Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Karasû: Kurd wê bibînin ku qeyûm dijminatiya li Kurdan e û bi vî rengî wê helwestê nîşan bidin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/10/2018 - 10:01
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir, hilbijartinên herêmî wê veguhere têkoşîneke navbera navendîbûn û xwecihiyê û got, “Kurd wê bibînin ku qeyûm dijminatiya li Kurdan e û bi vî rengî wê helwestê nîşan bidin.”

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bi sernavê “Desthilatdariya AKP’ê êrîşê dibe ser bajaran û bajarvaniyê” ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re gotarek nivîsî û qala hesabên rejîma AKP’ê yên li ser hilbijartinên herêmî kir.

Karasû işaret bi nîqaşên li ser hilbijartinên herêmî kir û got, “Niha bi giranî tifaqên hilbijartinên herêmî tên nîqaşkirin. Mijareke din a nîqaşê jî daxuyaniya Tayyîp Erdogan e ku gotibû eger li Kuırdistanê HDP’î bên hilbijartin, wê careke din teyûman tayîn bikin.”

Karasû bi vê nirxandinê bal kişand ser girîngiya hilbijartinên herêmî: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo karibin sîstema serokatiyê bi temamî serwer bikin, dixwazin di hilbijartinên herêmî de bi ser bikevin. Lê belê konjonktura siyasî, krîza aboriyê û pirsgirêkên bi vê yekê re rû dane, desthilatdariya AKP-MHP’ê tengav dikin ku di hilbijartinê de bi ser bikevin. Wekî din, nêrîna Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP’ê ya li rêveberiyên herêmî di vê hilbijartinê de ji bo desthilatdariya AKP’ê dezavantaj e. Eger welatiyên di vê hilbijartinê de biçin ser sindoqan bi têgihiştina bajarvaniyê dengê xwe bidin, wê AKP li her cihî têk biçe. Ji ber ku Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP’ê ne tenê li dijî şaredariyên HDP’î şer dike, her wiha li hemberî şaredariyên AKP’î û CHP’î jî şer îlan kiriye. Bi sîstema serokatiyê re erkên xwecihî gelekî kêm kiriye. Faşîzma bi serkêşiya Tayyîp Erdogan dixwaze li her derê sîstema otorîter û navendîparêz serdest bike. Dibîne ku eger li herêman serweriya AKP’ê nebe wê nikaribe faşîzma navendîparêz a tund ku xwe dispêre şefekî, bi cih bike. Ji xwe Devlet Bahçelî yê faşîst û parêzvanê dewleta neteweyî dibêje, eger em di hilbijartinên herêmî de têk biçin wê sîstema serokkomariyê bibe mijara nîqaşê.”

Mûstafa Karasû anî ziman, eger wateya hilbijartinên herêmî û dijberiya desthilatdariya AKP’ê ya li rêveberiyên herêmî bi xurtî ji civakê re were vegotin, wê desthilatdariya AKP’ê li hemû bajaran têk biçe. Karasû got, Di serî de bajarên Kurdistanê AKP wê li hemû bajarên mezin rêveberiyên herêmî ji dest bide û bi vî rengî wê sîstema otorîter faşîst a navendîparêz derbeke mezin bixwe.

Karasû di dewama gotara xwe de bi berfirehî qala hişmendiya bajarvanî, daxwaza gel a ji bo zêdekirina erkên meclîs û rêveberiyên bajaran kir û wiha pê daket: “Tayyîp Erdogan êrîşî xwemaliya bajaran jî dike. Ya ku ji bo Tayyîp Erdogan girîgn e, erkên qesrê ye. Hemû erkan li qesrê dicivîne. Demokrasî belavkirina erkan ji navendê ber bi herêma ne. Lê Tayyîp Erdogan hemû erkên li herêman hatine belavkirin li gel xwe kom dike û veguheriye desthilatdariya faşîst û otorîter a sedsala 21’ê. Ji ber vê yekê, her welatiyên ku xwedî hişmendiya xwemaliya bajarvaniyê ye, divê li dijî Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP’ê helwestê nîşan bidin. Naxwe wê beriya her tiştî bikevin rewşeke dijberê bajar û bajarvaniya xwe.

Karasû destnîşan kir ku ev rastî ji bo Kurdistanî û bajarên Kurdistanê hîn bêhtir derdikeve pêş û got, “Navendîbûn beriya her tiştî dijminatiya li Kurd û Kurdistanê ye. Nîşaneya qebûlnekirina cihêrengiyan û polîtîkaya helandinê ye. Tayînkirina qeyûman li şaredariyên Kurdistanê ne tenê bidestxistina rêveberiyên şaredariyan e. Êrîşeke ji bo jiholêrakirina jiyana civakî, nasname, çand û zimanê gelê Kurd e. Ji xwe karê destpêkê yê ku qeyûm pê rabûn, girtina saziyên li ser jiyana civakî, nasname, çand û zimanê Kurdî bûn. Bi vî rengî eşkere kirin ku tayînkirina qeyûman beşek ji êrîşa li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Xwecihî tê wateya Kurdîtiyê, Kurdistaniyê. Qeyûm ji bo vê xwecihiyê ji holê rakin hatine tayînkirin. Dijminê her tiştên xwecihtiyê ne. Êrîşa li Amedsporê hatiye kirin jî ji ber xwecihtiya wê ye. Ji bo wan divê her tişt bibe yek tîp. Lewma êrîş li rêveber û hevşaredarên ku xwedî li cihêrengiya xwecihî derdikevin hatiye kirin. Qeyûm ji xwe navendîbûn e û jiholêraakirina xweseriya xwecihî ye. Ji vî alî ve êrîşeke vekirî ya li dijî Kurdîtiyê ye. Ev zelal e. Nedîtina vê yekê, girtina çavên xwe ye ya jî hevkariya bi AKP’ê re ye.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir, hilbijartinên herêmî wê veguhere têkoşîneke navbera navendîbûn û xwecihiyê û li Kurdistanê jî bibe têkoşîna parastina hebûna Kurdan û Kurdistaniyan a li dijî mêtingeriya qirker.

Karasû got, “Kurd wê bibînin ku qeyûm dijminatiya li Kurdan e û bi vî rengî wê helwestê nîşan bidin. Qeyûmên niha çi be, AKP’iyên werin hilbijartin jî wê ew bin. Ji xwe Tayyîp Erdogan her roj qeyûman diparêze.”

Karasû da xuyakirin ku axaftina Erdogan a li Amedê kir, dijminatiya li Kurdan e û got, “Kurd wê li her qada têkoşînê bersivê bidin vê dijminatiya Erdogan a li Kurdan.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Konferansa Zanîngehên Şoreşê bi dawî bû

Nivîsa Pêş

Festîvala Şehîd Hogir bi coşeke mezin li Qamîşlo destpêkir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Festîvala Şehîd Hogir bi coşeke mezin li Qamîşlo destpêkir

Festîvala Şehîd Hogir bi coşeke mezin li Qamîşlo destpêkir

Ji Festîvala Gelan ya Şehîd Hogir wêneyên reng bi reng

Ji Festîvala Gelan ya Şehîd Hogir wêneyên reng bi reng

Manşet

  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.