Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Berxwedana ”Dilopek Ji Behrê” Pêl Bi Pêl Belav Dibe

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/12/2018 - 15:10
di nav Çalakî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Berxwedana ”Dilopek Ji Behrê” Pêl Bi Pêl Belav Dibe
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajarên herêmê û rovajayê Tirkiyeyê parlamenterên HDP’ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di daxuyaniyên destpêkirina çalakiyan de hat xwestin daxwaza çalakiya Leyla Guven daxwaza wan û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest bê bidawîkirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 27 roj e di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Piştevaniya ji bo çalakiya Guven her roj pêl bi pêl berbelav dibe. Îro li gelek navendan parlamenterên HDP’ê ji bo piştgiriya Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

ENQERE

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û 9 parlamenterên HDP’ê li Meclîsê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Buldan, diyar kir ku cihê herî zêde meseleya tecrîdê bê niqaşkirin meclîs e û ji ber vê yekê li meclîsê dikevin grevê.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û 9 parlamenterên HDP’ê, bi armanca balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka  KCD’ê Leyla Guven li meclîsê dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya grevê li salona Koma HDP’ê piştî civîna Koma HDP’ê dest pê kir. Çalakî dê 2 rojan berdewam bike.

STENBOL

Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, Dilşad Canbaz û Alî Kenanoglu li avahiya HDP’ê ya bajêr dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan kirin.

MÊRDÎN 

Li Mêrdînê jî Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Ebru Gunay û Tuma Çelîk bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven û li dijî tecrîde dengê xwe bilind bikin li avahiya HDP’ê ya Mêrdînê dest bi çalakiya greva birçêbûnê kirin. Beriya çalakiya grevê dest pê bike polîsan avahiya HDP’ê ya Mêrdînê dorpêç kir. Li gel vê yekê gelek endam û rêveberên HDP’ê avahiya HDP’ê ziyaret kirin û piştgirî dan çalakiyê. Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Sincar, diyar kir ku armanca wan li dijî tercîdê dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û wiha got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em li dijî tecrîdê ne. Em li dijî tecrîdê dikevin grevê.  Em dibêjin dê tecrîd bişkê û berxwedan bi ser bikeve. Greva me ya birçîbîbûnê dest pê dike.”

Piştî çalakiyê rêxistinên HDP’ê yên Şemrex, Qoser, Dêrikê  hatin avahiya HDP’ê û piştgirî dan çalakgeran.

RIHA 

Li Rihayê jî parlamenterên HDP’ê yên bajêr Ayşe Surucu û Omer Ocalan li avahiya HDP’a Rihayê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin. Parlamenter Nusrettîn Maçîn, rêveberên rêxistinên bajêr û navçeyan û Dayikên Aştiyê destek dan çalakiyê.

Omer Ocalan diyar kir ku çalakiya Leyla Guven da destpêkirin hatiye astek krîtîk û got: “Tecrîda girankirî berdewama komploya navdewletî ye. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me û gelê me ye. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe.”

ÊLIH

Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Mehmet Ruştu Tirkyakî û Ayşe Acar Başaran jî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Êlihê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Dayikên Aştiyê û rêveber û endamên HDP’ê destek dan. Di çalakiyê de Tirkyakî axivî û got: “Me li ser daxwaza çalakiya Leyla Guven dest bi çalakiyê kir. Ji bo tecrîda mutleq rabe em têdikoşin.”

AMED

Çalakiya 6 parlamenterên HDP’ê yên Amedê jî ya duh dest pê kiribûn li avahiya HDP’ê didome. Rêxistinên HDP’ê yên Licê, Farqîn, Erxenî hatin serdana parlamenteran û desteka xwe aşkere kirin. Di serdanê de stran hatin gotin.

Rêveberên rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Amedê jî çalakiyê ziyaret kirin û piştevaniya xwe aşkere kirin. Serokê ESP’a Amedê Ramazan Karakaya axivî û banga piştevaniya çalakiyê li her kesî kir.

 

ŞIRNEX

Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz li avahiya HDP’a Şirnexê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Rêveberên HDP’ê yên Şirnex û navçeyan û Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan piştevaniyê da çalakiyê. Parlamenter Îmîr axivî û got tecrîdkirina Ocalan li ser tevahiya gelê kurd û gelên din pêk tê û heta tecrîd bi dawî bibe dê têkoşîna xwe dewam bikin.

Parlamenter Ozguneş jî da zanîn ku tecrîdkirina Ocalan astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê ye û daxwaza Guven daxwaza wan e û xwest demildest tecrîd bê rakirin.

Parlamenter Huseyîn Kaçmaz jî diyar kir ku mifteya aştiyê li Îmraliyê ye û divê gelên Tirkiyeyê li dijî polîtîkaya tecrîdê ya şer kûr dike derkevin.

 

MÊRSÎN 

Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan, Tulay Hatîmogullari û Ridvan Turan a duh li Mêrsînê dabûn destpêkirin didome. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî çalakiyê ziyaret kirin û peyama piştevaniya çalakiyê dan. Kurtulan di çalakiyê de axivî û got: “Em soza li ber xwe danê didin. Em ê bi her awayî li dijî zextan û tecrîdê li ber xwe bidin.”

Rêveberên HDP’a Mêrsînê xwestin li dijî tecrîd û binçavkirina rêveber û endamên xwe li ber avahiya xwe daxuyanî bidin. Polîsan li ser daxwaza Walîtiya Mêrsînê destûr neda daxuyaniyê.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Leyla Guven Derbasî Meclîsa Tirk Bû

Nivîsa Pêş

Li Colemêrg Dîsa Qedexeya Derketina Derve

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Colemêrg Dîsa Qedexeya Derketina Derve

Li Colemêrg Dîsa Qedexeya Derketina Derve

YPG`ê nasnameya şehîdên Deyrezor’ê eşkere kir

YPG`ê nasnameya şehîdên Deyrezor'ê eşkere kir

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Zindanan a PAJK’ê: ‘Em di wê hêzê de ne ku tecrîdê Bişkînin’ 

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.