Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

‘Berxwedana li zindanan hîmê bingehîn ê têkoşînê ye’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/05/2018 - 15:17
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
‘Berxwedana li zindanan hîmê bingehîn ê têkoşînê ye’
ParvekeTweet

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî Kûrtay, Oner, Anyik û Zengîn hîmê bingehîn ê têkoşîna 40 salî ya PKK’ê ne û got, bi afirandina neteweya demokratîk re wê bersivê bidin vê mîrateyê.

NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên ji doza PKK’ê Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn, li Girtîgeha Amedê roja 17’ê Gulana 1982’an li dijî êşkence û jiyana bê rûmet bedena xwe dan ber êgir û dan ser şopa Mazlûm Dogan ku digot ‘berxwedan rê li ber serketinê vedike’. Bi wesîleya salvegera vê çalakiyê ku bi navê ‘Çalakiya Çaran’ cihê xwe di dîroka berxwedanê ya Kurdistanê de girt, Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî ji ANF’ê re axivî. Ronahî işaret bi rola “Şehîdên Meha Gulanê” ya di nava têkoşîna azadiyê kir û got, “Di têkoşîna PKK’ê de ew bûn hîmê bingehîn.”

LI BER ‘HEYWANKIRIN’ Û ‘TIRKKIRINÊ’ RABÛN

Ronahî diyar kir ku jiyana li nava sîstema dewleta Tirk bi înkarkirina hebûna xwe dibe û got, “Eger gotin di cih de be, ‘heywankirin’ û ‘Tirkkirin’ ferz dikirin. Ya ku li dijî vê yekê dihate kirin, têkoşîna hebûnê bû. Dema ku mirov bala xwe bide tevgerên şoreşê yên li cîhanê wê were dîtin ku ti sosyalîst û şoreşgeran mîna gel û milîtanên Kurdan ji bo hebûnê tênekoşiyane.”

DAN SER ŞOPA MAZLÛM

Elîf Ronahî destnîşan kir ku Çar Stêrkan ji bo bersivê bidin çalakiya Mazlûm Dogan têkoşîn dewam kirine û got, “Hevalê Mazlûm li dijî înkarkirina hebûnê, li dijî teslîmiyet, xiyanet û bênasnamehiştinê, bi çar derbikên niftikê xwe kir Newroz. Çar Stêrkan jî dan ser şopa têkoşîna wî ya hebûnê.”

Ronahî bi bîr xist ku ji bo dewamkirina têkoşîna Çaran, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek berxwedana rojiya mirinê heta şehadetê dewam kirine.

Ronahî wiha dewam kir: “Milîtanên PKK’ê yên li zindanên Tirkan gotin, ‘Em ê teslîm nebin, em ê xiyanetê nekin. Berdêla vê çiqasî giran jî be, em ê bi jiyana xwe bidin, lê em ê bê rûmetî, bênasnametiya ku hûn li ser me ferz dikin, qebûlnekin’.”

KIR KU PKK CIVAKÎ BIBE

Ronahî da xuyakirin ku dewleta Tirk dixwest nasname, rûmet û şerefa Kurdan teslîm bigire; PKK’ê hê di destpêkê de bifetisîne, nehêle ku civakî bibe û destûrê nede ku berxwedana li zindanê bigihêje nava civakê. Ronahî got, “Lê belê berxwedanê pêşî li vê girt û kir ku PKK civakî bibe. Çaran û hevalên din li dijî şerê taybet ê dijmin û kiryarên li dijî mirovahiyê li ber xwe dan. Ne ji berxwedana li zindanê bûya wê gerîla nebûya, wê pêngava 15’ê Tebaxê nehatibûya avêtin.”

15’Ê TEBAXÊ ENCAMA BERXWEDANÊ BÛ

Elîf Ronahî destnîşan kir ku fîşeka destpêkê ya ku 15’ê Tebaxa 1984’an teqiya hem li zîhniyeta faşîst a paşverû ket, hem jî bû dengê berxwedêran û wiha dewam kir: “Berxwedana ku li zindanê dest pê kir bû wesîleya pêngava 15’ê Tebaxê û têkoşîna xeta polîtîk û îdeolojîk ku hebûna PKK’ê parast, zexm û civakî kir. Hayrî, Kemal, Mazlûm, Çar Stêrk bi çalakiyên xwe bûn hîmê bingehîn ê têkoşîna 40 salî ya PKK’ê, bûn pêşengên sosyalîst.”

ARTÊŞBÛNA JINÊ

Elîf Ronahî bi bîr xist ku di meha Gulanê de fermandara yekemîn a jinê Mizgîn şehîd bûye, Leyla Qasim, Şîrîn Elemhûlî û çar hevrêyên wê hatine darvekirin û got, “Li ku derê ji bo hebûna gelê Kurd têkoşîn hatibe dayin, bi kiryarên li derveyî mirovahiyê êrîş kirine û xwestine têkoşînê biqedînin. Lê belê têkoşîn timî mezin bû. Jin bi pêş ket, bû artêş, civakî bû, têkoşîna azadiyê ya li dijî faşîzmê xurt kir û bû jehrkuja êrîşan.”

JI BO HEVRÊTIYA RAST Û BERSIVDAYINÊ

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî herî dawî got, “Weke hevrêyên wan ku dane ser şopa wan, em ê têkoşîna wan a bi heybet di dilê xwe de şîn bikin, mezin bikin, gelê xwe azad bikin, neteweya demokratîk li çar aliyên Kurdistan û Rojhilata Navîn biafirînin. Hevrêtî û bersiva rast bi vî rengî dibe.”

Ronahî herî dawî Şehîdên Meha Gulanê careke din bi bîr anî û diyar kir ku ew bi rêzdarî bejna xwe li ber hemû hevrêyên di têkoşîna şoreşê de şehîd bûne ditewînin. Ronahî got, “Em careke din soz didin ku em ê armancên wan ên mezin pêk bînin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Me rastiya ciwantiyê nas kir

Nivîsa Pêş

Ciwanên PYD’ê: Em piştgiriya HDP’ê dikin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên PYD’ê: Em piştgiriya HDP’ê dikin

Ciwanên PYD'ê: Em piştgiriya HDP'ê dikin

Hêzên gerîla li Barzan, Lêlîkan û Colemêrgê lê dan

Hêzên gerîla li Barzan, Lêlîkan û Colemêrgê lê dan

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Polîsan kesê ku rehîn girt gefa kuştinê lê xwar

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.