Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Koordînasyona Ciwanên Kurd: Em ê sibe biçin Efrînê

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/03/2018 - 18:18
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Jinên Ciwan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Koordînasyona Ciwanên Kurd: Em ê sibe biçin Efrînê
ParvekeTweet

Koordînasyona Ciwanên Kurd biryara çûyîna Efrînê girt.

RÊMILAN – Koordînasyona Ciwanên Kurd li ser mijara Efrînê civîna xwe ya salane lidarxist. Koordînasyon Encamnameya Civîna Berfireh a salane bi raya giştî û çapemeniyê re parve kir. Koordînasyon bal kişand ser berxwedana Efrînê û biryara çûyîna Efrînê girt.


Encamname wiha ye:

“Bi hêz û moralekê mezin em wekî Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê encama civîna xwe ya berfireh a salane ji raya giştî û ragihandinê re radigihînin. Bi amadebûna nêzikî 100 delegeyên 15 partî û 5 rêxistinên ciwanan û her wiha nûnerên 4 partiyên derveyî kordînasyonê, civîna me îro bi awayekî serkeftî bi rê ve çû. Di serî de û beriya her tiştî em carekê din bejna xwe beramberî tevahî şehîdên şoreşê ditewînin û di şaxsê şehîdên berxwedana serdemê de em hemu şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîrtînin. Her wiha em spas dikin hemu mêvanên ku beşdarî civînê bûn, Tev-Dem, Rêveberiya Xweser, Desteya Ciwanan a Kantona Cizîrê û Saziya Malbatên Şehîdan. Her wiha em radigihînin ku di encama vê civîna berfireh de 3 partiyên nû tevlî kordînasyonê bûn: Partiya Zehmetkêşên Kurdistan, Yekitiya Kedkarên Kurdistan û Partiya Yekitiya Niştimaniya Azad. Bi vî awayî hejmara endamên Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bû 18 partî û 5 rêxistinên ciwanan. Civîna me a berfireh bi rastî di demekî dîrokî de pêkhat. Bi taybetî berxwedana serdemê, berxwedana gelê me li Efrînê bi pêşengtiya şervanên YPG û YPJ’ê di vê demê de tevahî gelê Kurdistanê û gelên bindest ên cîhanê pê serbilind in. Di civîna me de nirxandinek hat kirin, em çiqasî jî li ser biaxivin, em nikarin heqê vê berxwedanê bidin, di encam de ev dem dema kar, xebat û pratîkê ye. Yekîtî bi xwe ne mijarekê siyasî û gotinê ye, yekitiya netewî li ser erdê pêktê û tê pêkanîn. Heger îro ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat mil bi mil li dijî dagirkeriyê şer dikin, ev yek tê wateya yekitiya netewî ye. Heger îro li Reqa û carekê din li Efrînê xwîna şehîdan xwîna kurda, ereba û suryana be, ev tê wateya biratiya gelan. Di vê çarçoveyê de civîna me bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Efrînê ve, ber bi yekitiya netewî ve” hate lidarxistin.

 

Li Efrînê îro em bi êrîşên herî hovane û dijwar ji aliye dagirkerî û faşîzma Tirkiye re rû bi rû ne. Li hemberî van êrîşên hovane bes yek çareserî heye û ev jî yekitiya netewî ye. Bi yekitiya netewî û seferberîya ciwanên çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat wê serkeftina şoreşa me mîsoger bibe. Di encama nîqaşên siyasî û rêxistinî ku hatine kirin îradeya civînê ku ji tevahî delegeyên 16 partî û 5 rêxistinên ciwanan pêkhat gihîşt biryardariyekî nû li gorî rihê demê. Biryarên ku hatine girtin ev in:

 

1. Berxwedana serdemê ya Efrînê rûmeta me hemuyan e. Şehîdên berxwedana Efrînê rihê serdemê ne û li wan xwedî derketin erka me ya herî sereke ye.

2. Ji bo helwesta rast beramberî berxwedana ku tê meşandin were dayîn em ê di 11’ê meha Adarê de wekî Kordînasyona Ciwanên Kurd berê xwe bidine Efrînê. 3. Dagirkeriya dewleta Tirk tehdît li ser tevahî Rojava û çar perçeyên Kurdistanê ye. Li hemberî vê xeteriyê divê ciwanên Kurdistanê xwe rêxistin bikin Girêdayî vê biryarê: • 1. Em ê ji nava hemu partî û rêxistinên endam yekîneyên parastinê avabikin. • 2. Ev yekîneyên parastinê perwerdeyên leşkerî bibînin. •

3. Em ê wekî ciwanên kurd li Rojava li gund û bajaran de beşdarî hemu amadekariyên parastinê bibin û di vê çarçoveyê de em ê çêkirina mevziyan, tunelan û sinaqan esas bigirin, pêkbînin. • Broşur derbare zanistiya parastine were amadekirin

4. Ji bo ku em îradeya ciwanên kurd bidine xuyakirin, em ê mektub ji saziyên navnetewî yên cur bi cur bi navê Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê re bişînin.

5. Komîte ku berê hatibûn avakirin carekê din werine rêxistinkirin û dest bi kar û xebatê bikin. 6. Bi berdewamî û bi îsrar em ê li ser 17 biyarên Konferansa yekemîn a Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ku di 31’ê meha Adarê 2017’an de pêkhat bimeşin û kar û xebat bikin.

Em di vê xalê de îqna ne û bi bawer in, heger em li ser biryarên Konferansa me ya beriya salekî bimeşin, kar û xebat bikin, heger em van biryarên xwe yên nû di gotinê de nehêlin, lê pêkbînin, ewçax em ê serbikevin û ti hêz, ti kes jî nikare li pêşiya me bigire. Em li ser van esasan silavên xwe yên germ ji gelê Efrînê û şervanên azadiyê di cepheyên şer de dişînin û berxwedana wan hezar caran pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Koordînasyona Ciwanên Kurd li ser Efrînê civîn çêkir

Nivîsa Pêş

YJA-Starê, li Gabarê li ‘Yekîneyên Operasyonê’ xist

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YJA-Starê, li Gabarê li ‘Yekîneyên Operasyonê’ xist

YJA-Starê, li Gabarê li ‘Yekîneyên Operasyonê’ xist

Li Silêmanê ciwanan ala Dewleta Tirk şewitanden

Li Silêmanê ciwanan ala Dewleta Tirk şewitanden

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.