Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komalên Ciwan Baran Mawa û hevreyên wî bibîr anî

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/07/2018 - 13:14
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Komalên Ciwan Baran Mawa û hevreyên wî bibîr anî

ANF Images

ParvekeTweet

Komalên Ciwan Baran Mawa û hevreyên wî bibîr anî, mesaj da ku ew ê bi rênîşandêriya Mawa li Kurdistanê faşîzmê biqedînin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Komalên Ciwan ji bo hevreyên xwe Baran Mawa ku 7’ê Tîrmehê li gel 6 hevalên xwe şehîd bûyî daxuyaniyeke sersaxiyê da.

Di daxuyaniyê de kesayitiya têkoşer a Baran Mawa hate destnîşankirin, hate gotin bi taybetmendiyên pêşeng û encamgir bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin Mawa bi şêwaz û helwesta xwe serwer û mînak bûye û hate domandin, ‘’Wê bibe mezintirîn rênîşandêrê têkoşîna me. Li Kurdistanê wê siha faşîzmê jî nemîne. Hemû ciwanên Kurdistanê divê li fermandarê ciwanan hevrê Baran xwedî derkevin.’’

 ‘XWEDÎ KEDA HERÎ MEZIN’

Di daxuyaniyê de li ser Baran Mawa wiha hate gotin:

‘’Hevrêyê me Baran Mawa salên xwe dane têkoşînê, bi kedeke mezin ji damezirîna rêxistiniya me ya Komalên Ciwan bigirin, di hemû qonaxên wê de cih girtiye, bûye yek ji wan kesan ku bi asteke bilind xwe tevlê kiriye. Ji avabûna tevgera me ya ciwanan bigirin heta bi damezirîna wê, di hemû qonaxên tevlêbûnê de ya li têkoşîna PKK’ê bêguman hevrê Baran xwedî kedeke mezin e. Li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê li hemû qadan di geşbûna tevgera me ya ciwanan de, 2011’an dema ku Şoreşa Rojava dest pê kirî, di tovên pêşî yê pêvajoya şoreşê de û di rêxistina ciwanan a Rojava Ciwanên Şoreşger de, di geşbûna wê de, di avabûna hêzên YPG’ê de ku pêşengiya şoreşê kirî hevrêyê me Baran ê ku di nav pratîkê de bû, her wiha mîmarê herî mezin ê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDGH) bûye, ku 2013’an hate ragihandin û piştre bi Berxwedana Xwerêveberiyê veguherî ser YPS’ê, ji damezirînê heta niha di gelek qadan de bi berpirsyariyeke şoreşgerî, bi arîşeyên gel re têkildar dibû, derbên giran li dijmin dixist, serî li planên çokşikandinê a dimin netewand û hemû planên komkujiyê pûç kir, li qadên xwerêeberiyê bi qehremanî şer kir û bi dehan şehîd dan.’’

 ‘NÎŞAN DA KU DIVÊ ÇAWA BE’

Heval Baran tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê her demê bûye pêşengê mezin ê tevgera ciwanan. Bûye yek ji parêzvanê herî mezin ê vê têkoşîna mezin a ku Rêber APO ava kirî û bûye kedkarê wê. Di hemû qadên jiyanê de nîşanî me daye bê ka militan divê çilo bin, bi sedan qedroyên ciwanan perwerde kiriye û tevlî nav têkoşîne kiriye. Bi fikr û çalakiyên xwe her demê bûye bersiv ji hewceyiyên demê re û li hemû qadan bûye xwedî darbeyên li dijmin ketin. Heval Baran ku ji Denîzan ta bi Îboya, ji Heqî Karer ta bi Mezlûman bûye yek ji peyrewê têkoşîna şoreşê, di têkoşîna ciwanan de a 2002’an û piştî wê de bûye yek ji şopdarê vê rêçê. Ji serhildanên Amedê bigirin ta bi Berxwedana Kobanê fermandariya gelek raperînên şoreşgerî û berxwedanê kiriye.

Heval Baran di tevgera ciwanan de rengekî cuda ava kir. Bi hêlên xwe yên leşkerî û îdeolojîk, bi perspektîfa serdestî hemû xebatan, bi helwesta xwe ya zelal, tûj û xurt û lêhûrbûnên xwe her demê bûye xwedî taybetmendiyên fermandariyê û ji bo vê jî hevalekî wiha bû ku her kesî ji xwe bere ew bi pêşengî qebûl dikir. Bi şêwaz û helwesta xwe mînak bû; bi hêlên xwe yên ku herkes vedihewand, xîtabî her kesî dikir, bi tespîtên xwe yên di cih de û mirov qanih dikir, bi hêlên xwe yên ku hêvî û morale dide pêşeng bû. Hêlên wî yên ku taybetmendiyên her hevalî cuda cuda dinirxand, bi hêlên xwe yên ku li ber şoreşê ti astengî nas nedikir, bi hêlên xwe yên pêbawerî, bi hêrsa xwe ya mezin a li bara dijmin, ji bo vê jî hilberandina wî û ya ku afirandî jî bi qasî wî bû. Hemû pratîkên wî teqez encamgir bû.

 ‘ŞOREŞGEREKÎ RIKDAR BÛ’

Dilsoziya wî ya bi rêxistinê re, ew baweriya wî ya ku mirov heta hetayê pê ewle dibû, ti tiştî bi wî re dudulî çênedikir. Fermandarekî wiha bû ku bi asta herî bilind dilsozê Rêber Apo, Tevgera Azadiyê, Şoreşê bû. Xwînsar bû, her kes tevlî nav xebatan dikir, tim bi hewldana çareserkirin^ebû, bi sebreke zêde nêz dibû û li bara her kesî hurmetdar bû, nirx dida. Hêlên wî yên wijdanî û hîsî, dilsoziya bi hevrêyên xwe re û şehîdan re, hêla ku empatî bi hemû hevalan re dikir, moral  û hêz dida her kesî, yek ji ispata herî mezin a şoreşgeriya wî ya bi rikdarî bû. Rewşa herî berbiçav bû ku milîtanekî rastî yê PKK’ê divê çilo be. Xwedî helwesteke berbiçav bû û di nav her kesî de ev helwest xuya dikir. Bi aqil, pêşbînî û tespîtên xwe fermandarekî rastîn bû.

Her wiha hêlên wî yên Kurdistanî pir li pêş bûn. Ev coğrafya û dîroka wê gund bi gund, roja bi roja dizanîbû. Wiha dilsozê  Kurdistanê bû.

2017’an rasterast tevlî nav têkoşîna gerîla bû û çû qada Botanê ya ku pir jê hez dikir. Li wir rêça têkoşînê ya ku pêşengiya wê dikir bi asta herî bilind heta hilma xwe dawî bi cih aniye.’’

 ‘LI KURDISTANÊ WÊ SIHA FAŞÎZMÊ JÎ NEMÎNE’

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

‘’Em rêxistina Komalên Ciwan, Heval Baran ji bo me her demê wê bibe pêşeng û fermandarê pêşeng. Peywira me hemûyan e ku em dilsozê bîranînê wî bin û têkoşîna wî geş bikin. Ji niha û pê de perspekftîfa ku me ji Heval Baran û di şexsê wî de ji şehîdên şoreşê standî wê bibe rênîşandêra me ya herî mezin a têkoşînê. Soza me ye li Heval Baran û fermana wî ya li me ye. Li Kurdistanê wê siha faşîzmê jî nemîne. Bi vê çarçoweyê pêngava me ya Serî Hilde di şexsê Heval Baran de wê bibe pêngava tolhildanê ya hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê. Hemû ciwanên Kurdistanê divê li fermandarê ciwanan hevrê Baran xwedî derkevin. Hemû çalakiyên ku em ê bikin wê hêjayî perspektîfa Heval Baran bin.’’

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê nasnameya 7 gerîlayên ku şehîd bûne eşkere kir

Nivîsa Pêş

Bangewaziya ciwanan ji bo çalakiya mertalên zindî li Sêmalka

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Bangewaziya ciwanan ji bo çalakiya mertalên zindî li Sêmalka

Bangewaziya ciwanan ji bo çalakiya mertalên zindî li Sêmalka

ROJEVA 14’Ê GULANA 2018 AN

ROJEVA 22’Ê TÎRMEHA 2018 AN

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.