HESEKÊ – Şêneyên bajarê Hesekê li çerxa Itfaiyê ya li taxa Til hecerê û meşeke girseyî li darxistin.
Li hemberî komploya navneteweyî bi hezaran welatî, ciwan û jinên ciwan herikîn kolanan komplo şermezar kirin têkoşîn û berxwewdaniya xwe nîşan dan.
Meş li çerxa Itfaiyê bi sloganên ‘’Bijî Serok APO’’ ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’’ destpêkir û ber bi stadyoma Bendava Tişrînê dewam kir.
Her wiha Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hediya Yûsif axivî û komploya navneteweyî û hêzên têkildar şermezar kir.
Hediya Yûsif wiha dest bi axaftina xwe kir û got “Em silav û hezkirina xwe ji Rêber APO re dişînin . Ev komploya navneteweyî li dijî felsefeya azadî, edalet, demokrasiyê û îradeya gel bû.”
Di hema demê de Hediya Yûsif destnîşan kir ku ev aliyên beşdarî vê Komployê bûne, her xwestine ku xwişk û biratiya gelan xira bikin ji ber vê yekê bi rêbazên herî qirêj û hovane êrîşên xwe yên li ser herêmê didomînin.
Hediya Yûsif di dawî de wiha anî ser ziman “Felsefeya Rêber me hiştiye ku em jiyanek azad, bi rûmet û demokratîk bijîn û bûye felsefeyek gerdûnî ku yekîtiya gelan û edaletê xurt dike. Rêber Apo îro li Îmraliyê ji bo gelê xwe têdikoşe û ew der kiriye akademiyek ji bo ramana demokratîk a azad.”
Meş bi berzkirina diruşman bi dawî bû.



