Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KNK’ê dagirkeriya dewleta Tirk li Başûr şermezar kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/06/2018 - 12:50
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KNK’ê êrîşên li ser Filîstiniyan şermezar kir
ParvekeTweet

KNK’ê têkildarî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku divê xelkê Bakurê Kurdistanê di van hilbijartinên 24’ê Hezîranê da derseke mezin bidin Erdogan û partîya wî AKP’ê û desthilata wan hilweşînin.

NAENDA NÛÇEYAN – KNK’ê têkildarî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku divê xelkê Bakurê Kurdistanê di van hilbijartinên 24’ê Hezîranê da derseke mezin bidin Erdogan û partîya wî AKP’ê û desthilata wan hilweşînin.

Di daxuyaniya KNK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Bi navê dewleta Tirk serokkomar Tayyîb Erdogan, bi hêza hukûmeta xwe ya AKP’ê û piştevaniya eniya faşîst MHP û Ergenekonê dîsa dest bi lêdana dahola şer kiriye. Piştî dagiriya Efrînê niha jî berê artêşa xwe daye Başûrê Kurdistanê. Ev demeke dirêj e ku Erdogan digel hevçeperên xwe şerê dijî Kurd û Kurdistanê, ji bo xwe kiriye armanca sereke. Erdogan bi referansên dîroka dewleta Tirk ya antî Kurd û antî Kurdistan bi rê ketiye. Aqûbeta xwe ya şexsî û siyasî li ser rûxandina gelê Kurd program kiriye.

Bi zêdehî ve ji 2015’ê û vir ve hem li bakur, hem li başûr û hem jî li rojavayê Kurdistanê ji êrîşkarî û dagirkerîyê pê ve tiştekî nake. Ji bilî wêrankirina Sûra Amedê, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê, ji Cerablûsê heta Efrînê, ji Başîka heta Biradostê, artêşa xwe seferber kiriye ku ji bilî bakurê Kurdistanê, parçeyên dî yên Kurdistanê jî fetih bike. Erdogan desthilatdariya xwe li ser gola xwînê ava kiriye û dixwaze deshilata xwe li ser behra xwînê bidomîne.

Erdogan di her wextê têkçûna xwe da rêya şer û xwînê daye ber xwe. Di şikestina hilbijartina 2015’an de manewrayeke hîlebazîyê kir û şer da destpêkirin û di nav şer da careke dî hukûmeta xwe parast.

Tirkiye di destê Erdogan da her diçe di nav krîz û kaosa polîtîk û ekonomîk da xerq dibe. Erdogan da ku xwe ji vê belayê jî xilas bike, hilbijartinên gelek lez û pêşwext îlan kir û di 24ê Hezîranê de hem ji bo serokkomariyê hem jî ji bo parlementoyê hilbijartin wê bêne kirin. Ji hemû anket û lêkolînên li nav hilbijêran têne kirin rastiyek derdikeve pêş ku hem Erdogan hem jî hukûmeta wî ber bi ketinê ve ne.

Di vê hewaya hilbijartinan da Erdogan li garantîyekê digere ku dîsa bi dek û dolaban xwe bi ser bixe. Rêya herî rehet bo wî şerê dijî Kurd û Kurdistanê ye. Erdogan rêhtina xwîna Kurdan bo xwe kiriye şerbeta serkeftina xwe ya siyasî. Bi vê armanc û niyeta bêyom û bêbextane niha jî berê artêşa xwe daye Qendîlê. Eve demek e ku leşkerên xwe yên taybet ber bi navçeyên Biradostê rê kiriye. Ji hewayî ve jî bombardûmaneke xurt dikin.

Erdogan dixwaze ji Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di bin kontrola HPG’ê de ye, ber bi Başûrê Kurdistanê ve baskê dagîrîya dewleta Tirk fireh bike û li dora Kurdistanê ablûkakayê vehûne. Erdogan Qendîl bo xwe kiriye sembola zaferê. Erdogan bi vê hemleyê ve dixwaze di hilbijartinên 24’ê Hezîranê bo xwe garantîyekê pêk bîne.

Mixabin dinya bêdeng e û Erdogan her diçe êrişkarîya dewleta Tirk zêdetir dike. Kurd li welat û li derve divê di nav aktîvîteyan da bin ku bala dinyayê bikêşînin ser vê erîşkariya dewleta Tirk û Erdogan.

KNK bi giringî dixwaze bala hemû Kurd û Kurdistanîyan bikêşe ser vê bûyerê ku hişyardarîyeke bilind pêk bînin û di nav vî hewayê hilbijartinên 24’ê Hezîranê da nekevine xefletekê.

Kurd pêkve, ji başûr, rojhilat, bakur heta rojavaya Kurdistanê û li diasporayê divê vê plana Erdogan sivik negirin û di nav hewildanên bergîriyê de bin.

Bi taybetî parlemento û hukûmeta Herême Kurdistanê û her weha hukûmeta Bexdayê divê operasyona leşkerî ya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê bi xurtî şermezar bikin û rê li ber bigirin.

Erdogan, piştî dagîrîya Efrînê ‘Operasyona Qendîlê’ ji bo xwe kiriye parolaya serkeftina hilbijartinên 24’ê Hezîranê. Lewma divê xelkê Bakurê Kurdistanê di van hilbijartinên 24’ê Hezîranê da derseke mezin bidin Erdogan û partîya wî AKP’ê û desthilata wan hilweşînin.

Parastina Qendîlê îro ji sindoqa hilbijartinan ya li Amed, Wan, Hekarî, Cizîr û hemû Bakurê Kurdistanê û meydanên dîasporayê dest pê dike.

Divê Kurd û hemû Kurdistanî dijî dagirkerîya dewleta Tirk û êrîşkarîya Erdogan seferber bibin û Erdogan û hukûmeta AKP’ê, di sindoqa hilbijartinên 24ê Hezîranê da bi bin bixin û bi dengên bilind HDP’ê û Selahedîn Demirtaş bi ser bixin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Tirkiyeyê herî zêde ciwanên Kurd tên girtin

Nivîsa Pêş

Guhertina demografiya herêmê li Efrîn tunekirina çanda Kurdî ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Guhertina demografiya herêmê li Efrîn tunekirina çanda Kurdî ye

Guhertina demografiya herêmê li Efrîn tunekirina çanda Kurdî ye

Hêzên gerîla li Barzan, Lêlîkan û Colemêrgê lê dan

HPG' ê çalakî lidar xistin, 6 leşker hatin kuştin

Manşet

  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.