Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Rojbûna Rêberê konfederalîzma demokratîk, vejîna azadiya jinê ye

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/04/2018 - 9:37
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
KJK: Rojbûna Rêberê konfederalîzma demokratîk, vejîna azadiya jinê ye
ParvekeTweet

Koordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya rojbûna Rêberê gelan Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku rojbûna Ocalan rojbûna gelekî ye ku li dijî înkarê şer dike, rojbûna azadiya jinên kolekirî ye û rojbûna mirovên lêgerînerên rastiyê ye ku bê ziman hatine hiştin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona KJK’ê got, “4’ê Nîsanê rastiya jîna destpêkê ya mafên wê hatine binpêkirin guherandiye û vejîna rastiya jinê ye ku ji bo azadiyê berê xwe daye çiyê, şer kiriye û her ku şer kiriye bedew bûye” û wiha dewam kir: “Jinên ku ji gund û bajaran berê xwe dan çiyê, li bajar û gundan daketin qadan û daxwaza azadiyê anîn ziman, mîna serdema neolîtîkê niha jî bûn dengê azadî, ked û edaletê û rê li ber hişyarbûna dîrokî vekirin. Em bi coşa vê rojbûnê hemû jinan silav dikin.”

‘Avakirina modernîteya demokratîk bersiva herî mezin e ji êrîşan re’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku paradîgmaya neteweya demokratîk a Ocalan bûye xet û hêviya jiyanê ji hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re û hate gotin, “Li pêş çavên hemû cîhanê em paradîgmaya xwe ya azadiyê û nirxên komunal ên demokratîk li çar parçeyan diparêzin û ava dikin. Paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê bûye xet û hêviya jiyana gelan. Dewleta TC a faşîst û hêzên hegemon îro êrîşî vê xetê dikin. Avakirina sîstema jiyana azad a demokratîk wê bersiva herî mezin a li dijî van êrîşan be. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê jiyana azad û demokratîk ava bikin, azadiya jinên Kurd û Rêber Apo pêk bînin, avakirina modernîteya demokratîk bi ser bixînin.”

‘Kurd wê li dijî êrîşên qirker ên Erdogan bi ser bikevin’

Koordînasyona KJK’ê bi bîr xist ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got, “Tenduristî, ewlekarî û jiyana Serok Apo sedema hebûna me gel û jinan e. Helwest û sekna me ye. Li ser vê bingehê dike ku her kes bi rengekî bê navbera têkoşîna berxwednaê bikin û berê xwe bidin azadiya Serok Apo. Hêzên demokrasî û azadiyê wê têkoşînê mezintir bikin, dewleta Erdogan ê faşîst ku serkêşiyê ji şerê qirkirinê re dike têk bibe û gelên cîhanê, gelê Kurd û jin wê bi ser bikevin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rapora CPT a li ser serdana 2 sal beriya niha, fikarên wan piştrast kiriye û wiha hate gotin, “Tecrîdeke girankirî û rêk û pêk li ser Serok Apo heye. Ev jî tê wateya êşkenceyeke bi rêk û pêk. Em ê bi têkoşîna xwe ya serdema nû re vê sîstema tecrîdê bişikînin. Û em dibêjin, ‘Azadiya te azadiya me ye, jiyana te jiyana me ye’. Bi saya Rêber Apo me ev hemû destketî bi dest ve anîn. Hebûn û têkoşîna me jinan û gel, bi saya Rêber Apo ye. Em ti carî hînî dîlgirtina Rêberê xwe nebûn, em ê hîn nebin. Ji bo bidawîkirina dîlgirtinê, em ê hêza xwe bi milyonan zêde bikin û ji bo erk û wezîfeyên xwe bi cih bînin em ê heta dawiyê hewl bidin.”

‘Divê her devera kurdistanê bibe qada berxwedanê’

Koordînasyonê got, “Dîlgirtina Rêber Apo dîlgirtina jinan û gelê me ye” û destnîşan kir ku heta esaret ji holê rabe wê qîma xwe ji ti pêşketinê re neynin.

KJK’ê diyar kir, rakirina esaretê jî bi serxistina têkoşîna li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dibe û got, “Ji bo vê jî divê em bi xurtî tevlî berxwedanê bibin û erk û berpirsyariyên xwe pêk bîni.”

Di dawiya daxuyaniyê de şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî hatin îranîn û bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd careke din bang li gel bi taybetî jin û ciwanan hate kirin û li dijî qedexe, faşîzm û qirkirinê dakevin qadan û her devera Kurdistanê bikin qada azadî û berxwedanê.

Koordînasyona KJK’ê got, “Rojbûna Rêberê konfederalîzma demokratîk, vejîna azadiya jinê ye.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê Derbên Giran Li Çeteyên Qesrê Dide

Nivîsa Pêş

Gerîla li Colemêrgê derbên xurt li çeperên dijmin xistin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

Gerîla li Colemêrgê derbên xurt li çeperên dijmin xistin

Tevgera Xwendekarên Demokratîk navenda xwe ya Hesekê vekir

Tevgera Xwendekarên Demokratîk navenda xwe ya Hesekê vekir

Manşet

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.