Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Rastiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û komploya navneteweyî

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/12/2018 - 9:19
di nav Analîz, Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Rastiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û komploya navneteweyî
ParvekeTweet

Rastiya ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û komploya navneteweyî di nav hev de tê jiyîn tê zanîn. A rast ne pêkan ku mirov her du bûyeran ji hevdu cuda bifikire. Wexta ku li pêşketina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û dirûvgirtina îro ya komploya navneteweyî bê nihêrin ev rastî bi awayekî zelal xwe nîşan dide.

Gelek caran li ser komploya li hemberî Rêber Apo ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de pêk hat ku çima jê re dibêjin komploya navneteweyî hat sekinîn. Her çiqas hin kes û derdor hîn jî di fêhmkirina vê rastiyê de zehemtî bikişînin jî, aktorên ku tê de cih girtin û hatina asta komployê didin xuyakirin ku pênasekirina vê çiqas rast e.

Beriya ku komploya 9’ê Cotmeha 1998’an bikeve meriyetê, di navbera aktorên bingehîn de guftûgo hatibûn kirin û ev aktor li hev kiribûn. Hevpeymana 17’yê Îlona 1998’an a di navbera DYA û hêzên başûrê Kurdistanê PDK-YNK’ê de ya li Washingtonê yek ji van hevpeymana bû. Dikare bê gotin ku bi vê hevpeymanê xwestin komploya navneteweyî ji aliyê lingê kurd ve jî meşrû bikin û dest bi komployê hat kirin. Beriya vê, hevdîtinên di navbera DYA û Îngilistanê de, bazariyên bi Yewnanistanê re gefên şer ên Komutaniya Hêzên Bejahiyê yê TC’ê Atîlla Ateş ên li hemberî Sûriyeyê û hwd. hemû ji bo pêkanîna komployê bûn.

Lê belê ev pêngavên ji bo komployê hatin avêtin û çêkirina hevpeymanan, ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn yê wê demê dihat jiyîn ku leza wê daketibû, cuda nînbûn. Berevajiyê vê yekê xwestin ew hedefên ku bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pêk bînin astengiya herî mezin ji pêşiya xwe rabikin. Ji ber ku bi Şerê Kendavê yê Yekemîn ê di navbera DYA, hevkarên xwe û Iraqê de yê sala 1990-1991’î negihîştibûn hedefên xwe. Sedemên vê hebûn. Tevî ku Iraq-Seddam xwe ji Kuveytê vekişand jî, di mercên wê demê de DYA’ê têkbirina Seddam û bidestxistina Bexdadê ji bo berjewediyên xwe baş nedît. Ji ber ku gumana wan a ku dê Iraq jî bibe Afganistana duyemîn hebû.

DYA difikirî ku rejîma Seddam hilweşe dê gelek hêzên cuda yên di bin kontrola hin dewletên din de derên holê û ev metirsiyek bû hember berjewendiyê wê. Diviya DYA’ê di serî de li hemberî kurdan tedbîran werbigirta. DYA’yê beriya ku Iraq û Rojhilata Navîn ji nû ve saz bike mecbûr ma ku rola kurd/Kurdistanê li ber çavan bigire û berî ku rejîma Seddam birûxîne xwest bigihîje vê hedefa xwe. Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo jî di nav vê rastiyê de cihê xwe girt.

Tu pirsgirêkên DYA’yê bi PDK an jî YNK’ê re nînin. DYA xwedî feraseteke ku mirov dikare bibêje hema hema di hemû mijaran de bi wan re li hev dike ye. Têkiliyên wan wisa xurtin ku dikarin vê yekê bikin. DYA bi polîtîkaya xwe ya li dijî kurdan re, dixwaze YNK û PDK’ê li cem xwe bigire û di pergala nû ya ku li Iraq û Rojhilata Navîn ava dike de, kurdan bixe rewşeke wisa ku li gorî berjewendiyên wê tevbigere. Ji bilî vê jî tu nêzikatiyên wê yên cuda nînin. Nêzikatiya wê ya li hemberî pirsgirêka kurd jî tenê bi vê nêrînê re ne sînordar e. Dixwaze kurdan bi temamî bike dûvika xwe û nehêle ku bi awayekî xweser tevbigerin. Ji bo ku van planên xwe pêk bîne jî dixwaze kurdên ku li pêşiya vê planê dibin asteng, ji holê rake. Ji ber vê jî Rêber Apo, PKK, şoreşger, azadîxwaz û kesayetên demokrat ên ku têkoşîna rizgariyê didin, wek asteng dibîne. Dixwaze van derdoran ji holê rake.

Ya esasî jî ew e ku DYA bi komploya navneteweyî re dixwaze xwe bigihîne van hedefan. Rûdanên piştî komployê jî ev yek piştrast kiriye. Bi mudaxaleya leşkerî ya li Iraqê re rejîma Seddam Huseyîn têk birin. Lê nekarîn pêşî li parçebûna Iraqê bigirin. Tenê bi vê jî bi sînor nema, her çiqas bi komploya navneteweyî re Rêber Apo dîl girtî bin jî, negihîştin armancên xwe. Rêber Apo pêşî li komployê girt û tevgera ku ji komployê hesab dipirse da destpêkirin. Bi paradîgmaya nû re, li Kurdistan û temamiya cîhanê, di dîroka têkoşînê ya şoreşger û sosyalîstan de rê li ber pêvajoyeke nû vekir. Xet û têkoşîna ku rêbertiya wê dikir, li rojavayê Kurdistanê veguherî şoreş û modelekê. Ev şoreş û model jî di serî de Rojhilata Navîn, ji bo temamiya gelên cîhanê bû çavkaniya hêvî û hêzê.

Li hemberî şerê emperyalîst, ev qewimîn jî weke tercîha gelê Kurdistanê derket holê. Bi vê re jî pêşî li komploya navneteweyî hate girtin û nehiştin ku bigihîjin hedefên xwe. PKK, sala 20’emîn a komployê û sala 40’emîn a damezirandina xwe, bi rastiyeke wiha re pêşwazî kir. Di vê wateyê de em dikarin bibêjin ku komplo û hêzên ku di komployê de cih girtin, têk birin. Lê ev rastî nayê wê wateyê ku hêzên komploger ji armancên xwe vegerîne. Tevî vê têkçûnê jî hêzên komploger ji bo ku bigihîjin armancên xwe, êrîşên xwe berdewam dikin. Di rojên ku PKK’ê amadekariyên 40’emîn salvegera damezirandinê xwe dikir, biryara hêzên komploger a der barê rêveberên PKK’ê de ku DYA’yê xwest bi vê biryarê re komploya navneteweyî nûjen bike, rêvekirina li ber êrîşên qirkirinê yên TC’ê û hewldanên ji bo anîne berhev a hêzên başûrê Kurdistanê û PKK’ê, vê rastiyê nîşan dide. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hîn bi dawî nebûye.

Xuyaye ku dê ev şer, sînorên heyî derbas bike û li erdnîgariyeke pir berfirehtir belav bibe. Kurdistan navenda vî şerî ye û dê vê rola xwe jî berdewam bike. Tevî rûdana van bûyeran, dê her tim hewl bidin ku komploya navneteweyî jî nûjen bikin. Hewldana ku dixwazin erdnîgariya Îranê bi lez û bez bixin nav Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, biryara aktora sereke ya komploya navneteweyî DYA’yê ya der barê rêveberên PKK’ê de û lîstikên ku li başûrê Kurdistanê tên lîstin, vê yekê nîşan didin.

Cumalî Dogan

Çavkanî: e-rojname

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dayika Rozerîn Çukur; ‘Rozerîn çi hat serê te li vir?’

Nivîsa Pêş

Di nav Barzanî’yan de Şerê Kursiyan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Di nav Barzanî’yan de Şerê Kursiyan

Di nav Barzanî'yan de Şerê Kursiyan

Îşkenceya ji Xwendevanên Fransa; ‘Nayê Tehemmul Kirin’

Îşkenceya ji Xwendevanên Fransa; 'Nayê Tehemmul Kirin'

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.