Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Pervîn Buldan: Divê demildest yekîtiya kurdan pêk bê

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/04/2018 - 21:48
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Pervîn Buldan: Divê demildest yekîtiya kurdan pêk bê
ParvekeTweet

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di hevdîtinên xwe yên Hewlerê de, diyar kir ku li dijî hemû cûreyên şer, êrîş û zilmê yekîtiya kurdan şerte û got: “Ev pêvajo ji bo gelê kurd pir girîng e. Divê demildest yekîtiya kurdan pêk bê û kongreya neteweyî bê lidarxistin.”

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevdîtinên şandeya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê Perwîn Buldan, parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Dîlek Ocalan, Îmam Taşçier, endama Meclîsa HDP’ê Zeyneb Boga û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk pêk tê, li Başûrê Kurdistanê di roja duyemîn de dewam dike. Şandeya HDP’ê li Hewlêrê di saetên serê sibê de Partiya komûnîst a Kurdistanê (Hizbî Şuî) ziyaret kir. Şandeya HDP’ê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Hizba Şûî Kawa Mehmût û endamên rêveberiya Hizba Şûî ve hat pêşwazî kirin.
Piştî hevdîtina ji çapemeniyê re girtî, şandeya HDP û Hizba Şûî daxuyaniyek hevpar dan.
Hevseroka Giştî  ya HDP’ê Pervîn Buldan di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ev du rojin hevdîtinên me yên li Hewlêrê berdewam dikin. Di roja yekemîn me serdana Nêçîrvan Barzanî, Mesûd Barzanî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî kir. Ev hevdîtin bi giştî erênî bûn. Divê êdî demildest yekîtiya Kurdan çêbibe û kongreya neteweyî kom bibe. Di hevdîtinên me de hat gotin ji bo yekîtiya Kurdan gelek dereng maye.”
‘DIVÊ KURD YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN’
Buldan, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber zilm, zext û komkujiyên li ser gelê kurd ên di vê demê de, divê em êdî yekîtiya xwe ava bikin. Divê ew siyaseta şer a bi Kerkûkê destpê kir, bi Efrînê dewam dike û wisan diyare dê berdewam bike, divê êdî bi dawî bibin. Em li her derê aştî û azadiyê diparêzin. Em ê ji vêya şûn ve jî xizmetê ji aştî û azadiyê re bikin. Li dijî hewldanên şer û zilmê yên dixwazin destkeftiyên Kurdan têk bibin jî divê em yekîtiya xwe ava bikin. Di vê demê de yekîtiya Kurdan gelek girîng e. Em behsa tifaqê dikin, ev tifaq ji bo pêşeroj û azadiya Kurdan gelekî girînge. Armanca van hevdîtinên me tifaqe. Me di hevdîtina xwe ya bi Hizba Şûî re jî îşaret bi van mijaran kir û me got, divê diyalog berdewam bikin.”
Buldan, li ser pirsa wê li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû destpê bike jî wiha axivî: “Ez nizanim wê pêvajoyeke nû li Tirkiyê destpê bike an na, lê pêwîstî bi pêvajoyeke nû heye. Divê li Tirkiyeyê hûzûr çêbibe. Ji ber pêvajoya çareseriyê hat sekinandin û têkiliya bi Ocalan re hat qût kirin pêvajo ket qonaxeke nû. Diviyabû hevdîtin berdewam bikin. Bi qûtkirina hevdîtinan re tecrîda li ser Ocalan jî giran bû. Bi tecrîda Ocalan re bandoreke nebaş li ser Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn kir. Divê tecrîd were rakirin û pêvajoyeke nû dest pê bike. Ne tenê Tirkiye pêwîstiya Rojhilata Navîn jî bi aşitiyê heye. Divê derfetên diyalogê zêdetir werin avakirin. Emê van hevdîtinên xwe bi partiyên Rojava, Rojhilat û Bakur re jî berdewam bikin.”
‘TÊKOŞÎNA ME YEKE’
Piştî Buldan, Sekreterê Giştî yê Hizba Şuî ya Kurdistanê Kawa Mehmûd jî axivî û wiha got: “Li Bakurê Kurdistanê siyasetek li dijî Kurdan tê meşandin. Bi hezaran endam û 9 parlamenterên HDP’ê hatin girtin. Ji bo vê divê em hemû piştgiriya partiyên Kurd yên li Bakurê Kurdistanê bikin û raya giştî ya navneteweyî jî agahdar bikin. Têkoşîna me ya li çar parçeyên Kurdistanê yeke.”
Di dawiya dawiya daxuyaniyê de parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier jî axivî û wiha bilêv kir: “Pêwîste aliyên Kurdistanî ji bo nakokiyên heyî nîqaş bikin û nakokiyên xwe çareser bikin. Yekdengî ji bo gelê Kurd gelek girînge, em dixwazin yekîtiya neteweyî bi dest bixin. Armanca me ya serdana parçeyên Kurdistanê eve.”
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Qonaxa 2 mîn ya pêngava ‘Jin rabin ser piyan ji bo Efrînê’ des pê kir

Nivîsa Pêş

Jineke ciwan a Êzidî li Dihokê hat qetilkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Jineke ciwan a Êzidî li Dihokê hat qetilkirin

Jineke ciwan a Êzidî li Dihokê hat qetilkirin

Li Enqere 8 kes hatin binçav kirin

Li Enqere 8 kes hatin binçav kirin

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.