Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Têkoşîna gelê Kurdistanê ya li çar parçan bi hev ve girêdayî ye

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/06/2018 - 8:59
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Têkoşîna gelê Kurdistanê ya li çar parçan bi hev ve girêdayî ye
ParvekeTweet

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê destnîşan kir ku daxuyaniya endamê polîtburo ya PDK’ê Sefîn Dizeyî, hewldanek ji bo êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Têkoşîna gelê Kurdistanê ya li çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye û hev xwedî dike. Ev têkoşîn sedema hebûnê ya hemû rêxistinan e û hebûna hemûyan qewîn dike.”

Komîteyê diyar kir ku li Rojhilata Navîn hêzên global û herêmî şerekî giran ê hegemonyayê, gel jî têkoşîneke mezin a azadiyê dikin. Komîteyê destnîşan kir ku dewleta Tirk û tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê, ji bo Kurd di vê têkoşînê de nebin xwedî maf, azadî û statuyê bi hemû hêza xwe êrîşî gelê Kurd dikin û wiha dewam kir: “Êrîşên qirkirinê yên beriya niha li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex û piştre li Efrînê hatin kirin, ji bo vê armancê bûn. Tifaqa AKP-MHP’ê niha jî ji bo vê armancê dest bi êrîşên dagirkirina Başûrê Kurdistanê kiriye. Tifaqa AKP-MHP’ê îdîa dike ku ‘armanca van êrîşan Kurd nînin, PKK ye’. Lê belê ev îdîa ji bilî demagojiyek qirêj a mêtingeran nayê ti wateyê. Ji xwe PKK tevgereke ku ji ewladên gelê Kurd ên ji çar parçeyan pêk tê. Gelê Kurd jî bi PKK’ê û saziyên xwe yên siyasî û civakî yên li her parçeyî bûye xwedî îrade. Lewma li kîjan parçeyî dibe bila bibe, êrîş li kîjan tevgereke ku îradeya azadiyê ya Kurdan temsîl dike bê kirin, ew êrîş li dijî gelê Kurd bi xwe ye. Ti demagojiya mêtinger nikare vê rastiyê binixumîne.

‘HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HELWESTA XWE BI ZELALÎ NÎŞAN NADE’

Gelê me, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên civakî yên li Başûrê Kurdistanê hay ji vê rastiyê hene û bi vê bîr û baweriyê li ber dagirkeriya TC radibin. Piraniya partiyên siyasî bi daxuyaniyên xwe, rêxistinên civakî yên sivîl û gelê me jî bi çalakiyên xwe helwesta xwe nîşan didin. Lê belê ya ku diviyabû beriya her kesî helwesta herî tund nîşan bida hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye. Lê hikumet helwesteke zelal nîşan nade û bi hin daxuyaniyên ku li ser navê wê hatine dayin, êrîşan û dagirkeriyê rewa dike. Daxuyaniya bi navê hikumetê ji aliyê endamê polîtburo yê PDK’ê Sefîn Dizeyî ve hatiye dayin, cihê fikar û gumanan e. Sefîn Dizeyî dibêje, ‘Dewleta TC ji ber PKK’ê êrîşî Başûrê Kurdistanê dike, lewma divê PKK ji Başûrê Kurdistanê derkeve’. Ev daxuyanî beriya her tiştî hewldana wê yekê ye ku dixwaze êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê rewa bike, mîna tiştekî baş e nîşanî bide û di vê mijarê de têkiliyên xwe yên bi TC re veşêre. Bi vê armancê, qenala televîzyonê CNN Turk a ku şer sor dike anîn Başûrê Kurdistanê, ji bo propaganda şerê taybet kir ku malzemeyan ji xwe re kom bike û li gundê Bermizê jî sifre ji dagirkeran re raxistin. Yên ku bi salan e dibêjin ‘Bila PKK ji Şengalê derkevin, bila PKK ji Başûr derkeve’, rojekê bi tenê jî ji bo TC ne gotine dagirker e, negotine bila tavilê ji Başûrê Kurdistanê derkeve. Ev yek rewşeke manîdar e. Ev nêzîkatiya ku di şexsê Sefîn Dizeyî de şênber bûye, hem ji aliyê zîhnî, hem jî ji aliyê siyasî ve heqaretek e li her çar parçeyên Kurdistanê, heqaretek e li nirx û dîroka têkoşînê ya Kurdan e. Di vê êrîşê de, ji zerara ku ji ber êrîşê rû didin dijmin berpirsyar nîşan nadin. Radibin gel û rêxistina ku li dijî êrîşan li ber xwe didin berpirsyar nîşan didin. Li gorî vê zîhniyetê, eger gelê Başûrê Kurdistanê ji bo maf û azadiya xwe li ber xwe nedabûya, ne Enfal dihate kirin, ne komkujiya Helebçeyê dihate kirin. Lê belê, xwediyê vê zîhniyetê divê zanibin; eger di dema Enfalê, dema Helebçeyê û dema Raperînê de gelê Kurdistanê li ber xwe nedabûya û berdêl nedabûya, ew bi xwe jî niha tine bûn.

‘GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI RÊYA ÇALAKIYÊN XWE HELWESTA XWE YA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ NÎŞAN DA’

Pêwîste her kes zanibe, têkoşîna gelê Kurdistanê ya li her çar parçeyan bi hev ve girêdayî ye û hev xwedî dike. Ev têkoşîn hem sedema hebûnê ya hemû rêxistinan e, hem jî hebûna hemûyan qewîn dike. Eşkere ye ku koalîsyona AKP-MHP’ê ya faşîst dijminê hemû rêxistinên Kurdan û gelê Kurd e. Gelê me û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ev rastî herî baş di pêvajoya ‘referandûmê’ ya Başûrê Kurdistanê de dîtin. Ji ber vê yekê, em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK’ê dikin ku li ser bingeha vê rastiyê helwestê li dijî mêtingerî û dagirkeriyê nîşan bide. Gelê me li bendê ye ku ev helwest li dijî dagirkeriyê be, li aliyê berxwedanê be.

Bêguman gelek partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, saziyên jin û ciwanan ên îradeya gelê me yê Başûrê Kurdistanê tesmîl dikin û gelê me bi xwe, li dijî dagirkeriyê helwest nîşan dan. Ev helwest ji bo me gelekî hêja ye û em wê silav dikin. Lê belê qonaxa heyî nîşan dide ku ji nîşandana helwestê wêdetir pêwîstî bi çalakiyan heye. Lewma em bang li hemû hêzên siyasî û civakî dikin ku helwesta xwe tund bikin û çalakiyên xwe geş bikin. Em ê tevî gelê xwe û dostên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedana xwe geş bikin û li ser vê bingehê gelê xwe silav dikin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2018 AN

Nivîsa Pêş

Analîzên Rêber Ocalan li ser sedema derketina kapîtalîzmê 3

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Analîzên Rêber Ocalan li ser şaristaniya kapîtalîstê

Analîzên Rêber Ocalan li ser sedema derketina kapîtalîzmê 3

Jinên ciwan li Qamişlo parastinê dikin

Jinên ciwan li Qamişlo parastinê dikin

Manşet

  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.