Enter your email Address

Pazartesi, Temmuz 28, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Efsaneyek Ji Berxwedana Ciwanên Serdemê

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/02/2018 - 16:45
di nav Giştî, Hevpeyvîn, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
Efsaneyek Ji Berxwedana Ciwanên Serdemê
ParvekeTweet

Berxwedana serdemî ya ciwanên Efrînê 29 roj e, li tevahî cîhanê deng vedide. Ciwanên ku bi îradeyeke bê hempa şer dikin, li hember hemû teknîka dijmin sekinîne û çeteyên arêtşa duyemîn a NATO têkbirine.

EFRÎN- Yek ji van ciwanên berxwedêr ên serdemê Partîzan Kerkûk endamê rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava bi vîneke mezin tevlî şer bûbû, di eniya Raco birîndar ketibû û çavekî xwe kiribû xelata serkeftina Efrînê.

Me weke ajansa Nûçe Ciwan bi Partîzan Kerkûk re hevdîtin pêk anî. Kerkûk di vê hevdîtinê de berxwedana ciwanan a serdemî vedibêje û behsa birîndariya xwe dike.

Partîzan Kerkûk dibêje ku ew roja destpêkê ji berxwedanê li eniya Raco bûn û di roja duyemîn a şer de êrîşên bejahî yên çeteyan li ser gundê Emera destpêkirin. Kerkûk destnîşan kir ku ciwanan mohra xwe li dîroka vê berxwedanê dan û dîrok nivîsandin û wiha berdewam kir: Ew kîn û tolhildana ciwanan li hember dijmin bû pratîk.

Di derbarê biryardariya ciwanan a mezin de Partîzan wisa vedibêje: Dijmin bi hemû teknîk, çek, hêz û çeteyên xwe şerê çend ciwanên ku di destê wan de çeka herî giran BKC û qilêş dikir. Lê îradeyeke mezin hebû. Derbeyeke mezin li çeteyan dan û dewleta Tirk binketineke mezin jiyan kir.

Kerkûk got li hember îradeya wan dewleta Tirk cenazeyê çeteyên xwe û çekên wan li erdê hiştin û reviyan û êrîşên çeteyan weke êrîşên qirkirin û tunekirina gelê kurd binav kir û destnîşan kir ku ciwanan jî bersva xwe ya dîrokî dan, tolhildan û hesabpirsîneke dîrokî derket holê.

Endamê rêveberiya YCR’ê diyar kir ku pêwîste tevahî ciwanên Kurdistan vê berxwedanê hîs bikin û tevlî bibe û destnîşan kir ku dijmin hilweşiyaye û nema bikaribe faşîzma xwe baş pêk bîne; Ji bo vê yekê dînûhar buye û hemû hêza xwe dike dewrê.

Di berdewamiya axaftina xwe de Partîzan Kerkûk girîngiya rola ciwanan a beşdarbûna vê berxwedanê vegot û wiha axivî: Pêwîste ciwan bi fedayî erkên xwe yên demê pêk bînin û faşîzma dijmin bişkînin û derbên mezintir lêbixin û parçe bikin.  

Kerkûk efsaneyên gundê Emera û navçeya Raco bibîrxist û weke nîşaneya fêmkirina ciwanan a rewşê û pêkanîna erkên demê nirxand û wiha berdewam kir: Pêwîste her ciwanekî kurd bi rihê Avêsta û Barîn’an şer bikin û derfet nedin ku dijmin lingê xwe yê qirêj li ser axa Efrînê biavêje.

Partîzan got ku piştî 7 rojan ji berxwedana dîrokî dijmin ewqas tengav bûbû, ku gund mal bi mal, bi dehan topan bombebaran bikin. Lewma, tevahî hêzên berxwedêr ên heyî diryar dan ku di nava eraziyê de şerê dijmin bikin û dest bi operasyona li hember dijmin kirin.

Di derbarê operasyonê û birîndariya xwe de Partîzan Kerkûk wiha didomîne: Dijmin derbên gelek giran xwarin. Erebeyên wan hatin teqandin û gelek çeteyên wan hatin kuştin. Di sa’et 7’an de di encama topbarana zêde ya çeteyan de, ez û hevalekî din birîndar ketin.

Di derbarê hevkariya hêzên navdewletî di vê êrîşa hovane de, Partîzan Kerkûk got ku ew bi topên tankeke elmanî birîndar bûn û ev weke rûreşiya hêzên ku qaşo xwe demokrat nîşan didin û di heman demê de hevkariya dewleteke faşîst dikin ku êrîşî gelên kurdistanê bike û wiha berdewam kir: Dewletên ku xwedî berjewendî ne û hevkarên hewldanên qirkirina gelê me ne, rojek tê ku hesab ji wan wê were xwestin.

Di dawiya axaftina xwe de endamê rêveberiya YCR’ê Partîzan Kerkûk careke din soz da ku ewê Efrîn radestî dijmin nekin û heya dawî bi hêza fikir û felsefeya Rêber Apo li ber xwe bidin û dijmin têk bibin û êrîşa li ser Efrînê weke destpêkirina dawîkirina dijmin û faşîzmê û wê tunebûna dijmin di Efrînê de were îlankirin.

Wiha bidawî kir: Em weke ciwanên kurd û milîtanên Rêber Apo emê li hember dagikeran bisekinin û heya dawî Efrînê bişkînin û têk bibin.

https://www.youtube.com/watch?v=WP46gLo9LEs&feature=youtu.be

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Babê Tevlî Berxwedana Serdemê Bûne

Nivîsa Pêş

Efrîn 28 Şehîdên Berxwedana Serdemê Spartin Axê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Efrîn 28 Şehîdên Berxwedana Serdemê Spartin Axê

Efrîn 28 Şehîdên Berxwedana Serdemê Spartin Axê

Li Qamişlo teqînek çêbû

Li Qamişlo teqînek çêbû

Manşet

  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan
  • Şehîd Waed Xelûf li ser gora xwe hat bibîranîn
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê Pêşengên Ciwanan Bibîr Anîn
  • Ji Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst li Stenbolê Panel
  • Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros
  • Encûmena Werzîşê yê Cizîrê turnoveyekî karate lidarxist
  • Hejmara nû ya Kovara Yurtsever Gençlik derket: “Bi Ruhê Hevaltiya Komunalîst Em Ji Bo Avakirina Komunê Seferber Bibin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros

    Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê Pêşengên Ciwanan Bibîr Anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Waed Xelûf li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Werzîşê yê Cizîrê turnoveyekî karate lidarxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kibbutz çi ye û çawa dikare li Kurdistanê were zindîkirin?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst li Stenbolê Panel

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara nû ya Kovara Yurtsever Gençlik derket: “Bi Ruhê Hevaltiya Komunalîst Em Ji Bo Avakirina Komunê Seferber Bibin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Rêber Apo banga dîrokî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.