Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

HPG’ê gerîlayên li Dersimê şehîd bûn nasname wan eşkera kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/02/2018 - 13:26
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê gerîlayên li Dersimê şehîd bûn nasname wan eşkera kir
ParvekeTweet

HPG’ê 4 gerîlayên 27’ê Mijdara 2017’an li Dersimê şehîd bûn, bi bîr anî. Di daxuyaniyê de nasnameya şehîdan hate eşkerekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hat gotin, gerîlayên bi navê Sedem Jiyan, Dîcle Hêlîn, Mazlûm Andon û Sorxwîn Botan 27’ê Mijdara 2017’an li Dersimê şehîd bûne.

Daxuyaniya ku li ser malpera HPG’ê hate weşandin wiha ye:

“27’ê Mijdara 2017’an artêşa TC a dagirker li bejahiya navçeya Pîlemûrî ya Dersimê, tevî gelek kontra û leşkerên xwe derketibû operasyonê. Di vê operasyonê de ku teknîk û çekên giran hatin bikaranîn, di navbera gerîlayên me û hêzên dagiker de şer qewimî bû. Di vî şerî de dijmin windahiyên giran da. 4 hevrêyên me yên heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin, şehîd bûn û bûn sembola berxwedanê.

Tevgera PKK’ê di vî şerê bê navber de bû navê lehengiyên destanî. Ruhê ku ji çiyê heta deştê mezin dibe û dijmin dîn û har dike, ruhê milîtanê Apoyî ye ku bi qasî ku di oxira wê de bimire ji jiyanê hez dike. Di Em hevrêyên xwe Serdem (Bîlal Serhat Saritaş), Dîcle (Naciye Îlbasan), Mazlûm (Mazlûm Kaymaz) û Sorxwîn (Kader Bîlen) ên li çiyayên Dersimê di şerê berxwedanê yê dijî dewleta Tirk a faşîst û dagirker şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Ji ber şert û mercên şer û zivistanê agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bi derengî gihîştin ber destê me. Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Serdem Jiyan
Nav paşnav: Bîlal Serhat Saritaş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sûltan-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Mijdara 2017 / Dersim
Nasnav: Dîcle Hêlîn
Nav paşnav: Naciye Îlbasan
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Gulperî-Hacî
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Mijdara 2017 / Dersim
Nasnav: Mazlûm Andok
Nav paşnav: Mazlûm Kaymaz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Neşîde-Halîm
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Mijdara 2017 / Dersim
Nasnav: Sorxwîn Botan
Nav paşnav: Kader Bîlen
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Hukumet-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Mijdara 2017 / Dersim

Hevalê Serdem ku 15 salên xwe di nava têkoşînê de derbas kir, şervanekî rastiyê bû ku bi felsefeya Rêber Apo dimeşiya. Li ser bingeha felsefeya azadiyê ya Rêber Apo tevlî nava têkoşînê bû û ji bo her karî bi ser bixîne bi fedakarî beşdar bû. Hevalê Serdem li gelek herêmên têkoşînê bi wezîfeyê rabû. Ji nava karên ciwanan sala 2002’an bi rengekî aktîf tevlî nava refên gerîla bû. Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Dersim, Koçgirî û Derya Reş di asta pêşengiyê de bi erka xwe rabû û hemû wezîfeyên xwe bi rengekî serketî meşand. Hevrê Serdem, bi rêbazeke şoreşgerî timî bersiv da zor û zehmetiyên pratîkê. Demeke dirêj li qadên gerîla, li herêmên cuda yên Kurdistanê di asta rêveberiyê de cihê xwe di nava karê ciwanan de girt. Di karê ciwanên Kurdistanê de ku bûne xwedî rêxistinbûneke xurt û kevneşopiyeke berxwedêr, keda hevalê Serdem zêde ye. Hevalê Serdem bi rengekî zindî, bi moral û çalak tevlî bû û bi danheviya xwe ya îdeolojîk û polîtîk kar xurt kir. Hevalê me Serdem li her qada ku lê kar kir bi ked û hewdana xwe timî hate hezkirin û hurmet jê re dihate nîşandan. Hevrê Serdem ku pê bawer bû divê têkoşîna li dijî faşîzm û mêtingeriyê di asta herî bilind de bê kirin, her tim bi ruhê ciwantiyê tevlî nava têkoşîna azadiyê bû û di dîroka berxwedanê ya bi heybet de şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû.

Hevala me Dîcle demeke dirêj di nav têkoşîna me de gelek peywirên cihê daye ser milê xwe, her demê hay ji berpirsyariya xwe ya şoreşger hebûye û wiha jiyaye, şer kiriye û tim li eniya pêş bûye. Hezkirina wê ya mezin a li çiyayan û hevrêyên wê her demê hîseke mezin pê re çêkiriye û bûye xwedî manewiyeteka kûr. Heval Dîcle bi vê manewiyatê û hîsa kûr ber bi xaka Dersimê ve çûye ku tim bêrî lê dikir û daxwaza wê bû. Heval Dîcle li dijî qirkirina çandî, bi gotina wê, bi îdîaya ku êşa gelê Dersimê veguherîne şahiyê, bi vê moral û coşê tevlî eniya Bakur bûye. Hevala me Dîcle tim hay ji nirxên her kêliyê hebû û di xeta jina azad de bûye xwedî ked û hewldaneke mezin. Heta hilma xwe ya dawî jî dilsozî felsefeya Rêbertî, nirxên fedaiyê bûye û li bara rastiya dijmin ê faşîst li gor rêgezên Apoyî têkoşiyaye.

Hevalên me Sorxwîn û Mazlûm jî dilê wan tim bi hezkirina mezin a şoreşa Kurdistanê tije bûye, bi perwerdehiyê xwe ji peywirên mezin re hazir kirine û bûne nûnerên bijarte ên milîtanên  fedaî yên Apoyî.
Hevalê me Mazlûm ku bi hêlên xwe yên kedkar û dirust derketî pêş di hemû xebatên xwe de fedakar bûye.

Hevrêya me Sorxwîn jî bi îdeolojiya rizgariya jinê ya ku Rêber Apo danî holê, bi baweriya ku têkoşîna azadiya jinê wê biçe serî bi moral û coşiyeke zêde tevlî nav têkoşînê Bûye.
Her çar hevalên me jî mînakên herî dilêr û bedew ê wî nifşî ne ku bi têkoşîna PKK’ê re çêbûye û mezin bûye.

Di jiyana wan a têkoşîna şoreşgerî de ya ku li ser jiyana wan diyarker bûye û rênîşandar bûye, azweriya wan a bi hevrêtiya bi Rêber Apo re ye.

Ji ber şehîdbûna çar hevrêyên  xwe em sersaxiyê didine malbatên welatparêz û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz û sond dixwin ku bi bi giyanê tolhildanê yê fedaî li bîranîn û îdeayên wan xwedî derkevin û şayanî wan bin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Karasû: Çûyîna hêzên Sûriyeyê ji bo parastina sînor e

Nivîsa Pêş

Bi rihê seferberiyê berê xwe bidine Efrînê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Platforma Seferberiya Berxwedana Efrînê hat îlan kirin

Bi rihê seferberiyê berê xwe bidine Efrînê

Rêveberên MÎT’ê hevkarên xwe yên çapemeniyê eşkere kirin

Rêveberên MÎT’ê hevkarên xwe yên çapemeniyê eşkere kirin

Manşet

  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

Herî zêde hatine xwendin

  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.