Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Qonaxa 2 mîn ya pêngava ‘Jin rabin ser piyan ji bo Efrînê’ des pê kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/04/2018 - 17:50
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Qonaxa 2 mîn ya pêngava ‘Jin rabin ser piyan ji bo Efrînê’ des pê kir
ParvekeTweet

Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê ji bo Efrînê bang li hemû jinan kir. Daxuyanî li kampa Berxwedanê ya li Şehbayê bi amadebûna hemû endamên Kongreya Star û jinên Efrînê hate dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Rapreîn Xelîl ve û bi zimanê Ingilîzî ji aliyê Narîman Hisên ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

ʺBajarê me Efrînê; bi êrîşên hovane yên arteşa Tirkiyê, çeteyên Tirkiyê û bi berxwedana gelan li dijî dagirkeriya faşîst di cîhanê de hatiye nasîn. Efrîn bûye sembola şoreşa jin û gelan, sembola demokrasiyê û pir çandiyê. Ji destpêka dîroka mirovahiyê ve li xwezaya herêma Efrînê nirxên mirovahiyê weke çandinî, civakbûn û hevgirtin di pêşengtiya jinê de hatiye afirandin. Şoreşa yekemîn ya jinê li ser vê erdnîgariyê pêş ket. Bi ferzkirina desthilatdariya zilam ve şikestina yekemîn li ser beden, çand û hebûna jin û civakê hatiye meşandin. Ax û nirxên xwedawendên Taratha û Îştarê hatin talan û dagirkirin. Weke di roja îro de, zilamên desthilatdar û artêşên dagirker bi zordarî çanda tecawaz, bişaftin û koledariyê xwestin jin, civak û xwezayê teslîm bigirin. Lê berxwedana jin û civakê tucarî xilas nebûye.

Jin di Şoreşa Rojava de li hemberî vê pergala xwînxwar serî hildane. Jin bi berxwedanê li hemberî zextên dewletê û qirkirinên çeteyên weke DAIŞ û El Nusra de; bost bi bost axa xwedwendên  Taratha, Atargatis û Îştarê, axa Bakûrê Sûriyê ji dagirkeriyê xilas kirine. Dîsa ji sala 2011’an ve jin pêşengtiya avakirina pergala Xwe Rêvebirina Demokratîk, Ekolojîk û Azad kirine ku di salên dawiyê de ji aliyê tevahî gelên Bakûrê Sûriyê ve hatiye pêjirandin. Bi vî rengî Şoreşa Jinê û Şoreşa Civakî di rastiya Rojavayê Kurdistanê de ji bo jin û gelên cîhanê bûn hêvî û mînak. Ji bo parastina hêviya jiyana azad li hemberî êrîşên faşîst ji gelek welatên cîhanê jinên azadixwaz berê xwe dan Rojava û wek şervana YPJ Hêlîn Qaraçox (Anna Campbell) ji Brîtaniya û hevala Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez) ji Arjantîn bi hezkirin û baweriyê jiyana xwe fedayî parastina Efrînê û parastina şoreşa jinê ya duyemîn kirine.

Erîşên qirkirinê yên dewleta faşîst a Tirkiyê û çeteyên wê ku 20`ê Cilê 2018`an li hemberî Kantona Efrînê destpê kirine, bi dijwariyê didomînin. Bi sedan mirov – jin, zilam, zarok, kal û piran – di bombabarana gund û bajarên me jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Mal, dibistan, nexweşxane, bendav, zevî, cîhên pîroz û dîrokî di bin êrîşên arteşa Tirk de hatin xerakirin û hilweşandin. Dagirkeran cih û warên me talan û wêran kirine; her cûrên êşkence, kuştin, tecwaz û bişaftin li ser jin û civakê hatin meşandin. Çawa dewletên Ewrûpê, Rusya û Emerîka bi çek û siyaseta xwe piştgirî kirin jî êrîş, tecawz û komkujiyên dewleta Tirk li hemberî Efrînê; bi taybet bazirganiya dewleta Rusya bi rejima faşîst a Tirkiyê di pêkanînên komkujiya Efrînê de roleke sereke leîstiye.

Saziyên navdewletî weke YN û YE`yê ev kiriyarên li dijî mirovahiyê bi bêdengiya xwe erê kirine. Weke jinên Efrînê em vê îtîfaqa qirêj ên hêzên dewletî tu caran ji bîr nakin û em şermezar dikin.

Bi xeteriya komkujiyên hîn mezintir rû bi rû, em di 18`ê Adarê de weke nêzîkî 200 hezarên şeniyên Efrînê mecbur mane ku ji warê xwe derbikevin. Ji vê demê vê em di bin şert û mercên giran de– bê alîkarî û ewlekariya saziyên navnetewî – li herêma Şehbayê jiyan dikin û berxwedana xwe didomînin. Em bi biryarin ku em berxwedan û tekoşîna xwe bilind bikin heta em Efrînê ji dagirkeriya faşîst û tecawza dewleta Tirk rizgar bikin. Bi vê armancê em daxuyaniya qonaxa 2 mîn ya pêngava ‘Jin rabin ser piyan ji bo Efrînê’ didin.

Berxwedana me û çalakiyên jinên cîhanê di qonaxa 1 mîn a pêngava ‘Jin rabin ser piyan ji bo Efrînê!’ rastiya pergala desthilatdar û dagirkeriya faşîst ya dewleta Tirk eşkere kir. Li gelek welat û bajarên cîhanê jin di bin vê diruşmê de meş, wêne, şano û çalakiyên afirêner lidar xistine. Lê niha hewce dike ku em bi tevahî hêza xwe, bi hev re ji bo rizgariya Efrînê û parastina şoreşa jinê tekoşîn bikin û serkeftina xwe misoger bikin. Pêwîste ku em zextan li ser saziyên navnetewî û dewletan bilind bikin. Heta ku ew sazî li hemberî qirkirinên ku li ser çand, gel û jinan tê meşandîn xwedî zagonên xwe yên gerdunî derbikevin û van erîşan bidin sekinandin.

Armanc û daxwazên me:

– Divê YN, saziyên navnetewî û mafên mirovan berpirsyariya xwe ji bo ewlekarî û pêdividiyên însanî yên gelê Efrînê pêk bînin!

– Divê dagirkeriya dewleta Tirk bê bidawîkirin û vegera gelê Efrînê bi awayeke bi ewle li ser xaka xwe ya azad bê misogerkirin!

– Divê tevahî berpirsyar û sucdarên dagirkeriyê, tecawz, kuştin, talan û qirkirinên jin û gelên Efrînê li pêşiya dadgeha navnetewî yên sucên şer werin darizandin!

Em banga tevahî xwişk û hevalên xwe, tevahî jinên cîhanê dikin:

– Jin, rabin ser piyan – bi hev re, em berxwedana xwe ji bo rizgarkirina Efrînê û serkeftina şoreşa jinê bilind bikin!

– Li hemberî qirkirina jinê û faşizmê, Yekitiya Jinan ava bikin û Şoreşa Jinê bigihînin her derê!

– Her der Efrîn – her der berxwedan!.ʺ

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HRW: Dewleta Tikr û çeteyên wê Efrîn talan dikin

Nivîsa Pêş

Pervîn Buldan: Divê demildest yekîtiya kurdan pêk bê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Pervîn Buldan: Divê demildest yekîtiya kurdan pêk bê

Pervîn Buldan: Divê demildest yekîtiya kurdan pêk bê

Jineke ciwan a Êzidî li Dihokê hat qetilkirin

Jineke ciwan a Êzidî li Dihokê hat qetilkirin

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Ciwanên Kurd ên Esenler’ê li dijî komployê çalakî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.