Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK; ”Me Faşîzma AKP-MHP anît ber bi hilweşandinê”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/12/2018 - 18:01
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 8 mins read
A A
PKK; ”Me Faşîzma AKP-MHP anît ber bi hilweşandinê”
ParvekeTweet

PKK; ”Em sala 2019’an a ji bo gelê em yê welatparêz û hemû mirovahiyê mîna mîladekê ye, pîroz dikin; bang li her kesê dikin ku li dijî hişmendî û siyaseta faşîst, mêtînger û qirker a faşîzma AKP-MHP’ê di sala 2019’an de piştgirî bide têkoşîna gelê Kurd a azadî û hebûnê û bi aktîf di têkoşînê de rol bilîze.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Rêveber a PKK’ê ji bo sala nû daxuyaniyek nivîskî weşand.

PKK’ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir;

“Sala 2018’an dike biqede û em dikevin sala 2019’an. Tevgera me û gel di sala 2018’an de li her çar parçeyên Kurdistanê û li hemberî feraseta faşîst û qirker têkoşîneke qehremanî didomîne. Me DAÎŞ têk biriye û di şexsê AKP û MHP’ê de me paşverûbûn aniye asta hilweşandinê. Li ser vî esasî em bi geşkirina pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin’ dikevin sala 2019’an.

DI ŞEXSÊ LEYLA GUVEN DE HEMÛ BERXWEDANVANAN SILAV DIKIN

Li ser vî esasî ya Rêber Abdullah Ocalan di serî de em sala nû ya gelê xwe û hêzên demokratîk pîroz dikin û di sala 2019’an de serkeftinê ji hemû hêzên azadî û demokrasiyê re dixwazin. Di şexsê çirûska pêşeng a em ‘Tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin’ Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven de em hemû berxwedêrên vê pêngavê silav dikin û em diyar dikin ku em ê bi ser bikevin. Em bang li jin û ciwanan dikin ku li her qadê bila tevlî pêngava me ya hilweşandina feraset û siyaseta AKP û MHP’ê bibin.

ME FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê ANIYE ASTA HILWEŞÎNÊ

Wekî ku tê zanîn Tevgera me û gel, me di sala 2018an de li hemberî DAÎŞ û faşîzma AKP-MHP’ê berdêleke mezin da û me berxwedaneke mezin kir. Me DAÎŞ têk bir û faşîzma AKP-MHP’ê jî aniye ber hilweşandinê. Me rûpoşa AKP’ê xist û me nîşanî her alî da ku AKP çawa xizmeta emperyalîzmê dike. Vê têkoşîna mezin a Serfiraziya Reqayê bi Berxwedana Efrînê de domiya û bi têkoşîna gerîlayan gihişt asta pêngava serfiraziyê. Di vê têkoşînê de, me şehîdên mezin dan. Di şexsê rêheval Avesta, Karker, Zekî û Atakan de em hemû şehîdên qehreman ên vê têkoşînê bi bîr tînin û soza xwe ya pêkanîna armanca wan dubare dikin.

Şerê herî mezin û watedar ê sala 2018’an li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Li ser bingeha tifaqa Kurd û Ereban QSD’ê li ser xeta Dêrazorê DAÎŞ têk ç û li ser xeta sînor a Efrîn û Kobanî de jî li hemberî êrîşa dagirker a AKP û MHP’ê berxwedaneke dîrokî meşand. Me piştgirî da têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di vê têkoşîna dîrokî de me bi hezaran şehîd û birîndar da û em ji vê têkoşîna xwe ne poşman in.  Tê zanîn ku DYE û hin hêzan refên xwe guhertin lê têkoşîna gelê me û Tevgera me ew ê tu carî neyê astengkirin û ev tişt ew ê bibe wesîleya têkoşînên mezin.

Faşîzma AKP û MHP’ê sûdê ji polîtîkayên DYE’yê yên qirêj werdigire û gefên dagirkirina Rojava zêdetir dike. Heta ku ev ji holê neyê rakirin, feraseta faşîst û qirker ew ê bixwaze siyaseta xwe bimeşîne. Lê divê were zanîn gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa ku li ser tifaqa Kurd û Ereban li Kobanî, Reqa û Dêrazorê têkoşiyan ew ê li Rojhilatê Firatê û li Minbîcê jî têbikoşin. Çawa ku li Kobanî, Reqa û Dêrazorê faşîzma DAÎŞ’ê hate şikandin ew ê li ser xeta Minbîc û Kobanê jî faşîzma AKP û MHP’ê bi wî awayî were têkbirin.

LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê DIVÊ TIFAQA DEMOKRATÎK A GERDÛNÎ WERE AVAKIRIN

Beriya niha bi sed salan pergala modernîteya kapîtalîst feraseta înkar û îmhaya gelê Kurd ava kirû îro jî bi pêşengiya DYE hewl tê dayîn ku heman siyaset û feraset were domandin. Em dikarin vê feraseta faşîst û qirker têk bibin lê hêzên sermayeya global vî tiştî asteng dikin û hewl tê dayîn ku pergala TC a faşîst were rizgarkirin. Çend meh berê Elmanya, Fransa û Rûsyayê ev tişt kiribûn û îro jî rêveberiya DYE hewl dide heman tiştî bike. Êrîşa komploya navneteweyî tê nûkirin û hewl tê dayîn ku feraseta qirkirinê were domandin. Êdî divê ev hêz alîkariyê nedin TC’ya ku sûcê mirovayetiyê dike. Çawa ku di dawiya salên 2014’an de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê tifaqeke global hate avakirin divê îro li dijî faşîzma AKP û MHP’ê jî heman koalîsyon pêk were ya ku hewl dide li li Sûriyeyê El Nûsrayê ji nû ve zindî bike. Em bang li karker, jin, ciwan û hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê dikin ku li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê tifaqa demokrasiyê ava bikin û têkoşînê geştir bikin.”

DIVÊ DI NAVA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK A NETEWÎ DE TEVGER BÊ KIRIN

Eger bal bê kişandin di êrîşên faşîzm ên AKP-MHP’ê de bê ku destûr bên berçavgirtin li dijî nirxên Kurd bi her cûre rêbazê bikar tînin û bê exlaq êrîş dikin. Ti dijûn û heqaret nemane ku Erdogan û Bahçelî yên hevkar nekirine. Hinek caran bêjin ‘Li dijî PKK’ê’ dikin jî, lê li ber çave dijminahiya li Kurdan dide nîşandan. Ji ber vê divê tu Kurd bi vê nexape û hesabên teng neke. Windakirina herî mezin a ‘Ev PKK’î ne, Ne Kurd in’e. Nesaxim PKK ferdê azad ê Kurd temsîl dike û ji bo pêşxistina vê rastî her êrîşan tên. Ji bo vê divê li hember êrîşên qirker ên faşîzma TC’ê ti car mirov neyê xapandin. Divê ne tu rêxistinên Kurd û ne jî partiyên wê nekevin şaştiyekî wiha, nekeve pey hişmendiyeke teng û berjewendiyên sivik. Divê li dijî êrîşên qirker-faşîst ên AKP-MHP’ê hemû Kurd û partiyên Kurd tam di nava yekîtiyeke demokratîk a netewî de tevger bike.

2019’AN WÊ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ WERE ŞIKANDIN, FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê JÎ WERE HILWEŞANDIN

Em tevger û gel dest bi pêngaveke nû a sala 2019’an a weke mîlada şikandina tecrîda Îmralî û hilweşandina faşîzam AKP-MHP’ê ye dikin. Rastiya sala 2019’an diyar bike ev e. Ev rastî her çendî di aliyê Kurdan de rast be ji bo Rojhilata Navîn û Cîhanê jî rast e. Çalakiyên azadiyê yên li Zindan û çar parçeyên Kurdistanê hatine destpêkirin, bûyerên ku wê sala 2019’an derbikevin pêş radixe ber çavan. Ev pêngav ne tenê pêngava derb li faşîzmê dayîne, pêngavekî serketinê ya ku faşîzmê bihilweşîne ye. Sala 2018’an amadekariyê vê dihate kirin; berxwedaneke mezin a antîfaşîs û têkoşîneke şoreşger a demokratîk esas bê girtin wê sala 2019’an bê pêkanîn. Ji bo vê di serî de divê ciwan, jin û her kes xwe li gorî vê amade biki û pêvajoyê bi vî rengî fam dike û bikeve tevgerê. Divê çalakiyên antîfaşîst ên cihê û dewlemend bê kirin, bi taybet çalakiyên ku derbeyên xurt li faşîzmê bide bên pêşxistin.Ciwanên leheng ên ku ev nîv sedsal in destanan dinivsînin, bi çalakiyên ku derbên mirinê li faşîzmê dixin pêşdixin, rê nadin hêzên hevkar-sîxûr ên dijminên gel, carekî din bi van çalakiyan Ciwanên Apoyî nîşanî dost û dijmnin dan.

Li ser vî bingehî sala 2019’an a ji bo gelê em yê welatparêz û hemû mirovahiyê mîna mîladekê ye, pîroz dikin; bang li her kesê dikin ku li dijî hişmendî û siyaseta faşîst, mêtînger û qirker a faşîzma AKP-MHP’ê di sala 2019’an de piştgirî bide têkoşîna gelê Kurd a azadî û hebûnê û bi aktîf di têkoşînê de rol bilîze.

Sala 2019’an wê tecrîda Îmralî bê şikandin û faşîzma AKP-MHP’ê bê hilweşandin, Tirkiye wê demokratîk û Kurdistan jî azad bibe! Bi vî rengî wê mirovahî ji belaya qirker-faşîst rizgar bibe!”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Dêrîk’ê; ”Em ê ji bo azadiya xwe berxwe bidin”

Nivîsa Pêş

Li Colemêrg’ê di encama aşûtê de leşkerek mir yek jî birîndar bû

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Colemêrg’ê di encama aşûtê de leşkerek mir yek jî birîndar bû

Li Colemêrg'ê di encama aşûtê de leşkerek mir yek jî birîndar bû

Ciwanan li Sur’ê Meclîsa xwe îlan kirin

Ciwanan li Sur'ê Meclîsa xwe îlan kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.