Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPG Bi Daxuyaniyekê Berxwedana Efrînê Vegot

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/01/2018 - 23:59
di nav Daxuyanî, Giştî
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê berxwedana Efrînê vegot.

NÛÇE CIWAN- NAVENDA NÛÇEYAN- Daxuyaniya YPG’ê li ser malpera xwe ya fermî belav kir bi vî rengî bû:

Artêşa Tirk a dagirker di dîroka 20.01.2018an de, bi balafirên şer êrîşî kantona Efrîn, navçe û gundewarên wê kir.

Artêşa Tirk a dagirker, di bombebarana ku ji saet 16:00 heya niha berdewam dike de di serî de sîvîlên herêmê, çeperên şervanên YPG, YPJ û Hêzên Şoreşger jî di nav de herî kêm 100 xalan hedef girt. Êrîşa ku bi 72 balafiran hat pêkanîn de navçe û gundên Efrînê ku piranî niştecîhên sîvîl tê de ne hedef hate girtin. Herwiha navenda bajarê Efrînê, kampa penaberan a Rûbar û saziyên sîvîl jî hatin hedef girtin. Di êrîşên ku heya van kêliyan didome de herî kêm 13 sîvîl brîndar bûn û 3 ji wan rewşa wan giran e. Di encama êrîşan de 6 sîvîl şehîd bûn. Herwiha 2 şervanên YPJê û şervaneke YPGê jî di van êrîşan de şehîd bûne. Herwiha bi êrîşan re hemwext leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî li gundên Kurdo û Baliya yên girêdayî navçeya Bilbilê xwestin sînor derbas bikin. Li ser bersivdana şervanên YPG û YPJê leşkerên artêşa dagirker neçar man ku paş de birevin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî yên ku dixwazin xaka Efrînê dagir bikin, piştî gelek hewldanên wan yên binpêkirina sînor hate ji alî şervanên YPG, YPJ û Hêzên Şoreşger ve vala hate derxistin bi êrîşên hewayî hewl didin ku sîvîlên herêmê bitirsînin; niştecîhên Efrînê bidin revandin da ku bikaribin ji dagirkeriya xwe re rê vekin. Êrîşkirina artêşa Tirk a dagirker ya raste rast li ser sîvîlên herêmê û li hemû navçeyan neçariya wan ya li dijî hêzên YPG û YPJê careke din diyar dike. Fêm dibe ku artêşa Tirk a dagirker dixwaze bi bomberankirina sîvîlan herêmê vala bike û sîvîlan bide revandin, bi vî awayî çeteyên xwe bajo ser Kantona Efrînê.

Em baş dizanin ku bêyî destûra hêzên navneteweyî û di serî de Rûsya, ku leşkerên xwe jî di Efrînê de digire, ne mimkun e ku ev êrîş pêk werin. Ji ber vê sedemê em ji van êrîşan bi qasî dewleta Tirk a dagirker, dewleta Rûsya yê jî berpirs dibînin û dibêjin ji komkujiya ku pêk were ew jî sûcdar in.

Em weke Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel ya Efrînê ji gelê xwe yê welatparêz, hemû pêkhateyên Bakûrê Sûriyê û gelê Kantona Efrînê re dibêjin ku; em bi dek û dolabên faşîzma Tirk û lîstokên wê yên faşîzan binnakevin! Heya vê kêliyê tê dîtin ku bi tu awayî gelê Efrînê cîh û warên xwe bernade û weke ku dijmin plan dikir ji Efrînê dernakeve. Em jî li ser vê bingehê û di çarçoveya amadekariya ku demeke dirêj e tê kirin de, biryardariya xwe ya parastina xaka Efrînê û gelê Efrînê careke din diyar dikin! Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin di bin her şert û mercî de di çeperên xwe de parastina welatê xwe li dijî faşîzma Tirk wê her tim bikin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û mirovahiya pêşverû dikin ku bi ruhê seferberiyê berê xwe bidin çeperên parastina Kantona Efrînê.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Qamişlo Ji Bo Efrînê Seferber Bûn

Nivîsa Pêş

YPG Bi Serokên Êlên Herêma Cizîrê Re Civiya

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

YPG Bi Serokên Êlên Herêma Cizîrê Re Civiya

YJC: Emê Bihêlin Dilê Hemû Zindiyan Bi Serkeftina Efrînê Lêbixe

Manşet

  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.