Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Ronî Baz : “Serî Hilde hemleya demîye

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/01/2018 - 14:06
di nav Daxuyanî, Giştî, Hevpeyvîn
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

Ronî Baz , Ciwanên Kurdistanê êdî weke partîzanekî bi xwe şer dikin û tevlî dibin.

BEHDÎNAN – NÛÇE CIWAN

 Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê û Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ronî Baz di derbarê geşedanên dawî di Kurdistanê de û hemleya Serî Hilde ji ajansa me Nûçe Ciwan re axivî û diyar kir ciwanên Kurdistanê di asta mîlîtantiyê de li berxwe didin û pêşengtî dikin.

Baz di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn kirîz heye û şoreşa ciwanan û gelên Îranê bibîrxist û got ku beşdarbûna ciwanan û gelan a nav refên berxwedanê bi nirx û qîmet e û got ku tekoşîna Tevgera Azadiya Kurdistan her roj destkeftiyên mezin bidest dixe. Bi taybet li Rojhilata Navîn di şexsê şoreşa Rojava de veguheriye mînak û hêviyek; “Di Rojhilata Navîn de bê hêviyeke mezin tê jiyîn. Bingeha hemû qeyranan desthilatdariye. Di pêvajoyeke wisa de berxwedan dîrokî ye; Paşerojê temsîl dike û pêşerojê ava dike“.

Di axaftina xwe de Baz diyar kir ku hemleya Serî Hilde hemleyeke di dema xwe de hatiye pêşxistin, ji ber ku ji bo lêgerîna civak û ciwanan bû bersiv û wiha berdewam kir: Ciwanên Kurdistan êdî bi tekoşîna azadiya gelê Kurdistan re îdeolojî û terzekî jiyanê bidest xistine. Êdî ciwan rêya rast û rêya şaş nas dikin; Rêya bi şeref û namus û rêya koledariyê ji hev derdixe.

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan destnîşan kir ku her çiqas hemleya Serî Hilde kombuyîn çêkiribe, lê pêwîste hîn were kûrkirin û wiha got: Civîna me ya salane pêk hat, bi piranî li ser çawaniya pêşxistina hemleya Serî Hilde hate niqaşkirin û plansaziyeke xurt derket.

Ronî Baz wisa berdewam kir: Ciwanên kurd gihiştine asteke wisa ku pêwîste êdî ji bo hemû ciwanên Rojhilata Navîn ên ku li ber xwe didin û têdikoşin pêşengtî bikin. Xebatê rêxistinkirin û çalakiyan pêwîste zêdetir werin dewlemend kirin.

Herwiha Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê diyar kir ku êdî weke berê xebat yekalî nabe were meşandin û ev ji vegerand berfirehbûna qada tekoşînê û ev got: Yekalî tevlîbûn, yekalî jiyankirin û yekalî tekoşîn nikare destkeftiyên mezin bidest bixe“.

Di berdewamiya axaftina xwe de Ronî Baz balkişand li ser şoreşa Rojava û da xuyakirin ku ew civakeke nû dixwazin ava bikin, Lewma xebatê avakirinê sereke ye û pêwîste ciwan pêşengtiya avakirina Konfedralîzma Demokratîk bikin. Lewma, pêwîste xebatê înşayê bi her awayî û yekane were pêşxistin û ji bo ciwanan got: Pêwîste ciwanên Rojava xwe tevlî sîstemê bikin û di mekanîzmên biryargiritnê de cih bigrin. Pêwîste ciwanên hemû pêkhateyan rêxistina xwe xurt bikin, ji bo ku bikaribin bandor bikin.

Ronî Baz herwiha di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê de jî ev agahî parvekirin: “Li Başûr qeyran heye. Piştî referandoma provoaktîv ya Berzanî êdî gel desthilatdariya wir qebûl nake. Gelê Başûr xwe ji hemû partiyên desthilatdar ên başûr, hem îdeolojî û hem hestiyarî xwe qut kiriye, lewra li pêş çavên wan îxanetên Kerkûk û Şengal bi destê YNK’ê û PDK’ê çêbûn gel ji wan dane qutkirin.

Ji bo ciwanên Başûrê Kurdistanê Baz got ku pêwîste ciwanên Başûr bizanin sedema hemû kirîzên di Kurdistanê de dewleta Tirk û Erdoganê faşist heye. Lewma, pêwîste ciwanên Başûr hebûna dewleta Tirk li başûr weke dagirkerî bibîne û li hember wê aktîv têbikoşe Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistan çiqas lewaz bibe, civaka kurd ya başûrê Kurdistan ewqas nêzî azadiyê ye. Hem di aliyê çalakî û hem di aliyê rêxistinî de. Gel êdî hêvî tenê di gerîlla de dibine, Lewma, tevlîbûna ciwanên Başûrê Kurdistanê nav refên gerîlla pêwîste esas were girtin, ji ber ku ev pêşeroja Başûrê Kurdistanê diyar dike.

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan li ser rewşa Bakurê Kurdistanê jî axivî û destnîşan kir ku ew ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne, ji ber ku rezalet û ketina AKP’ê taybet piştî derketina belgeyên MÎT’ê li hember ciwanên Bakurê Kurdistanê pêşberî çavan e.

Baz bibîrxist ku dîroka dewleta Tirk tenê xwe bi hêza silah daye meşandin, tenê dixwest di rêya hinek saziyan re xwe rewa bike, lê niha tenê bi rengekî dikare hebe ew jî bi zorê. Ti hikûmet û dagirkerî bi tena silahê nikare demdirêj hukim bike.

Di derbarê rewşa ciwanan a Bakurê Kurdistanê de Ronî Baz ev got: Ciwanên Bakurê Kurdistan ji her demê zêdetir ji xwe bawer in, bi biryar in, çalakî radîkal in. Her ciwanek weke milîtanekî ye. Ciwan êdî bi xwe êdî weke kadroyên PKK’ê û weke partîzanekî, şer dikin û çalakiyan li dar dixin û tevlî dibin. Tevlîbûneke pir xurt a gerîlla jî û ya çalakiyan jî heye; Lê pêwîste were xurt kirin.

Baz wisa dewam kir: Dewleta Tirk antî propoganda dike û şerê taybet di rêya fihûş û madên hişbir û ajanan dixwaze pêş bixe ji bo ciwanan ji tekoşînê dûr bixe. Ji bo em Kurdistanê zûtir rizgar bikin, tevlîbûna gerîlla pêwîste esas were girtin.

Di derbarê kar û xebatên hemleya Serî Hilde de Ronî Baz nirxandinên wiha kirin: Pêwîste êdî hemleya Serî Hilde pêşengtiya gel bike; Gel rabike ser piyan û zanebûna wî pêş bixe.

Di dawiya axaftina xwe de Endamê Komîteya Rêveber Ya PKK’ê Koordînasyona Komalên Ciwan Ronî Baz terzê xebatê yê nûjen destnîşan kir û got ku pêwîste tevlîbûna gerîlla li her derê esas be û bang li ciwanan kir ku tevlî nav refên tekoşînê bibin.

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hediye Yûsiv: Ew Nizanin Ku Çiyayê Kurmênc û Qehremanên Kurdan Li Pêş Wan in

Nivîsa Pêş

Ciwanên PYD Dewreyeke Nû Vekirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

Ciwanên PYD Dewreyeke Nû Vekirin

QSD Dewreya Yekemîn ya Hêzên Parastina Sînor Derxist

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirk di Roja Duyemîn a Lîga Dibistanên Reqayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.