Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KBDH; ”Xweparastin Divê Li Hemû Rojhilata Navîn Belav Bibe”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/01/2019 - 13:53
di nav Daxuyanî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
KBDH; ”Xweparastin Divê Li Hemû Rojhilata Navîn Belav Bibe”
ParvekeTweet

Konseya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya sala 2019’an, her kesên ji bo dinyayeke azad têdikoşin bi taybetî jinên berxwedêr silav kir û şehîdên şoreşê hemû bi dilsozî bi bîr anî.

NAVENDA NÛÇEYAN- Konseya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya sala 2019’an, her kesên ji bo dinyayeke azad têdikoşin bi taybetî jinên berxwedêr silav kir û şehîdên şoreşê hemû bi dilsozî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ji destpêka sala 2018’an ve li dijî êrîşên dagirkeriyê yên mêtingeriya Tirk, di serî de li Efrînê li her çeperên têkoşînê berxwedana hevpar hatiye nîşandan û hate gotin, “Li ser bingeha dilsoziya bi şehîdan re, em bi biryar in ku di çeperên têkoşînê hemûyan de pêşengiya jinên şoreşger xurt bikin.”

Konseya KBDH’ê diyar kir, li Tirkiyeyê ku ji aliyê siyasî ve êdî nema tê birêvebirin, jin bûne hedefa vekirî a êrîşên desthialtdariya faşîst. KBDH’ê ev yek weke ‘xalîkirina siyasetê ji jinan’ bi nav kir û bi bîr xist ku bi dehan wekîlên jin li zindanan e.

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi êrîşên li ser şoreşa li Rojavayê Kurdistanê hate kirin û hate gotin, “Êrîş li dijî têkoşîna azadiya jinê û herêma ku nirxên vê têkoşînê lê bûye sîstem, tê kirin. Lewma êrîşeke giştî ye li dijî jinan. Faşîzma AKP-MHP’ê dijminê jinan e ku vê dijminatiya xwe li Rojava jî nîşan dide.”

Konseya KBDH’ê da xuyakirin ku 2018 ji bo jinan bûye saleke berxwedanê û wiha dewam kir: “Jinan ji berxwedana Efrînê dest pê kirin û heta dawiya salê çalakî kirin. Têkoşîna bi pêşengiya xeta azadiya jinên Kurd, li gel kêmasiyan jî qels nebû. Jinan li qadên civakî-siyasî çalakî li dar xistin û 8 û 21’ê Adarê daketin qadan. Rejîmê bi hibijartina pêşwext re xwest dest li îradeya civaka Tirkiye û Kurdistanê werde, lê jinên Kurdistanê rê nedan vê yekê û bi welatparêziya xwe ya kûr pêşengî ji civakê re kirin, xwedî li îradeya civakê derketin. Di hilbijartinê de herî zêde wekîlên jin derxistin û bi vî rengî xwedî li xeta siyaseta demokratîk derketin.”

RÊXISTINIYA XWEPARASTINÊ DIVÊ LI GELEMPERIYA ROJHILATA NAVÎN BELAV BIBE

Konseya KBDH’ê bi bîr xist ku ji aliyê leşkerî ve çalakiyên parastinê yên jinan zêde bûn û got, “Çalakiyên gerîlayên YJA Starê ji aliyê manewî ve bandor li civakê û hêzên têkoşînê kir. Sekna gerîlayên jin, mîna li Efrînê û herêmên din hate dîtin, rê li ber wê yekê ve kir ku jin ji bo parastina nirxên xwe tevlî nava yekîneyên xweparastinê bibin. Li ser vê bingehê, rêxistinbûna xweparastinê ya jinên Kurd û Ereb bi pêş ketin. Wezîfeya bingehîn a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan e ku vê yekê li gelemperiya Rojhilata Navîn bi taybetî li Bakurê Kurdistanê belav bike.”

JIN WÊ XWE LI DIJÎ TUNDIYA MÊR BIPARÊZIN

Di daxuyaniyê de, jinên Kurd û şoreşgerên ku li zindanên Tirkiye û Kurdistanê bi plana çalakiyan a berxwedanê dest bi sala 2019’an kirin hatin silavkirin û hate gotin, “Jinên ku bi sekna têkoşînê saleke nû pêşwazî kirin, di sala 2019’an de wê di berxwedana dijî faşîzmê de pozîsyona xwe ya bingehîn xurtir bikin. Sala bihurî nîşan da ku gelekî girîng e jin li dijî êrîşan rêxistinbûna xweparastinê xurt bikin. Têkoşîna jinê ya yekbûyî wê li her qadê ji her alî ve xwe bi pêş bixe û jin wê li dijî tundiya mêr xwe biparêzin. Jina ku xwe biparêze wê welat, azadî, paşeroj û her titşên xwe karibe biparêze.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinan hemûyan hate kirin ku di sala 2019’an de li ser vê bingehê xwe biparêzin û hate gotin, “Em dibêjin, ev yek çalakiyeke herî şoreşgerî ye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Kîlîs’ê leşkerek bi şêweyekî guman mir

Nivîsa Pêş

LEZGÎN- HPG: ”Alaya Rubarok bi balafirên bêmirov hate xistin.”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN- HPG: ”Alaya Rubarok bi balafirên bêmirov hate xistin.”

LEZGÎN- HPG: ''Alaya Rubarok bi balafirên bêmirov hate xistin.''

LEZGİN- Ji DGH’ê li dijî tecrîd û komkujiya Roboskî rêzeçalakî: 3 wesayît hate şewitandin

LEZGİN- Ji DGH'ê li dijî tecrîd û komkujiya Roboskî rêzeçalakî: 3 wesayît hate şewitandin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.