NAVENDA NÛÇEYAN – Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol di şandeyê de cih digirin.
Şande, herî dawî di 17’ê Çileyê de çûbû serdana Abdullah Ocalan.

