Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

LEZGÎN- NPG bîlanço ya şerê sala 2018’an eşkere kir; ”2 Hezar 103 leşker û polês hatin kuştin”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/01/2019 - 15:56
di nav Daxuyanî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), bîlançoya şerê sala 2018’an eşkere kir. Li gorî vê yekê, hêzên gerîla par 556 çalakî kirin û di encamê de 2 hezar û 103 leşker û polîsên dewleta Tirk hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN-  Fermandariya Biryargeha NPG’ê, bîlançoya şerê sala 2018’an weşand û diyar kir, sala 2018’an li gel zext û êrîşan bû saleke berxwedanê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “2018 ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû saleke gelekî girîng û cihê xwe di nava dîrokê de girt. Ji bo gelê me û gerîlayên azadiya Kurdistanê bû saleke bi berxwedana li dijî zext û êrîşan.”

‘SÎSTEMA TC SALA 2018’AN NEGIHIŞT TI ARMANCEKE XWE’

Fermandariya Biryargeha NPG’ê diyar kir, dewleta Tirk di nava sala 2018’an de negihiştiye ti armanceke xwe û ragihand, li Bakur û Başûrê Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê pîlanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger hatine pûçkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Rejîma AKP’ê ya faşîst, ku çi li Bakur çi li Başûr çi jî li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê dixwaze destketiyên gelê me hemûyan ji holê rake, bi sala 2018’an re konsepta xwe ya tasfiyeyê girantir kir. Di vê çarçoveyê de, di destpêka salê de dest bi êrîşa dagirkirina Efrînê kir û li dijî vê yekê cografyaya Kurdistanê bû qada berxwedaneke dîrokî. Bi hatina biharê re li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê berxwedaneke mezin dest pê kir.

Faşîzma AKP-MHP’ê di vê pêvajoya şer de pişta xwe spart teknîka ji teknolojiya pêşketî û hewl da encamê bigire. Di nava salê de bi êrîşên hewayî yên li her qada Kurdistanê hewl da li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ser bikeve û tine bike. Li ser vê bingehê, bi êrîşan xwest tevgera me bê bandor bike, gelê me bitepisîne û zextê li Rêber Apo bike.

Lê belê sîstema TC’ê di şerê xwe yê nava salê de negihişt ti encamekê. Li Rojavayê Kurdistanê nekarî li hemberî şoreşa gel bi ser bikeve. Li Bakurê Kurdistanê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerê xwe yê êrîşkariyê de encama ku dixwest bi dest nexist. Artêşa feadyî ya gelên Kurdistanê HPG’ê bi berxwedana xwe ya dîrokî, li Bakur û Başûrê Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê planên dagirkeriyê yên artêşa TC’ê yên li ser Kurdistanê pûç kir.”

DERBÊN GIRAN XWAR, HEWL DIDE RASTIYA WINDAHIYÊN XWE VEŞÊRE

Fermandariyê ragihand, derbên giran li dewleta Tirk a dagirker hatine xistin, lê belê dewleta Tirk bi veşartina rastiya windahiyên xwe hewl daye raya giştî bixapîne û wiha dewam kir:

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hewl dan gerîlatiya serdema nû bi rengekî herî xurt biafirînin ku sedsala 21’ê vê yekê ferz dike. Di şerê sala 2018’an de ji aliyekî ve bi şerê xwe yê parastinê rê neda dijminê mêtinger ê dixwaze Kurdistanê bi temamî dagir bike, li aliyê din jî bi çalakiyên xwe yên xurt derbên giran li dijmin xist. Di serî de çalakiya li Girê Bêsosin ê Şemzînanê, li Bradost, Serhed, Zap, Botan û her devera Kurdistanê bi çalakiyên xwe rejîma AKP’ê ya mêtinger têk bir. Rejîma AKP’ê ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike, dest bi veşartina rastiyan kir. Di vê çarçoveyê de ji aliyekî ve serketinên xwe yên biçûk nepixand û weke serfiraziyê pêşkêşî raya giştî kir, ji aliyê din ve jî tevî ku di kamerayên gerîla de bi zelalî xuya dikir, rastiya windahiyên xwe veşart û hewl da raya giştî bixapîne. Çawa ku roj nikare bê nixumandin, her kes bi rastiya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zane. Pêvajoya şer a li Kurdistanê, ji aliyê Navenad Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve bi rengê herî rast û zelal hate ragihandin. Gelê me yê dixwaze bîlançoya rast a vî şerî zanibe, dikare daxuyaniyên HPG’ê bişopîne û rastiya şer hîn bibe.

Bêguman destketiyên tevger û gelê me yên di sala 2018’an de li gel êrîşên dijmin hatin afirandin, hemû bi saya şehîdên me yên leheng ên di oxira azadiyê de xwe feda kirin, hatin bidestxistin. Fermandarên me yên pêşeng; ji hevrê Zekî Şengalî heta Atakan, Çetîn, Cûma, Medya, Dîcle, Tarik, Cûdî, Vedat, Jîndar, Rizgar, Roza û Sorxwînan em şehîdên xwe yên leheng hemûyan bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin.

Bi navê Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê; ji bo ala azadiyê ya şehîdên me yên leheng radestî me kirin li ba bikin û têkoşîna azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê bi xurtî bimeşînin, em bi rengekî amade dest bi pêvajoya têkoşînê ya sala 2019’an dikin. Ji bo me wezîfeyeke şoreşgerî ye ku em bîlançoya şerê sala 2018’an ên li dijî dewleta TC a dagirker bi raya giştî re parve bikin.

Li gorî vê yekê;

Operasyonên bejahî û hewayî yên artêşa TC

Operasyonên bejahî: 163
Êrîşên bi balafirên şer: 370
Êrîşên bi helîkopterên êrîşê: 313
Êrîşên bi hawan, obus, tank û topan: 558

Encama çalakiyên li dijî êrîşan

Çalakiyên gerîla: 556
Şerê ku qewimî: 59
Çalakiyên ku encama wan zelal nebû: 220
Hejmara dijminên hatin kuştin (Polîs, leşker hwd.): 2103
Hejmara payebilindên hatin kuştin (Polîs, leşker hwd.): 12
Hejmara dijminên birîndar (Polîs, leşker hwd.): 418
Wesayitên leşkerî yên hatin rûxandin (Zirxî): 43
Wesayitên leşkerî yên hatin rûxandin (Normal): 13
Makîneyên kar ên hatin rûxandin: 29
Wesayitên leşkerî yên derb li wan hate xistin (Zirxî): 33
SÎHA ya hate xistin: 1
Drone yên hatin xistin: 5
Balafira keşfê ya derb lê hate xistin: 1
Helîkopterên derb lê hate xistin: 10

Hevrêyên me yên dîl ketin destê dijmin: 19
Hevrêyên me yên şehîd bûn: 523″

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Fermandarên Dagirkeriyê Mikurhatina Operasyonan!

Nivîsa Pêş

LEZGÎN- Ji HPG di sala nû de bi tarza nû çalakî; 4 leşker hate kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

LEZGÎN- Ji HPG di sala nû de bi tarza nû çalakî; 4 leşker hate kuştin

Ciwanên Şoreşger yê Qamişlo; ”Berxwedanê me dê bidome”

Ciwanên Şoreşger yê Qamişlo; ''Berxwedanê me dê bidome''

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.