navendan civînên gel li dar xist. Di civînan de hat xwestin tecrîd bê rakirin û wiha hat gotin: “Bêyî ku mirin çê bibin divê tecrîd bê rakirin. Divê gel bi xwedî derketinê li dora çalakgeran bibe xelek.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya balê bikişîne ser grevên birçîbûnê ya bi daxwaza tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin û niha li gelek girtîgehan didome li nêzî 100 navendan civînên gel hatin lidarxistin.

RÊZAN

Li avahiya Rêxistina DBP’ê ya navçeya Rezana Amedê bi beşdariya Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag û Musa Farisogullari, endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê û gelek kesan civîna gel hat lidarxistin. Parlamenter Farisogullari di civînê de axivî û got: “Divê em vê tirsê bişkênin û tecrîdê ji hev parçe bikin. Bi tecrîdê dixwazin hebûna me ji holê rabikin. Dixwazin bi tunekirina kurdan pergalek nû ava bikin. Çalakiya Leylga Guven a di roja 65’emîn de ji bo me hişyariye. Li aliyekî din jî hişyarî ji bo dewlet û hikumetê ye. Li aliyê din jî ev hişyarî li dijî bêdengiya me ye. Bêyî mirin pêk werin divê demildest tecrîd bê rakirin. Amed warê berxwedanê ye. Divê êdî em derkevin kolanan û xwedî li daxwaza Leyla û girtiyan derkevin.”

Civîn bi nêrîn û pêşniyarên welatiyan bi dawî bû.

SÛR 

Li avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Sûrê jî civîna gel hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û gelek kes beşdar bûn. Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP’ê Seher Tumer di civînê de axivî û got: “Komlopya navnetewî bi kûrkirina tecrîdê didome. Ev sê sale tu agahî nîne. Ji bo tecrîd rabe çalakiya Birêz Leyla Guven ketiye merhaleyek krîtîk û ji vê gavê şûn ve çi bikeve ser milê me divê em bikin.”

Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun jî anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ne ji rêzê ye û got: “Çalakiya Leyla Guven dîroka me ya berxwedana salên 80’î bi bîra me dixe. Ji bo rakirina tecrîdê werin em têbikoşin. Em hemû gelên xwe vedixwînin mitînga li dijî tecrîdê ya di 19’ê mehê de.”

YENÎŞEHÎR

Li avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê jî bi beşdariya Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan civîna gel hat lidarxistin. Guzel û Gokkan di civînê de axivîn û xwestin her kes li dijî tecrîdê derkeve û daxwaza girtiyan bike daxwaza xwe. Di civînê de banga beşdariya mitînga di 19’ê Çile ya li Amedê li gel hat kirin.

PEYAS

Li avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeya Peyasê ya Amedê jî bi beşdariya Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz û gelek welatiyan û rêveberên partiyê civîna gel hat lidarxistin. Parlmaneter Aydenîz da zanîn ku ew di serdemek dîrokî de derbas dibin û got: “Ji bo azadî û demorkasiyê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.”

ÊLIH 

Li Êlihê jî rêxistina HDP’ê ya Bajêr li avahiya HDP’ê ya navçeya navendî civîna gel li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rêveberên HDP’ê û DBP’ê, namzetên hevşaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr û Songul Korkmaz û gelek welatî beşdar bûn. Di destpêkê de parlamenter Başaran axaftinek kurt kir. Di civînê de daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Metna bi kurdî Endamê PM’ê yê HDP’ê Nurettîn Turgut û metna bi tirkî jî Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Êlihê Bêrîvan Helen Işik xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê em bibin dengê çalakgerên girtîgehan. Çalakiya girtiyên azadiyê berxwedanek bi rûmet e. Divê her kes rast vê berxwedanê bixwîne. Nexwê dê sibê pir dereng bibe. Deng û qêrîna ji zîndanan bilind dibe deng û qêrîna me ye. Ev tecrîd dê ya bê şikandin an jî dê bê şikandin. Her tim berxwedana gelê Kurdistanê bi ser ketiye û dê ev berxwedan jî tecrîdê bişkênê û ji holê rabike.”

WAN

Li avahiyên rêxistina HDP’ê yên naçveyên Rêya Armûşê, Tuşba û Erdîşê jî bi beşdariya parlamenterên HDP’ê û bi sedan welatî civînên gel hatin lidarxistin. Di civînan de hat xwestin hemû kes bi ruhê seferberiyê xwedî li daxwaza Leyla Guven û girtiyan derkeve û gotin “Roj roja şikandina tecrîdkirina Ocalan e.”

QERS 

Li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Qersê jî civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de bal kişandin ser tecrîdê û tecrîd û grevên birçîbûnê nîqaş kirin.

PIRSÛS

Li rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Pirsûs, Wêranşar û Serêkaniyê yên Rihayê jî civînê gel bi beşdariyan gelek welatiyan hatin lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu beşdarî civîna gel a li Pirsûsê bû. Surucu axivî û got: “Dixwazin bi lîstikan kurdan dîsa sed sal bêstatû bihêlin. Birêz Ocalan bi boneya xwedî rêberiyek ku hêza wî heye van lîstikan xera bike, niha jî tecrîdek li dijî mirovahiyê pêk bînin. Dixwazin bi tecrîdê civakê bê parastin bihêlin.”

WÊRANŞAR

Li navçeya Wêranşarê jî beşdariya Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nîmetullah Erdogmuş û gelek rêveber û aktîvîstên TJA’yê beşdarî civînê bûn. Parlamenter Erdogmuş got: “Pergala li Îmraliyê hatiye avakirin, pergalek bi temamî taybet e. Dixwzin bi tecrîdê fişariyê li ser civakê ava bikin. Di vê nokteyê de Leyla Guven derket û li dijî tarîtiyê bû ronahî.”

SERÊKANIYÊ

Li navçeya Serêkaniyê jî bi beşdariya Hevserokê HDP’a Rihayê Îbrahîm Halîl Akbaş û rêveberên HDP, DBP û KCD’ê û welatî beşdar bûn. Metna ji hêla Navenda Giştî ya HDP’ê ve ku têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê hatibû amadekirin hat xwendin.

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji bo meşa Parîs’ê ji gelek noqteyên Ewropa otobûs tê rakirin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Efrîn’ê li dijî dagirkirina Efrîn’ê ya Tirkiye meşiyan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Efrîn’ê li dijî dagirkirina Efrîn’ê ya Tirkiye meşiyan

Ciwanên Efrîn'ê li dijî dagirkirina Efrîn'ê ya Tirkiye meşiyan

Hêzên Rizgariya Efrîn’ê çeteyên dewleta Tirk xist: 7 çete hate kuştin

Hêzên Rizgariya Efrîn'ê çeteyên dewleta Tirk xist: 7 çete hate kuştin

Manşet

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Helebê Civîna xwe ya Şeş Mehî Lidarxist
  • Bi hezaran kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Fermandar Nûreddîn Sofî ber bi konên sersaxiyê ve çûn
  • Jinên Ciwan ên ji Efrînî Bernameyek Perwerdehiya Werzîşê ji bo Bîranîna Şehîd Zeynep Efrîn Dest Pê Kirin
  • Lîlav Şaban, Jineke Ciwan a ji Efrîn, Ragihand ku Tevlî Fikir û Felsefeya Rêber Apo Dibe
  • KCK: Pêngava 15’ê Tebaxê hîn jî encamên dîrokî diafirîne
  • Endamên Meclîsa Ciwanên Demokratîk Bang li Şolena Aştî û Civaka Demokratîk dikin ku li Wanê were lidarxistin
  • Gelên rojava pêşengê şoreşê oxir kir- hat nû kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Lîlav Şaban, Jineke Ciwan a ji Efrîn, Ragihand ku Tevlî Fikir û Felsefeya Rêber Apo Dibe

    Lîlav Şaban, Jineke Ciwan a ji Efrîn, Ragihand ku Tevlî Fikir û Felsefeya Rêber Apo Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên ji Efrînî Bernameyek Perwerdehiya Werzîşê ji bo Bîranîna Şehîd Zeynep Efrîn Dest Pê Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelên rojava pêşengê şoreşê oxir kir- hat nû kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li Qamîşloyê Perwerdehiya Xweparastinê Dibînin: “Em Amade ne ku Civaka xwe biparêzin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi hezaran kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Fermandar Nûreddîn Sofî ber bi konên sersaxiyê ve çûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO: Heqî peşenge me ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Endamên Meclîsa Ciwanên Demokratîk Bang li Şolena Aştî û Civaka Demokratîk dikin ku li Wanê were lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Pêngava 15’ê Tebaxê hîn jî encamên dîrokî diafirîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.