Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Ozturk; Ocalan Ji Bo Rojhilata Navin Hêviye

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/11/2018 - 14:41
di nav Çalakî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Ozturk; Ocalan Ji Bo Rojhilata Navin Hêviye
ParvekeTweet

Hevserokê HDP’ê Temellî peyam ji Kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê re şand û got, “Faşîzm ji berxwedana me ditirse.” Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî got, “Ocalan ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî.”

 

AMED-2. Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ku bi şiyara “Xwe bi rêxistin bike, azad bibe, mêtingeriyê parçe bike” pêk tê, dewam dike. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ku ji ber ewşa nebaş a hewayê nekarî tevlî kongreyê bibe, mesajek ji ciwanan re şand. Mesaja Temellî ji aliyê Parlamentera Ciwan a HDP’ê Dersim Dag ve hate xwendin.

Temellî di peyama xwe de diyar kir bi kelecaniyekê dixwest tevlî kongreyê bibe lê ji ber sedema rewşa nebaş a hewayê nekariye tevlî bibe û got, “Rêxistiniya we, biryardariya we, helwesta we tirsa di dilê faşîzmê de ye, damarê berxwedana me ye.” Temellî got, ”Weke Mazlûm û hevrêyên wî gotî; Berxwedan jiyan e, jiyan berxwedan e.”

‘OCALAN JI BO GELAN BÛ HÊVÎ’

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk bal kişande ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku ev tecrîd li Tirkiyeyê hemûyî hatiye berbelavkirin. Ozturk bi bîr xist ku Ocalan 20 sal in li Îmraliyê Imraliyê li ber xwe bide. Ozturk diyar kir ku hatiye xwestin li Îmraliyê gelê Kurd tine bikin û wiha domand: “Rêzdar Ocalan bi berxwedana xwe ev hemû pûç kirin. Rêzdar Ocalan ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî. Di şexsê Rêzdar Ocalan de aramî û aştiya Rojhilata Navîn tê astengkirin. Lê ev hemû wê werin pûçkirin.”

Ozturk her wiha greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi bîr xist û got, ew çalakiya wê pîroz dikin, slavên xwe ji zindana Amedê re dişînin.

TEKANE KÊMASÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE

Ozturk diyar kir, Kurd li çar parçeyan rêxistinî ne û got, “Tekana kêmasiya me nebûna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e. Heke em vê ava bikin, ti hêz nikare li bara Kurdan raweste. Em ne hewceyî dewletên dagirker in. Em dikarin biryara xwe bidin. Heqê wan nîn e ku li ser navê me biryarê bistînin. Em naxwazin ku partiyên siyasî yek bin, ev li dijî demokrasiyê ye. Divê em bersiveke hevpar bidin êrîşên li ser Kurdan.”

CIWAN DIVÊ PÊŞENGIYÊ JI YEKÎTIYA NETEWEYÎ RE BIKIN

Ji Ciwanên Demokratîk ên Îranê Endamên Ciwanên Demokratîk Pêşewa Alîpûr got, “Di vê pêvajoyê de ciwanên Kurd divê pêşengiyê ji Yekîtiya Neteweyî ya Kurd re bikin. Bi giyanê yekîtiyê yê Kurdan em kongreya wan slav dikin.”

‘KONGRE JI BO RÊXISTINBÛYINA CIWANAN GAVEK E’

Endamê Ciwanên Komunîst Rêbaz Haşim ku ji Herêma Kurdistanê ya Federa tevlî kongreyê bûyî got, “Em hêvîdar in ku kongre ji bo rêxistinbûyina ciwanan bibe gavek.”

BI PÊŞENGIYA CIWANAN WÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ AVA BIBE

Li ser navê rêxistinên civaka sivîl Sîrven Gerdî ku ji Herêma Federe a Kurdistanê, got, “Bi rêbertiya Rêzdar Abbdullah Ocalan wê Kurdistan azad bibe, bi pêşengiya ciwanên Kurd di demeke kurt de wê Kongreya Yekîtiya Netewî ya Kurd ava bibe.”

NIKARIN TESLÎM BIGIRIN TECRÎDÊ DATÎNIN

Endama SGDF’ê Şara Akinci jî di kongreyê de axivî û got, “Hişmendiya ku nikare kuçeyan, qadan teslîm bigire, li zindanan polîtîkaya tecrîdê datîne. Em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan şermezar dikin, Leyla Guven a ku li zindana Amedê dest bi grêva birçîbûnê kiriye slav dikin.”

DIVÊ ZINCÎR WERIN ŞIKANDIN

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier jî bal kişande ser rola Yekîtiya Neteweyî û got, “Heta ku Kurd azad bibin wê serhildana bidomin. Li çar parçeyên Kurdistanê li ser Kurdan zext û zordarî hene. Ji bo vê jî Kurd divê ya xwe bikin yek û kongreyê pêk bînin. Divê em zincîran bişkîni û kongreya netewî ava bikin. Ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê li vir in. Ev ji bo kongreyê gaveke girîng e.”

TJA: EM Ê LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊBIKOŞIN

Marîa Oztopçu jî peyama TJA’yê xwend. Di peymanê de hate gotin, “Tê xwestin ku ramanên Rêzdar Ocalan ku ji bo Rojhilata Navîn bûye hêvî biqedînin. Em TJA ti caran vê qebûl nakin. Em ê li dijî tecrîdê têbikoşin. Îro 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşînê ya li dijî tundiya li jinê ye. Em bawer dikin ku ciwan wê vê rojê ronî bikin.”

 

1 Ji 5
- +

1.

2.

3.

4.

5.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di dosyeyên Cizîrê de vê carê îtiraz qebûl kirin!

Nivîsa Pêş

Dewleta dagirker li herêma Metîna bombebaran kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Başûr heta Bakur çalakiyên gerîla li dijî artêşa dagirker.

Dewleta dagirker li herêma Metîna bombebaran kir

Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê Bi Rihê Pêngava Seri Hilde Destpêkir

Di Kongreya Ciwanan de Marşa 'Serî Hilde'

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.