Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Ev rapor rê li ber fikaran vedike ku hin tiştên li îmraliyê tên veşartin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/03/2018 - 14:27
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku rapora İmralıyê ya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) sosret e û got, ev rapor rê li ber fikaran vedike ku hin tiştên li İmraliyê tên veşartin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûn nîşanî rapora CPT da ku rewşa du sal berê ya şert û mercên dîlgirtian Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan eşkere kir.

CPT rapora ku berî du salan amade kir, li ser daxwaza hikumeta Tirkiyeyê roja 20’ê Adarê, yanî du roj piştî dagirkirina navenda Efrînê eşkere kir.

KCK’ê rapora CPT weke tiştekî “sosret” bi nav kir û diyar kir, rapor zext û zordariya li İmralıyê dinixumîne, ya jî nerast nîşan dide.

DÛRÎ CIDIYETÊ

Daxuyaniya KCK’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“CPT encamên serdana xwe ya du sal berê ya li İmralıyê beriya niha bi çend rojan eşkere kir. Zêdeyî du sal in li Tirkiyeyê Rewşa Awarte heye û Tirkiye bi şert û mercên gelekî giran tê birêvebirin. Lewma eşkerekirina rapora li ser serdaneke berî du salan li Tirkiyeyê hatiye kirin, li cidiyeta saziyeke wiha nayê.

EV REWŞEKE SOSRET E!

Piştî du salan got, ‘divê malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin’. Bilêvkirina vê gotinê piştî du salan li rola CPT nayê. Beriya her tiştî rewşeke sosret e ku agahiyek li ser şert û mercên girtîgeheke li welatekî faşîst ê mîna Tirkiyeyê piştî du salan bê eşkerekirin. Gelo di nava van du salan de çi neanîne serê gelan! Li welatekî mîna Tirkiyeyê ku bi dagirkirina Efrînê re jin, zarok, extiyar; bi sedan sivîl kuştin, rewşa beriya du salan îro tê eşkerekirin. Ev yek ji bo saziyeke mîna CPT’yê ne ya qebûlkirinê ye.

HIN TIŞTÊN LI IMRALIYÊ TÊN VEŞARTIN

Eşkerekirina vê raporê piştî du salan ku ti qîmeta xwe nemaye, rê li ber hin fikaran vedike. Gelo ji bo nixumandina hin tiştan daxuyaniyeke wiha hatiye dayin, ya jî destûr hatiye dayin ku daxuyanî bê dayin?

Li gorî agahiyên dema dawî hatin, li İmraliyê tecrîda li ser Rêberê me hatiye şidandin û gelek derfetên wî yên jiyanê tên astengkirin. Di demeke wiha de dayina vê daxuyaniyê mirovan dixe nava fikaran ku ev yek ji bo nixumandin an jî berevajîkirina vê rastiyê ye. Di demekê de ku faşîzma AKP-MHP’ê dijminatiya xwe ya li Kurdan bi rengê herî giran dikin, em ji demên bihurî zanin ku cihê destpêkê ev dijminatî lê bê kirin İmralı ye. Ji ber vê yekê, ji CPT dihate xwestin ku li şûna eşkerekirina raporek berî du salan, karaktera faşîzma li Tirkiyeyê bibîne û giraniyê bide ser rewşa niha. Ji ber ku raya giştî ya Kurd û hêzên demokrasiyê baweriya bi daxuyaniya CPT neanî û vê daxuyaniyê ew hê bêhtir xistiye nava tirs û fikaran.

RAPORA CPT A BERÎ DU SALAN BÊ WATE YE Û CIHÊ FIKARAN E

Her kes pê zane ku wezîfeya CPT bang nîne. Bi taybetî banga ku piştî du salan hatiye kirin bê wate ye; cihê fikaran e. CPT li şûna ku daxwaza hevdîtina malbat û parêzeran bike, diviyabû di nava du salan de ji bo pêkhatina vê yekê biketibûya nava liv û tevgerê. Ji ber ku xalên ku CPT eşkere dike, li gorî pîvanên Konseya Ewropayê sûcê binpêkirina mafên mirovan e. Ji ber vê yekê binpêkirin e. Ji bo qedandina binpêkirinê diviyabû serî li saziyê pêwendîdar bida, ya dawî li vê binpêkirinê bianiya ya jî bikira ku pêkanîn li ser bê ferzkirin. Nekirina vê yekê tê wateya îstîsmarkirina wezîfeya xwe. Ya jî dema mijar Kurd be bi cotstandartî tevdigere û sûcên Tirkiyeyê dinixumîne.

HAYA KONSEYA EWROPAYÊ JI ZEXT Û ZORDARIYÊ HEYE

Pêwendiya vê yekê bi Konseya Ewropayê jî heye. Haya Konseya Ewropayê ji zext û binpêkirina mafên mirovan heye. Lewma jinedîtîhatina van zext û binpêkirinan, nîşan dide ku li şûna pîvanên xwe esas bigire, li gorî berjewendiyên siyasî tevgeriya ye. Eger dibêjin ne wiha ye, wê çaxê divê Konseya Ewropayê bi erk û berpirsyariya xwe rabe; zextên fîzîkî û psîkolojîk ên dewleta Tirk ên li İmralıyê biqedîne. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ji Konseya Ewropayê hêvî dikin ku bi berpirsyarî rabe.

DIVÊ ÇALAKÎ DEWAM BIKIN

Jin, ciwan; tevahiya gelê me û hêzên demokrasiyê daxuyaniyên CPT qebûl nekirin û fikarên xwe nîşan dan. Gelê me bi taybetî jin û ciwan û hêzên demokrasiyê divê li dijî vê nêzîkatiya CPT û Konseya Ewropayê ya ji bo nixumandina sûcên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin, çalakiyên demokratîk li dar bixin û zextê li ser van saziyan bikin.

FAŞÎZMA AKP-MHP DIJMINÊ KURDAN E

Divê gelê me û hêzên demokrasiyê zanibin ku faşîzma AKP-MHP’ê dijminê Kurdan e. Mîna hemû dijminên Kurdan, ew dijminê Rêber Apo ne. Di dema dagirkirina Efrînê de ku bi geşkirina şovenîzmê kir, zext û zordariya li ser Rêber Apo giran kir û bi vî rengî karaktera xwe ya qirker mêtinger nîşan da. Ji ber vê yekê divê bala gelê me û hêzên demokrasiyê timî li ser mijara ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo be. Girîng e ku têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bi rengekî bê navber dewam bike. Lewma, pêwîste gelê Kurd bi bîr û baweriya ‘Azadiya gelê Kurd û ya Rêber Apo bi hev ve girêdayî ne’ di sala 2018’an de tevî hemû hêzên demokrasiyê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşînê geş bike.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê sê gerîlayên li Amedê şehîd bûn bi bîr anî

Nivîsa Pêş

HPG’ê têkildarî operasyona li Şemzînan û bombebaran dijî Herêmên Parastina Medyayê daxuyanî da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

HPG’ê têkildarî operasyona li Şemzînan û bombebaran dijî Herêmên Parastina Medyayê daxuyanî da

Mamoste Hewlêrê tevî hemû astengiyan ev sê roje li ser piyane

Mamoste Hewlêrê tevî hemû astengiyan ev sê roje li ser piyane

Manşet

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welêtê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.