Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Besê Hozat: ”Faşîzm bi berxwedanê, bi têkoşînê dikare bê qelskirin û têkbirin”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/01/2019 - 11:47
di nav Giştî, Hevpeyvîn, Manşet
Reading Time: 8 mins read
A A
Besê Hozat: ”Faşîzm bi berxwedanê, bi têkoşînê dikare bê qelskirin û têkbirin”
ParvekeTweet

Hozat diyar kir,  “Ev çalakî li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê sekneke Apoyî ye. Sekna wî gelî ye ku teslîmiyetê qebûl nake. Ji ber vê yekê, xwedîderketina gelê me li vê berxwedanê gelekî girîng e.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji ANF’ê re axivî û destpêkê bal kişand ser çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê.

Hozat diyar kir, greva birçîbûnê bê dawî û bê dorveger a Leyla Guven a li dijî tecrîdê, çalakiyeke hêja û watedar e û got, “Em vê helwesta Leyla Guven silav dikin. Di heman demê de li zindanan girtiyên şoreşger, li Bakur, Başûr, Rojava û Ewropayê gelê me bi bawerî û birydariyeke mezin van çalakiyan didomîne. Di demekê de ku di şexsê Rêberê me de êrîşên qirker-faşîst ên li dijî gelê me veguherîne êrîşên topyekûn, ev pêla berxwedanê gelekî watedar û hêja ye. Pê bawer im ku wê bibe wesîleya parçekirina sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê.”

BI LOZANA NÛKIRÎ DIXWAZE KURDAN SED SALÊN DIN ÎNKAR Û TINE BIKE

Hozat bi bîr xist, rejîma AKP-MHP a qirker-faşîst bi planeke topyekûn a tinekirinê tevdigere û wiha dewam kir: “Hewl dide nirxên ku bi têkoşîna azadiyê ya bi heybet a 40 salî hatine afirandin bi temamî ji holê rake, gelê Kurd qir bike. Mîna serdema salên 1923-1938’an ku yek ji serdemên herî tirsnak ên dîroka komarê ye, dixwaze gelê Kurd û civaka demokratîk a Tirkiyeyê mehkûmî komkujî û qirkirinê bike. Di salvegera 100’î ya Lozanê de hewl dide Lozaneke nû biafirîne û gelê Kurd bi sed salên din înkar û tine bike.”

Hozat anî ziman, sedema tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd a 20 salan jî ev e û got, “Di şexsê Rêber Apo de dixwaze gelê ku ji bo azadiya xwe li ber xwe dide tine bike. Rêber Apo afirînerê gelê azad e ku li ber xwe dide. Hevgirtina nirxên berbiçav ên mirovahiyê û Kurdên bi rûmet û azad e. Nasnameya gelê azad e. Faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze vê nasnameyê tasfiye bike. Rêber Apo di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de 20 sal in li dijî faşîzma qirker bi rengekî bêhempa têdikoşe û li ber xwe dide. Ev berxwedan, helwesteke zelal e li dijî polîtîkayên teslîmkar-qirker.”

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ SEKNEKE APOYÎ YE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir, grevên birçîbûnê yên bê dem û bê dawî di vê nuqteyê de gelekî watedar in û got, “Ev çalakî li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê sekneke Apoyî ye. Sekna wî gelî ye ku teslîmiyetê qebûl nake. Ji ber vê yekê, xwedîderketina gelê me li vê berxwedanê gelekî girîng e.”

Hozat bi bîr xist, bêyî têkoşîn û berxwedaneke mezin tiştek nikare were parastin û wiha dewam kir: “Bi rastî jî em di pêvajoyeke dîrokî de ne ku çarenûs lê diyar dibe. Rêberê me rêya destketiyên mezin nîşanî me, gelê me û gelan da. Eger em bi îradeya xwe ya rêxistinbûyî têbikoşin û li ber xwe bidin, em dikarin bi rengekî mezin bi ser bikevin.”

Hozat anî ziman, Leyla Guven sekneke bi rûmet nîşan da ku divê her kes bi rêzdarî pêşwazî bike û got, “Leyla Guven mînakeke girîng e ku asta azadiyê ya jinên Kurd radixe pêş çavan. Ev yek sekneke jinê ya bi zanebûn, xwedî îrade, bi rûmet û xwedî rêxistin e. Di demekê de ku êrîşên tinekirinê yên topyekûn ji Îmraliyê dest pê kirine, çalakiyeke bi vî rengî destwerdaneke xurt a li pêvajoyê ye. Sekna pêşeng a şoreşgerî ya jinan bi xurtî radixe pêş çavan. Vê sekna hevrê Leyla nîşan daye bê felsefeya azadiyê ya Rêber Apo çiqasî rast û baş fêhm kiriye. Metirsî dîtiye û dest li rewşê werdaye.”

Hozat diyar kir, bi salan e bersiva herî watedar a ji bo helwesta berxwedêr a Rêberê Gelê Kurd ji aliyê zindanan ve tê dayin û got, Bi rastî jî yên herî baş û bi xurtî Rêber Apo fêhm dikin û nêrînên wî bi cih tînin, jin in.”

AZADIYA RÊBER APO JEHRKUJA FAŞÎZMÊ YE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê anî ziman, faşîzma AKP-MHP’ê ancax bi şer û tundiyê dikare li ser piyan bimîne, lewma êrîş dike û diyar kir, tecrîda li Îmraliyê, zext û tundiya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, niha li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye.

Hozat wiha dewam kir: “Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo neyê bidawîkirin, nepêkane ku faşîzm li Tirkiyeyê biqede. Eger tecrîdkirina Rêber Apo êrîşa li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê be, hingî şikandina tecrîdê û qelskirina faşîzmê tê wateya pêşîvekirina li demokrasî û azadiyê. Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo tê wateya pûçkirina polîtîkayên faşîzmê û têkbirina wê. Lewma azadiya Rêber Apo jehrkuja faşîzmê ye. Şikandina tecrîdê wê faşîzmê ji holê rake û rê li ber zemîna têkoşîneke demokratîk veke. Rêber Apo li Tirkiyeyê garantiya jiyana biratî, azadî û demokrasiyê ye.”

Hozat got, “Hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê bi şikandina tecrîda li Îmraliyê dibe. Bi afirandina şert û mercên kar û jiyana azad a Rêber Apo dibe. Ev yek jî bi belavkirina berxwedanê li gelemperiya Tirkiyeyê pêkan e. Dema ku ev bi ser hate xistin, dîktatoriya faşîst nikare rojekê jî li ser piyan bimîne.”

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ YÊN 31’Ê ADARÊ JI HILBIJARTINÊN GIŞTÎ GIRÎNGTIR E

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di dewama hevpeyvînê de hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxand û işaret bi girîngiya vê hilbijartinê kir: “Desthilatdariya faşîst-qirker a AKP-MHP dixwaze di hilbijartinên xwecihî de bi ser bikeve û hîmên rejîma faşîst hemûyan mayinde bike, li qada xwecihî belav bike. Hewl de hemû aliyên berxwedêr ên civakê parçe bike, dînamîkên navxweyî yên berxwedanê têk bibe û civakê teslîm bigire. Li Kurdistanê jî dixwaze qirkirinê bibe serî. Ji ber vê yekê hilbijartinên xwecihî gelekî girîng dibîne.”

Hozat destnîşan kir, faşîzm bi berxwedanê, bi têkoşînê dikare bê qelskirin û têkbirin. Hozat got, “Girîng e ku hilbijartinên xwecihî ji bo qelskirin û hilweşandina faşîzmê, bibe wesîleya têkoşîneke mezin. Ji xwe merc û derfetên vê yekê gelekî zêde ne. Zêdeyî nîvê civaka Tirkiyeyê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi hêrs e. Kurd ji xwe gelekî bi hêrs û aciz e. Ev hêrs pêwîste di hilbijartinên xwecihî de veguhere hêzeke mezin a demokrasiyê.”

‘DIVÊ GELÊ ME BI RUHÊ SEFERBERIYÊ JI BO HILBIJARTINÊN XWECIHÎ BIXEBITE’

Hozat işaret bi desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê bi destê qeyûman kir û li ser vê mijarê got, “Qeyûm tê wateya polîtîkaya qirkirin, dagirkerî û talanê. Beriya her tiştî helwesta ’em îradeya we nas nakin’ a li dijî gelê Kurd e. Ev helwest, nenaskirina hebûna gelê Kurd e. Desthilatdariya AKP’ê bi tayînkirina qeyûman li şaredariyên DBP’yî nîşan da ku wê di polîtîkaya qirkirina îradeya gelê Kurd û gelên Kurdistanê de israr bike. Qirkirina siyasî yekser qirkirina neteweyî û çandî ye. Heta ku pêşî li qirkirina siyasî neyê girtin, nepêkane ku pêşî li qirkirina neteweyî û çandî bê girtin. Nîşandana qeyûman weke namzet, radixe pêş çavan ku desthilatdariya AKPê ya faşîst di polîtîkaya qirkirinê de israr dike. Polîtîkaya qeyûm êrîşeke mezin e li dijî hebûn û azadiya gel. Li dijî vê zîhniyeta qirker û faşîst, bi hişmendiya têkoşîna man û nemanê, divê gelê Kurd di hilbijartinên xwecihî de îradeya xwe bi rengê herî xurt nîşan bide. Girîng e gelê me bi ruhê seferberiyê di hilbijartinên xwecihî de bixebite û şaredariyên ku desthilatdariya AKP’ê ya qirker desteser kiriye, werbigire.”

Parve Bikin1TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Endamê MÎT’ê ya Xwedî Nasnameya Reqama 27949532584 Hate Deşifre Kirin!

Nivîsa Pêş

Li Amed’ê 6 jê zarok 10 kes hate binçavkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Amed’ê 6 jê zarok 10 kes hate binçavkirin

Li Amed'ê 6 jê zarok 10 kes hate binçavkirin

Gerillayê HPG Havîn Nisêbîn bi merasîmekê li Qendîl’ê spartin axê

Gerillayê HPG Havîn Nisêbîn bi merasîmekê li Qendîl'ê spartin axê

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.